HPG: Li Avaşîn 3 dagirker hatin cezakirin-NÛ BÛ

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorsê de bi qasî hate zelalkirin 3 dagirker hatin cezakirin, 1 jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî da:

“Herêma Avaşîn a Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê;

22’yê Hezîranê saetên sibehê li qada Girê Sor dagirkerên xwestin ji bejahiyê ve bên saet 07:10’ê çalakiyeke sekvanî li dijî wan hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

22’yê Hezîranê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Sor çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyêde 2 dagirker hatin cezakiri, 1 dagirker birîndar bû.

Tevgerên zêde ya helîkopterên şer li Avaşîn, Metîna û Zapê pêk hatin û qad hatine bombekirin.

Agahiyên berfireh wiha ne:

21'ê Hezîranê saet di navbeyna 21:00-23:20'an de li qadên Mervanos û Banîsta tevgera helîkoptêran çêbûye. Saet di navbeyna 01:15 û 03:00'an de leşkerên Tirk li Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman leşker danîne.

21'ê Hezîranê saet di navbeyna 20:40 û 23:30'an de qadên Herfa T'yê û Şamkê yên herêma Zapê hatine bombekirin.21'ê Hezîranê saet 18:00'an Gundê Orê yê Herêma Metîna hatiye bombekirin.

21'ê Hezîranê saet di navbeyna 22:00-00:00'an de dagirkerên li qadên Dêrarê, Koordîne û Stûna yên herêma Metîna bi helîkoptêran bi hev hatine guhaztin.

GOTINÊN HÊMAN ÎNAN ÇELÎK Ê REVIYAYÎ BI TEMAMÎ DEREW IN

21'ê Hezîranê ji hêla Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê ve dîmenên hêmanê bi navê Înan Çelîk serwîsî raya giştî kiriye. Ev kes dema ku li nav refê me bû, ji ber sûcên derewê, ji ber ku sicîl qelp daye û sûcê bêexlaqiyê 2 caran lêpirsîn lê hatiye vekirin, ji ber vê ji peywirê hatiye standin û di pêvajoya dawî ya lêpirsînê de firar kiriye û reviyaye. Şerm e ku Asayîşa Herêma Kurdistanê ya Başûr ji vî kesê ketî hêviyan bike, tiştên ku vî kesî bi temamî bi îdîayên lihevanî diyar kirî weke ku rastî be nîşan bide. Ti têkiliya gotinên vî kesî hem bi rastiyê re nîne û hem jî teqez e ku bi temamî îfadeyên bi derewan daye. Di van dîmenan de têkilî rûdanên ku behsa wan tê kirin beriya niha ji aliyê me ve daxuyanî ji bo raya giştî hatiye dayin. Em careke dî bi bîr dixin ji bo hemû rûdanan em pêşniyara lêpirsîna hevpar dikin. Rûdanên ku behsa wan tê kirin û helwest û hewldana me ya ji bo yekîtiya netewî li ber çavan e. Ji ber vê, gelê me û ti kes divê qîmetê nede van gotinên provakatîf ên bi dev û rêbaza şerê taybet ê TC'ê.”