HPG: Li Çelê derbên giran li artêşa TC hatin xistin

HPG'ê ragihand, hêzên wan li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê, li ser operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk, ku ji 17'ê Hezîranê ve li ser sînorê Çelê dike, daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di şer de herî kêm 30 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Artêşa TC a dagirker, êvara 16'ê Hezîranê saet di 21:30 de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Ev operasyona dagirkeriyê û şerê ji ber vê operasyonê qewimî, bi tundî dewam dikin."

Di dewama daxuyaniyê de li ser operasyonê û şerê li vir qewimî, ev agahî hatin dayin:

LI CIHÊN CUDA HERÎ KÊM 30 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Roja 17'ê Hezîranê saet di 04:30 de, artêşa TC a dagirker, bombe li herêmên Cîlo yê Biçûk, Şehîd Mûnzûr û gundê Gijnê barand û piştre hewl da bikeve herêma quntarên gundê Gijnê û Qela Bêdewe. Tevî yekîneyên ji bejahî ve hatin, bi helîkopterên Skorsky jî leşker li herêma Qela Bêdewe hatin danîn. Hêzên me li 6 cihên cuda li van leşkeran xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di encama van êrîşan de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî êrîşa destpêkê, artêşa TC a dagirker hewl da xwe komî ser hev bike. Tîmeke me ya gerîla ji cihekî nêz, li van leşkerên dijmin xist û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Di heman demê de leşkerên hewl dan li quntara Gijnê bi cih bibin, bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

DERB LI HELÎKOPTERA SKORSKY HATE XISTIN

Danê nîvro yê heman rojê, yekîneyeke dijmin û helîkoptereke bi tîpa Skorsky ji bo alîkariyê bidin leşkerên birîndar û leşkerên mirî rake, hat herêmê. Ev yekîne jî bû hedefa hêzên me. Helîkoptera bi tîpa Skorsky ku ji çekên giran ên hêzên me derb xwar, neçar ma ji herêmê biçe. Di heman demê de leşkerekî dijmin jî hate kuştin. Dûre, helîkopterên Skorsky bi alîkariya helîkopterên Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

Saet di 17:00 de, hêzên me li quntarê Gijnê cara duyemîn li hêza dijmin xist. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di vê êrîşê de leşkerekî dijmin hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me saet di 19:00 de li leşkerên ku hewl didan li Qela Bêdewe kozikan bikolin, xistin. Ji cihekî nêz derb li hêzên dijmin hate xistin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Artêşa TC a dagirker, ji danê sibehê heta saet 22:00, bombe li herêmê barand. Dijminê ku bê navber obus û hawan avêt herêmê, bi balafirên xwe yên şer jî li gundên Nêrvêh, Bêdê, Saca û girê Karker xist. Ji ber vê êrîşa bi balafirên şer, li hin cihan şewat derket. Hêzên me dest li van herêmên şewat derket werdan û hewl dan şewatê vemirînin.

Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker de heta niha bi qasî ku hatiye tespîtkirin 30 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.

'GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ'

Ji bo pêşî li operasyona dagirkeriyê bigire, ku di êvara 16'ê Hezîranê de dest pê kir, hevrêyê me Mazlûm Nûsaybîn bi wêrekî şer kir û gihîşt şehadetê. Hevalên me yên birîndar jî tên dermankirin.

Operasyona dagirkeriyê dewam dike. Encamên operasyonê yên zelal bibin, wê bi raya giştî re bên parvekirin."