HPG: Li Agiriyê 10 polîsên tîmên taybet hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya 10’ê Mijdarê de 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku di 5’ê Mijdarê de jî li dijî wesayîta zirxî çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Agiriyê yên li dijî artêşa Tirk îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

DI 10’Ê MIJDARÊ DE 10 POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehît Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me di 10’ê Mijdarê de saet di 07.50’an de li dijî otobusa tîmên taybet a ku ji Bazîda Agiriyê diçû deriyê sînor ê Gurbulakê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.

SULEYMAN SOYLÛ ÇÛ SERDANA CIHÊ KU HATE LÊDAN

Piştî çalakiyê gelek ambûlans, wesayîtên zirxî û ambûlans hatine qada çalakiyê û polîsên birîndar ji qadê derxistine. Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li Deşta Bazîdê operasyonek daye destpêkirin. Di 11’ê Mijdarê de jî Suleyman Soylû û koma wî hatine serdane hêzên xwe yên derbeke giran xwarine.

DI 5’Ê MIJDARÊ DE LI DIJÎ 5 WESAYÎTÊN ZIRXÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di 5’ê Mijdarê de saet di 23.00’an de hêzên me nêzî Agiriyê li dijî 5 wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 14’ê Mijdarê de saet di 14.00’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Kunişka ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

Di heman rojê de saet 15.00’an de balefirên şer qada Gundikremo ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiriye.