Li Agiriyê derba giran li artêşa Tirk hate xistin

HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li Agiriyê baskekî operasyonê yê artêşa Tirk kire kontrolê, piraniya baskê operasyonê hatiye tinekirin,cenazeyên leşkeran di kontrola gerîla de ne û yekîneyên Tirk nema dikarin vekişin jî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser operasyona ku artêşa Tirk li Agiriyê 27’ê Îlonê dayî destpêkirin û li ser çalakiyên gerîla daxuyanî da. HPG’ê got, ‘yekîneyên dijmin ketine kemînê û nikarin ji qadê vekişin.’’

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

‘’27’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Demîrkapi a Bazidê ya Agirî bi tevlêbûna gelek leşker, qorîcî û kontra operasyoneke berfireh da detspêkirin.

Di çarçoweya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de ku li tevahiya eyaleta Serhadê hatiye destpêkirin, heman rojê hêzên me baskekî operasyonê, berê sibehê kiriye kemînê. Ji nêz de yekîneyên dijmin bûne hedefa hêzên me û piraniya hêzên dijmin hatine kuştin. Di çalakiyê de gelek çekên leşkerên dijmin hatine desteserkirin û gelek cenazeyên hêzên dijmin jî di kontrola hêzên me de ye.

Gerîlayên me ji roja ku operasyon dest pê kiriye, 3 rojan li ser hev çalakî li dijî hêzên dijmin kirine û kontrola qadê bi temamî di destê gerîlayên me de ye. Yekîneyên dijmin ên ku ketine kemînê nikarin xwe ji qadê vekişînin.

Di çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatine kutşin.

Operasyon hê jî berdewam dikin û hêzên dagirker bi ser qadê de teknîka pêşketî pir zêde bi kar tînin. Agahiyên berfireh ên derbarê şer û çalakiyan ên qada operasyonê piştre wê bi raya giştî re werin parvekirin.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de 30’ê Îlonê saet 15.30’an li Şirnex Gabarê, bi ser qereqola Girê Cotyar de hêzên me çalakiyek pêk anîne. Ji du baskan ve mewziyên dijmin ji hêzên gerîla re bûne hedef û tespîbûyî leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker qad daye ber obûs û topên hawanan.

LI LICÊ LEŞKER ZEXT LI GUNDIYAN KIRIN

29’ê Îlonê saet 17.00’an artêşa TC’ê ya dagirker li gundê Nenya ya Licê ya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi ser malên gundiyan de girtiye û zext li ser gundiyan kiriye.

Operasyon heman rojê saet 20.30’an vekişiyaye.’’