HPG: Li Cenga Heftanînê bûne sembola fedaîbûnê

HPG'ê agahiyên nasnameyên du gerîlayan ku li Heftanînê şehîd bûne ragihand û got, ''Bi şêwaza fedayiya Apoyî derbên giran li dagirkeran dane, li Cenga Heftanînê bûne sembola lehengî û fedaîbûnê.''

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Di daxuyaniya me de ya 25'ê Tebaxa 2020'an me bi raya giştî re par ve kiribû ku 20'ê Tebaxê li qada Pîrbûla ya Heftanînê di encama êrîşa hewayî ya artêşa dagirker a TC'ê de hevrêyên me Mizgîn û Zana şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Mizgîn Zerya
Nav Paşnav: Ayşe Tucî
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Şadiye – Muzaffer
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20'ê Tebax 2020'an / Heftanîn

Nasnav: Zana Gevaş
Nav Paşnav: Yakup Avcı
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Kıymet – Kadrî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20'ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

Dewleta TC'ê ya dagirker ji bo ku planên dagirkirinê yên li ser Kurdistanê mayinde bike êrîşê bi ser hemû parçeyên Kurdistanê de tîne. Tevgera dagirkirinê ya li ser qada Heftanînê jî parçeyek ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta dagirker her cure derfetê seferber dike û bi desteka çeteyên noker, bi tinekirina gelê Kurd li pey xeyala dagirkirinê ye. Ji roja pêşî de artêşa dagirker ku gerîla bi vîna xwe ya qeyîm li pêşberî xwe dîtî, li bara berxwedana gerîla bêgav maye. Lehengên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya li Heftanînê bi rihekî fedayî yê Apoyî berxwedan geş kirine û xeyalên TC'ê ya dagirker serûbin kirine. Berxwedan û vîna Apoyî ku ji hevalên me yên pêşeng Mizgîn û Zana nîşan dane, bûye nîşana wê ku têkoşîna azadiyê ya gelê me bi mîsogerî wê bi ser bikeve.

Hevalên me Mizgîn û Zana di demên cuda de jidayik bûne û li derdoreke ku bi welatparêziya xwe têne zanîn çêbûne. Li dibistanên dewleta TC'ê ya dagirkr ku bûne navendên asîmîlasyonê rûyê rast ê hişmendiya qirker dîtine û ji bo ku di nav berxwedana çalak a têkoşîna azadiyê de cih bigirin tevlî nav refên gerîla bûne. Di demek kurt de zêde geş bûne û li ser rêya milîtaniya fedayî ya Apoyî bi pêş ve çûne. Hevalên me Mizgîn û Zana bi dilsoziya bi şehîdan û Rêbertî li dijî dagirkeriyê bûne sembola fedaîbûnê. Di pêvajoya Cenga Heftanînê de bi serkeftinê mezin bi şêwaza fedayî ya Apoyî derbên giran li dagirkeran dane, bûne sembola lehengî û fedaîbûna Cenga Heftanînê.

Di serî de serê malbatên du hevrêyên me yên şehîd, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be, berxwedan û helwesta fedayî ya hevrê Mizgîn û Zana ji me re hiştine wê rêya me ronî bike, em sond dixwin ku mîrateya berxwedana pîroz serfiraz bikin.''