HPG: Ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran li dagirkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Amed, Xakurkê û Serhedê derbên giran li dagirkeran xistine. Li gorî HPG’ê li Xakurkê herî kêm 4 û li Serhedê jî herî kêm 20 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarên çalakiyên li Amed, Xakurkê û Serhedê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Xakurkê berxwedaneke dîrokî tê kirin û ev tişt hatin diyarkirin:

“Hêzên me li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a ku li Xakurkê daye destpêkirin, bi berxwedaneke dîrokî têdikoşin.

Artêşa Tirk a dagirker ji Xakurkêheta Serhedê derbên giran dixwe û windahiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Hêzên dagirker ên ku hemû derfetên xwe seferber kirine li hemberî qadên gerîlayan têk diçin.

LI XAKURKÊ JI SÊ MILAN VE LI DAGIRKERAN HATE XISTIN: 4 LEŞKER MIRIN

Artêşa Tirk a dagirker li Xakurkê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Hêzên me li qadê Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya dabûn destpêkirin û 11’ê Hezîranê de nîvro li Geliyê Ermûşê yekîneyên operasyonê xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 15.00’an de ji 3 milan ve li hêzên dagirker dane. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopterên taarûzê û obûs û hawanan li qadê daye û êvarî jî mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI RÊYA ÎDIR Û BAZÎDÊ LI KONVOYA LEŞKERÎ HATE XISTIN: 20 LEŞKER MIRIN

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li ser rêya Bazîd û Îdirê, yekîneya dijmin xistine bin kontrola xwe û di 11’ê Hezîranê saet di 06.30’an de li panzêrê û kamyonekê dane ya ku 30 leşker tê de bûn. Ev kamyon îmha bûye û panzêrê jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan li qadê daye û bi gelek ambûlansan leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Hêzên me yên HPG, YJA Star û HBDH’ê ev çalakî li dar xistine û bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI AMEDÊ ÇALAKÎ Û KONTROLA RÊ

Di 9’ê Hezîranê de saet di 19.20’an de hêzên me li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker dane ya ku ewlehiya bendava Farqînê dikin. Di vê çalakiyê de bi hêzên me li kûleya leşkeran daye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatine tespîtkirin.

Di 10’ê Hezîranê de saet ji 19.00’an heta şev, hêzên me di navbera Pasûrê Amedê û Mûşê rê kontrol kiriye. Hêzên me di vê çalakiyê de rê ji trafîkê re girtine û derbarê pêvajoyê gel agahdar kirine.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 12’ê Hezîranê de saet di 07.00’an de balefirên artêşa Tirk a dagirker qada Xinêrê ya Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatine.”