HPG: Li Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên karîger hatine kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên karîger hatine kirin, bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla yên li Avaşînê û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk agahî da.

Daxuyaniya HPG'ê wihaye:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Zapê;

-11'ê Cotmehê saet 09:00'an hêzên me li Kela Bedewê li dijî dagirkeran çalakiyeke karîger kirine. Di çalakiyê de hêzên me li mewziya Bombeavêjê ya dagirkeran dane û di encamê de 3 dagirker hatine cezakirin. Çekeke bombeavêj û mewziyek hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dewleta TC'ê ya dagirker b wesayitên sivîl windahiyên xwe ji qadê birine.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Cumalî Çorum ku bi êrîşên çekên kimyewî şehîd bûyî û ji bo tola şehîdên Werxelê hatiye kirin.

11'ê Cotmehê saet 17:10'an û 17:40'î li herêma Zapê, qada Çiyayê Reş bi balafirên şer hatiye bombekirin.

-11'ê Cotmehê saet navbeyna 23:00-23:50'î derdora Dola Heval Cuma ya li qada Golka a herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.

-11'ê Cotmehê saet di navbeyna 23:00-23:50'î de derdora Çemê Lolanê ya herêma Xakurkê û qadên Sinînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

-12'ê Cotmehê saet navbeyna 15:00-21:00'an li ser eta Qaşûrê ya herêma Metîna tevgera helîkoptêra çêbûye. Eynî saetan quntarên Girê Mozella bi helîkoptêrên êrîşê û obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.

-12'ê Cotmehê saet navbeyna 23:00-23:50'î li qadên Mervanos a herêma Avaşîn, Tabûra Ereban û qada Banista tevgera helîkoptêran çêbûye. 11'ê Cotmehê saet 16:55'an qada Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.''