HPG: Li Heftanînê 5 leşker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku hêzên wan li herêma Heftanînê li artêşa Tirk a dagirker xistin û di encamê de 5 leşker hatin kuştin û leşkerekî Tirk jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Konferansê ya Mezin di 29'ê Mijdarê de saet di 13:00, 14:00 û 15:30 de çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de derbên giran li stargehên dijmin û kepçeyekê hate xistin. Di encamê 5 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû."