HPG: Li Çelê, Avaşîn û Bestayê herî kêm 4 leşkerên dijmin hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li herêma Avaşînê û li herêma Besta ya Şirnexê li leşkerên Tirk ên dagirkeran dane. HPG'ê got di çalakiyan de qasî hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî yên artêşa artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

LI TEPÊ XWEDÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 12’ê Hezîranê saet 22:50’an hêzên me li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên ku parastina ewlehiya artêşa TC’ê ya dagirker ku li gir bi cih bûbûn dikir, çalakiyekî sekvanî lidarxist. Di çalakiyê leşkerek ji yekîneya dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê roja 13’ê Hezîranê saet 01:00’an hêzên me cara duyemîn yekîneya li gir kir hedef. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û di çalakiyê de leşkerek din hate kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker saet 02:00’an bi helîkoptera Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

Roja 14’ê Hezîranê saet 04:30’an hêzên me li dijî lşekerên dagirker ên li Girê Şehîd Bager ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin.

Heman rojê hêzên me saet 04:30’an panelên rojê, kamerayên mobese û gelek alavên leşkerî yên dijmin ên li Girê Devê Masî yê Çelê îmha kirin.

LI BESTAYÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN, MAKÎNEYEKE KAR A DIJMIN HATE RÛXANDIN

Di çarçoveya pêngava tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de roja 14’ê Hezîranê saet 09.00’î hêzên me li dijî leşkerê li ser girê Deriyê Beroj ê li herêma Şehrîban a Bestayê ku  ser bi Şirnexê ve ye, çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiya ku derbên giran li dijmin hatî xistin de 2 leşkerên dagirker hatine kuştin. Hêzên me, bi hevdemî makîneyeke kar a dijmin jî daye û rûxandiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

3. Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker li dijî Herêmên parastinê yên Medyayê êrîş pêk aniye. Di vê çarçoveyê de:

12’ê Hezîranê saet 13.45’an balafirên şer  ên dewleta tirk a dagirker derdora gundê Yekmalê yê li herêma Metînanê bomberdûman kiriye. Di encama vê êrîşê de bax û milkê welatiyan xisar dîtiye.

13’ê Hezîranê saet 23.30’î balafirên şer herêma Şehîd Bêrîtan a Xakurkê bomberdûman kiriye.

14’ê Hezîranê saet 19.15’an balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker dîsa herêma Şehîd Şerîf a Xakurkê bomberdûman kiriye.

Di vê êrîşê de li herêma Şehîd Baran 2 hevalên me şehîd bûne. Em ê paşê nasnameyên hevrêyên xwe ji raya giştî re eşkere bikin.”