HPG: Li çiyayê Cûdî herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê li ser operasyona 3'ê Nîsanê ya li herêma Cûdî dest pê kir û şerê ji ber operasyonê qewimî daxuyaniyeke berfireh weşand.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya hPG'ê, di şer û çalakiyan de yên ji 3'ê Nîsanê heta 10'ê Nîsanê 10 leşkerên Tirk hatin kuştin. 5 gerîla şehîd bûn.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

ROJÊN 4-5'Ê NÎSANÊ

"3'ê Nîsanê, artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky li çiyayê Cûdî dest bi operasyoneke berfireh kir. Êvara 4'ê Nîsanê hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hawanan bomberdûmaneke giran li çiyayê Cûdî kirin. Hêzên dagirker ji şeva heman rojê heta sibeha 5'ê Nîsanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê. Heman rojê balafirên şer jî bombe li qada operasyonê barandin.

6Ê NÎSANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

6'ê Nîsanê saet 12'an, hêzên me li mintiqeya Teyrê Baz li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiya sûîqestê kir. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Heman rojê saet 18'an, hêzên me li heman mintiqeyê li yekîneyên dijmin dan. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Yekîneya operasyonê ya li vê mintiqiyê neçar ma xwe vekişîne.

Heman rojê saet 14'an, hêzên me li yekîneyên dijmin ên li aliyê Girê Çolyayê xistin. Leşkerekî dijmin hate kuştin.

4-9'Ê NÎSANÊ: 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 5 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

7'ê Nîsanê saet 14'an, di navbera hêzên me yên li çiyayê Cûdî û yekîneyên operasyonê de şer derket. Di vî şerî de derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin. 3 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Heman rojê saet 18'an, li dijî yekîneyên operasyonê yên li Pinor û girê şehîd Şêxmûs 2 çalakî hatin kirin. Ji cihekî nêz li hêzên dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şer derket. Di vî şerî de hevalê me Andok Amed ji bo dîl nekeve destê hêzên dijmin mbobeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Hevalekî me jî ji bo dîl nekeve destê dijmin heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Heman rojê artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa Kobra û hawanan bombe li qada Gundikremo barandin.

9'ê Nîsanê saet 14'an, hêzên me li djiî yekîneyên operasyonê yên li bejahiya gundê Hesena çalakî kirin. Di çalakiyê de derbên giran li hêzên dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin.

10'Ê NÎSANÊ: OPERASYON QEDIYA

10'ê Nîsanê operasyona artêşa TC a dagirker a li çiyayê Cûdî qediya. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de bi hemû teknîka xwe êrîş bir ser hêzên me û bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Gerîlayên me bi rengekî destanî li dijî artêşa TC a dagirker li ber xwe dan û derbên giran li yekîneyên operasyonê xistin. Di şer û çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatin kuştin."