HPG: Li Heftanîn û Agiriyê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li herêmên Heftanîn û Agiriyê di şer û çalakiyên gerîla de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û 10 leşker birîndar bûn. Di şer de 3 gerîla jî şehîd bûn. HPG'ê diyar kir, li Agiriyê artêşa Tirk gundiyek bi zanebûn qetil kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

LI HEFTANÎNÊ 2 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me di 1'ê Çileyê de saet 14:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Partîzanê çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand.

LI AGIRIYÊ DI ŞER DE 3 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN Û 10 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di 6'ê Kanûna 2019'an de li qada gundê Sogûkpinar a navçeya Tûtax a Agiriyê, artêşa TC a dagirker dest bi operasyonekê kir. Ji serê sibehê heta nîvro di navbera yekîneyeke me ya ku bi erka xwe radibû û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di şer de 3 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.

'3 GERÎLAYÊN BI LEHENGÎ ŞER KIRIN ŞEHÎD BÛN'

3 hevalên me yên ku heta fîşeka dawî li dijî dijmin bi lehengî û fedayî şer kirin şehîd bûn.

'SIVÎLEK JI ALIYÊ ARTÊŞA TIRK VE HATE QETILKIRIN'

Artêşa TC a dagirker di heman demê de li gundê Sogûkpinarê bi zanebûn sivîlekî bi navê Mûrat Kaya qetil kir. Agahiyên il ser hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."