HPG: Li girên Sîro û Mawa li hêzên dagirker hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li girên Sîro û Mawa yên Başûrê Kurdistanê çalakî li dijî artêşa Tirk hatin kirin û herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li dijî operasyona artêşa Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"14'ê Kanûnê, artêşa TC a dagirker ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ber bi qadên Girê Sîro, Geliyê Reş, Kanî Reş û gundê Bermizê yên bajarê Diyana yê Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Hêzên me li dijî operasyona dagirkeriyê çalakî li dar xistin. Li gorî vê yekê;

1'ê Çileyê saet 16'an, li dijî leşkerên li Girê Sîro çalakiyek hate kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

2'ê Çileyê saet 08:30'î, hêzên me li girê Mawa çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên di vê çalakiya bi bandor de mirin û birîndar bûn nehat tespîtkirin. Heman rojê saet 16'an, li dijî leşkerên li girê Mawa çalakiyeke din hate kirin. Di vê çalakiyê de ji yekîneya dijmin a li ser gir 3 leşker hatin kuştin."