HPG: Li Colemêrg û Bedlîsê 18 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Colêmêrg, Dêrsim û Bedlîsê çalakî li dar xistine û gelek leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Colemêrg, Dêrsim û Bedlîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“LI COLÊMÊRGÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 18’ê Hezîranê de li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Hêzên me yên YJA-STAR’ê saet di 13.40’an de li Girê Koordîneyê yê Çelêya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeper û stargehên dijmin hatine lêdan û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî vê çalakiyê hêzên me saet di 14.00’an de li dijî leşkerên li Girê Koordîneyê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

WESAYÎTA ZIRXÎ HATE ÎMHAKIRIN, 1O LEŞKER HATIN KUŞTIN

Konvoyeke artêşa Tirk a dagirker a ku ji Colemêrgê diçû Çelê li nêzî gundê Çemê Bedel saet di 20.45’an de bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hatiye îmhakirin û 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gule li derdorê barandiye û mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji qadê derxistiye.

HELÎKOPTERÊ DERBE XWAR Û JI QADÊ VEKIŞIYA

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dêrsimê de hêzên me di 17’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de helîkoptereke skorsky kiriye hedef a ku li Xozata Dêrsimê ji qada Şehîd Cesûr ber bi qereqola Amûtka sewqiyat dikir. Vê helîkopterê derbeke giran xwariye û ji neçarî ji qadê dûr ketiye. Piştî vê çalakiyê sewqiyata hêzên dagirker sekiniye.

LI BEDLÎSÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 17’ê Hezîranê de hêzên me li nêzî gundê Ezê yê Tetwana Bedlîsê li dijî yekîneke artêşa Tirk a dagirker a ku dixwest li qada Kortika bi cih bibe, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.”