HPG: Li Başûrê Kurdistanê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku di çalakiya gerîla de li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser çalakiyên gerîla yên li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê û herêma Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 16'ê Tîrmehê saet 19:30'î li nêzî girê Bayrak ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker xistine.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên gerîla ji cihekî nêz ve li leşkerên Tirk xistine û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiya gerîla ya li Mêrdînê agahî hate dayin û hate gotin, "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî şebekeya belavlkirina gaza xwezayî ya li navbera navçeyên Mîdyat û Kerboranê yên Mêrdînê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de şebekeya belavkirinê îmha bû."