Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HPG: Li Şaxê 13 leşker û kontra hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li bejahiya Şaxê li dijî wesayiteke transîtê  çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de 13 leşker û kontra hatin kuştin. HPG'ê diyar kir ku yên hatine kuştin karker nînin, yekîneyên taybet ên leşker û kontrayên artêşa Tirk in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa TC a dagirker bi biharê re li ser girê Çelê Buka yê li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi çêkirina qereqoleke nû kir. Hêzên dagirker bi yekîneyên ji kontra û leşkeran hewl didin ku rêyên ber bi qereqolê ve ewle bikin. Hêzên me ev yekîneyên dijmin demeke dirêj şopand, kontral kir û piştre di 8'ê Hezîranê de saet 18:00 di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî wesayiteke bi tîpa transît a dagirker dibir herêmê çalakiya sabotajê kirin. Çalakî li dijî vê wesayitê hate kirin ku kontra û leşker tê de bûn. Di encamê de weasyit bi temamî îmha bû, 13 leşker-kontra hatin kuştin û 2 leşkerên dijmin jî birîndar bûn.

Artêşa TC a dagirker, leşker û kontrayên ku bûn hedefa çalakiyê, bi rêya medya xwe weke 'karker' nîşan da û bi vî rengî nûçeyên derewîn weşand. Ev kes yekîneyên taybet ên dijmin in ku ji kontra û leşkeran pêk tê.

4'ê Hezîranê bi şev artêşa TC a dagirker li bejahiya Mehsertê ya Mêrdînê dest bi operasyonekê kir. Dagirkeran bi şev bombardûman li qadê kirin. Di dema operasyonê de 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."