HPG: Li Colemêrgê çalakî

HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê li ser çalakiyên li Şemzînan û Colemêrgê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî lidar xistin."

Li ser detayên çalakiyan, ev daxuyanî hate dayin:

LI ŞEMZÎNANÊ DERB LI QEREQOLÊ HATE XISTIN

"Roja 17'ê Hezîranê saet di 14:20 de, hêzên me yên YJA Starê li hemberî qereqola Zeytê û çeperên wê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî lidar xistin. Hejmara leşkerên li vê derê hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

17'ê Hezîranê saet di 06:10 de, konvoyeke ji wesayitên zirxî yên dijmin, gava ji navçeya Çelê ya Colemêrgê dihat navenda Colemêrgê, hêzên me lê dan. Lê hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

ÇALAKIYA SEKVANIYÊ

16'ê Hezîranê saet di 15:40 de hêzên me çalakiyeke sevkaniyê li hemberî yekîneyeke leşkerî ya li nêzî qereqola Zavite ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû pêk anî. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

16'ê Hezîranê saet di navbera 08:30-09:30 de, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li herêma Çeperê Şêxa yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn. Nehat tespîtkirin bê çend leşker mirin û birîndar bûn.

LI HEREKOLÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di operasyona artêşa TC a dagirker a li herêma Herekol a Sêrtê de roja 12'ê Hezîranê li qada Şehîd Canxurt şer derket. Di vî şerî de gerîlaylekî me bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ev e:

Nasnav: Rêgeş Mişarê
Nav paşnav: Mehmet Adiguzel
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Cevahîr-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Hezîrana 2017 / Sêrt"