HPG: Li Çewlig û Colemêrgê derb li artêşa Tirk hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ên li Çewlig û Colemêrgê daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, eşkere kir ku di çalakiyên gerîla lidar xistin de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.

ÇALAKIYÊN LI COLEMÊRGÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me di 7-8’ê Îlonê li dijî leşkerên artêşa Tirk li navçeya Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistine.

7’ê Îlonê saet 10:45 hêzên me yên YJA Star, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Ronahî ya Şemzînan bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiya çeper bi xurtî hatin lêxisitin de, 2 çeperên dijmin hatin rûxandin, têkildarî kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê heta saet 16:00’an qad bi çekên giran ketober gule reşandin.

Hêzên me 8’ê Îlonê li dijî hêzên dagirker çalakî lidar xistin, agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Saet 08:20’an yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a ewlekariya rêya devera Çarçela û Girê Sîvrî yê girêdayî Şemzînanê digirtin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di çalakiya bi awayeke xurt li leşkerên dijmin hatin xistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

Hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li devera Xapûşkê ya girêdayî Şemzînanê xebatên rê çêdikirin, di saet 11:00’an de çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ji nêz ve bi awayekî xurt hate lêxistin de, wesayîta kepçe hatiye derbkirin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.

Hêzên me yên YJA Star saet 14:00’an, li dijî Qereqola Zeytê ya artêşa Tirk a dagirker girêdayî Şemzînanê çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya çeperên dijmin bi xurtî hatin lêxistin de, çeperek a tankê hate rûxandin, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

Li Geverê konvoyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku ji wesayîtên zirxî pêk dihat dema ji Girê Astenga Reş ber bi qereqola Wargenima ve diçû, di saet 23.30’an de bûye hedefa hezên me yên YJA-Starê. Di vê çalakiyê de wesayîta kobra îmha bûye. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di vê çalakiyê de 1 jê cerdevan 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker gule li derdorê reşandiye û di saet 01.00’an de jî bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirine qereqola Wargenimayê.

LI ÇEWLIGÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 6’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şehîd Xebat a Çewligê operasyonek daye destpêkirin. Di 7’ê Îlonê de helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û di saet 19.15’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 1 jê serbaz, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Operasyon hê jî didome.

LI CÛDIYÊ BOMBERDÛMAN

Di 8’ê Îlonê de saet di 14.00’an de 2 helîkopteran qada Gundikremo ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiriye. Hêzên me li helîkopteran dane û helîkopteran xwe bi paş ve kişandine.

NASNAMEYA GERÎLAYÊN LI DERSIMÊ ŞEHÎD BÛNE

Di 2’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Dersimê li Geliyê Harçîkê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şer çêbûne. Di van şeran de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Ji ber şer û bomberdûmanê 3 rêhevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.

Nasnameya gerîlayên şehîd ketine wiha ne;

Nasnav: Argeş Çekdar
Nav û Paşnav: Mehmet Emin Ozdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Hamdiye - Şerîf
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’ê Îlona 2017

Nasnav: Armanc Firat
Nav û Paşnav: Yûsûf Yaşar
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Sûltan – Mehmet Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’ê Îlona 2017

Nasnav: Kûrtay Zagros
Nav û Paşnav: Salman Ogûz
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Suheyla - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’ê Îlona 2017