HPG: Li Şirnexê li artêşa dagirker hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan li Şirnexê li artêşa Tirk a dagirker xistine. HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapmeneiyê ya HPG’ê ya îro parvekirî wiha ye:

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

6’ê Îlonê saet saet 12:00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Lezgîn ê navçeya Qilaban a Şirnexê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya 2 konteynir û nîzamiyeya hate hedefkirin de bi awayekî xurt hate lêxistin, hejmara leşkerên Tirk ên hatine kuştin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus, hewanan bombe kir.

LI SÊRTÊ OPERASYON Û BOMBERDÛMAN

7’ê Îlonê saet 06:30’an artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên bi tîpa Kobra devera Garisa a Sêrtê û derdora girê Dihê ya Kevin dest bi operasyonekê kiriye. Hêzên dijmin bi helîkopterên Kobra devera Garisa û Girê Dihê ya Kevin bombe kiriye. Artêşa Tirk bi 6 helîkopterên bi tîpa Skorskî li derdorî Girê Dihê ya Kevin leşker danîne.

Operasyon heman rojê saet 18:00 bê ku encamek bigire bi neçarî vekişiyaye.

HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ HATIN BOMBE KIRIN

7’ê îlonê saet navbera 18:30 heta 19:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker devera Tabûra Ereba ya girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.

NASNAMEYA 4 GERÎLAYÊN LI WANÊ ŞEHÎD BIBÛN

21’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li derdorî gundê Aras ê girêdayî navçeya Payîzava a Wanê dest bi operasyonekê kiribûn. Di operasyona ku hêzên dijmin teknîkek zêde bikar anî de, di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin de şer derketiye. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. 4 hevrêyên me di encama şer û bomberdûmana li dijî hêzên dijmin de şer kirin şehîd ketine.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Berxwedan Şax
Nav û Paşnav: Umît Karabûlak
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê - Bav: Latîfe – Hîvîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017

Nasnav: Ekîn Devrîm
Nav û Paşnav: Nevîn Ozalp
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê - Bav: Nafîda - Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017

Nasnav: Gelhat Geliye Zîlan
Nav û Paşnav: Abdullah Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê - Bav: Nerîman - Yûsûf
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017

Nasnav: Gîvara
Nav û Paşnav: Xalît Nasî
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Navê Dayikê - Bav: Anûde – Cengîdar
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017