HPG: Li Çelê 4 leşker hatin kuştin

Li herêma Ertûşê ya Çelê, di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya 16'ê Nîsanê ya hêzên gerîla, ku li herêma Ertûş a Çelê hate lidarxistin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: "Roja 16'ê Nîsanê saet di 16:00 de, hêzên me li cihê navbera girên Şehîd Cahît û Şehîd Zekî yên li herêma Ertûş a navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî leşkerên artêşa TC çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Hêzên me li dijî leşkerên hatin cihê bûyerê jî çalakiya sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî 3 leşker hatin kuştin."

Navendê diyar kir, piştî çalakiyên hêzên wan, artêşa Tirk obus û hawan avêtiye herêmê û dest bi operasyonê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, operasyon bi rengekî bê encam qediya ye.