HPG: Li Agiriyê 69 leşkerên dijmin hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li qada Demîrkapiyê  daxuyanî da û diyar kir ku li vê derê 69 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ku wan di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de li dijî leşkerên Tirk gelek çalakî li dar xistine.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di 27’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Demîrkapi ya Bazîdê ya bi ser Agiriyê bi tevlêbûna gelek leşker, cerdevan û kontrayan operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Li hemberî vê operasyonê  di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de çalakî hatine lidarxistin. Kitekitên van çalakiyan wisa ne;

Di 28’ê Îlonê de dema ku artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi piştgiriya helîkopteran dixwest têkeve qadê gerîlayên me li helîkopteran dane û helîkopteran derbe xwarine û ji qadê dûr ketine. Hêzên operasyonê demekê nikaribûne têkevin qadê. Di heman rojê de piştî nîvro hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û dîsa xwestine bi alîkariya helîkopteran têkevin qadê. Gerîlayên me dîsa li helîkopteran dane û helîkoptereke din derbe xwariye û hêzên dagirker dîsa nikaribûne têkevin qadê.

Di heman rojê de saet di 16.30’an de li qada Kirê Gundê Tirkmena hêzên me li yekîneyeke operasyonê dane. Li vê derê 5 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Di 29’ê Îlonê de saet di 07.30’an de hêzên dagirker bi alîkariya Firfirokên hewayî yên bêmirov xwestine têkevin qada Şehîd Navdar. Gerîlayên me dora vê yekîneyê girtine û ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Dijmin mirî û birîndarên xwe li vir hiştiye û reviyaye. Gerîlayên me li vê derê çûye ser 20 cenazeyên leşkeran. Hêzên me dest danîne ser çekeke Kanas û rexteke wê, demançeyek, rextek, bêtêleke biçûk û gelek malzemeyên leşkerî. Cenazeyên dijmin heta êvarê di kontrola hêzên me de mane. Hêzên dagirker ji bo ku kontrolê têxin destê xwe bi helîkopteran du caran li leşkerên xwe yên li qadê û cenazeyên leşkeran daye. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker piştre qad bomberdûman kiriye.

Hêzên dijmin ên ku dixwestin têkevin qadê li 9 cihan bûne hedefa hêzên me. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 30 leşkerên dijmin hatine kuştin û 18 leşker jî birîndar bûne.

Di heman rojê de saet di 17.00’an de konvoyeke leşkerî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Deşta Bûrno Rûto bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de wesayîteke transît û wesayîta zirxî ya kîrpî îmha bûye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatine kuştin û ji 20’î zêdetir jî birîndar bûne. Hêzên dagirker bi şev mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 30’ê Îlonê de saet di 14.30’an de hêzên me li dijî yekîneya dijmin a ku obus û hawan koordîne dikir çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku derbên giran xwariye û têk çûye, bêyî ku encamê werbigire operasyona xwe bi paş ve kişandiye û bi obus û hawanan li qadê daye.

Di operasyonê de tu windahiyên me tune û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 69 leşkerên dijmin hatine kuştin û 44 leşker jî birîndar bûne.

ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA XAPÎNOKÊ

Di 1’ê Cotmehê de saet di 18.00’an de gerîlayên me li dijî girê ewlekariyê yê qereqola Xapînokê ya Mûtkiyê ya Bedlîsê çalakiyek li dar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin yek jê rayedar, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi çekên giran gulle li derdorê reşandine.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Di 1’ê Cotmehê de saet di 15.00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Çeperê Şêxa ya Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LEŞKER CILÊN GERÎLA LI XWE DIKIN Û PROPAGANDAYÊ DIKIN

Di 28’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şapatan, Serero û Bêtkarokê ya Şemzînanê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên dagirker cilên leşkerî yên gerîlayan li xwe dikin û çûne gundên Şapatan û Serero yê dixwazin gel bixapînin.

Di 1’ê Cotmehê de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Saet di 21.30’an de balefirên şer qada Çiyayê Reş û Çemçoyê ya Zapê,

Saet di 22.30’an de balefirên şer Girê Golka yê Metînayê bomberdûman kiriye.”