HPG: Hêzên me derbên giran li operasyonên dagirker ên li Agirî û Colemêrgê dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku, di çalakiyên cihê de 18 û di çalakiyên li Agiriyê de jî 10 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kitekitên çalakiyên li Colemêrg û Agiriyê diyar kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Dersimê jî agahî da û daxuyand ku li Sêrtê kesê bi artêşa Tirk re dixebitî hatiye ‘cezakirin.’

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye;

LI COLEMÊRGÊ 18 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînanê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistine.

Hêzên me di 9’ê Îlonê de li dijî yekîneya operasyona li qada Gostê ya Şemzînanê, li dijî leşkerên dijmin ên li Kurê Mizgeftê û li dijî qereqola Stûnê çalakî li dar xistine.

Di çalakiyê de hêzên me di heman wextê de li qereqolên Kurê Mizgeftê û Stûnê dane û yekîneya operasyonê ya li qada Gostê kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve li dijmin dane. Li vê derê 3 kozikên wan ên parastinê jî tê de bi giştî 6 kozikên dijmin hatine îmhakirin.

Di van çalakiyan de bi giştî 18 leşkerên dijmin hatine kuştin. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker piştî çalakiyan, leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi hêstiran ji qadê derxistine û bi obus û hawanan li qadê dane. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.

Di heman rojê de saet di 08.20’an de hêzên me li dijî asayîşa Çemê Kurkê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi tank, obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

ÇALAKIYÊN LI AGIRIYÊ: BI KÊMANÎ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 7’ê Îlonê de yekîneyên veşartî yên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Kirê Halaç, Demîrkapi û Qederçavûş a herêma Gilîdaxê ya Agiriyê operasyonek dane destpêkirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehît Mahîr, Şehît Eylem û Şehît Argeş de di heman rojê de saet di 23.50’an de yekîneyeke operasyonê ya dijmin kirine hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di 9’ê Îlonê de hêzên me yekîneya operasyonê ya li qada Demîrkapiyê kirine hedef. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê wesayîtên zirxî hatine mudaxeleyê lê hêzên me li van wesayîtan jî dane lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de bi şev hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li Girê Qederçavûş jî çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran bi qasî saetekê qada çalakiyê bomberdûman kirine.

Vê operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bêyî ku encamê werbigire, di 10’ê Îlonê de bi paş ve hatiye kişandin.

Di 9’ê Îlonê de saet di 15.00’an de helîkopterên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Gordê ya Çiyayê Tendûrekê bomberdûman kirine. Hêzên me li van helîkopteran dane û ev helîkopter ji qadê vekişiyane.

LI DERSIMÊ ŞER

Di 8’ê Îlonê de gerîlayên me li nêzî gundê Hakîsê ya Qisleyê ya Dersimê rastî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şer çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî şer helîkopterên kobra qad bomberdûman kirine û ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û şewata li qadê hê jî didome. Gerîlayên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

LI SÊRTÊ KESEK HATE ‘CEZAKIRIN’

Li Sêrtê kesê bi navê Mehmet Selîm Aslan ê ku li dijî hêzên me komployan amade dike û pêkutiyê li gel dike, ligel ku gelek caran hatibû hişyarkirin jî, bi dijmin re tevdigeriya. Ev kes di 9’ê Îlonê di saet 22.00’an de ji aliyê hêzên me ve hate cezakirin.”