HPG: Hevrê Rustem li Xantûrê bû efsane!

HPG: ‘’Hevrêyê me Rustem Cûdî li gel ku birîndar jî bû bi rojan şer kiriye, piştî ku cebilxaneya wî qediyayaye, teslîm nebûye, ji kendalan xwe avêtiye û şehîd bûye.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê ya gerîlayekî ku li Heftanînê şehîd bûye, ragihand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi berxwedanî û lehengiyên mezin heta bi îro hatiye. Şehîdên me yên ku bi lehengiyên mezin partiya me heta bi îro anîne, her wiha rêz û rêçikeke berxwedaniyê ya hilneweşîn ava kirine.

Di demên wiha de ku dewleta TC’ê ya mêtinger êrîşên xwe yên îmhayê zêde kirine, ji nav refên têkoşîna azadiyê bersiva herî zelal û tûj dane van êrîşan. Giyanê Apoyî ku bi 14’ê Tîrmehê de dijmin di zinanên wan de têk birî, bûye gerîla, li xaka Kurdistanê berxwedan geş kriye, bûye gel û hilgirê hêviya azadiyê ya Kurd. Deweta TC’ê ya ji bo ku Têkoşîna Azadiyê tine bike bêhijmara êrîş anî li bara PKK’ê ku her carê jê xurt bûyî li bara milîtaniya PKK’ê şikestiye.

Dewleta TC’ê ya dagirer li bara operasyona dagirkrinê ku ji ya bi mebesta ku xeyalên mêtingehkirina Kurdistanê 16’ê Hezîranê dayî destpêkirin giyanê militan ê  Apoyî yê nehejîn dîtiye. Dewleta dagirker ku ji roja operasyon dest pê kirî ve qadê bi rengekî giran bombe dike, çawa ku kete nav xakên Heftanînê berxwedaniyeke xurt ditiye. Li gel teknîkeke zêde jî artêşa dagirker ji gerîlayan derbên mezin xwariye, nekariya ku li bara gerîlayan bigire û ji gelek deveran ku leşker lê hatibûn danîn bêga maye ku vekişe. Operasyona dagirkirinê ku dewleta TC’ê ya dagirker bi halanên serfiraziyê dayî destpêkirin li bara berxwedana gerîla şikestineke mezin xwariye, daxwaza wan di gewriya wan de manye û ketine nav bêdengiyeke giran.

Berxwedana Heftanînê ku li dijî operasyona dagirkirinê gerîlayên me li ser xeta gerîlayê dema nû ya Modernîteya Demokratîk geş kirî, rêz û rêçika berxwedanê ya li Kurdistanê careke dî daniye holê.  Her hevrêyê me ku di pêvajoya berxwedanê ya bomdar de şehîd bûyî ev berxwedana dastanî bi xwîna xwe nivisîne. Her hevrêyê me romana berxwdanê nivisisiye û li nav dîroka azadiya Kurdistanê cihê xwe yê birûmet dîtiye.

HEVRÊ RÛSTEM TESLÎM NEBÛYE, JI KENDALAN XWE AVÊTIYE Û ŞEHÎD BÛYE

Hevrêyê me Rustem Cûdî, 12’ê Tîrmehê li qada Xantûrê dema ku li dijî artêşa TC’ê ya dagirker şer kirî, li gel ku birîndar jî bû bi rojan şer kiriye, piştî ku cebilxaneya wî qediyayaye, teslîmî artêşa mêtinger û faşîst a TC’ê nebûye û ji kendalan xwe avêtiye û şehîd bûye. Agahiyên sicîlê yên hevalê me Rûstem wiha ye:

Nasnav: Rustem Cûdî
Nav Paşnav: Suleyman Mahmut Hasan
Cihê Bûyinê: Serekaniyê
Navê Dê û Bav: Mehdiye – Mahmut
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Tîrmeha 2020’an / Heftanîn

Vîna Apoyî ya fedayî, teslîm nayê girtin a hevrê Bêrîtan, ku dema 1992’yan, di hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê de tesîmî dewleta mêtinger û nokeran nebûyî, îro li Heftanînê di şexsê hevrê Rûstem de careke dî xeta berxwedanê ya gerîla şanî dost û dijmin daye. Li gel ku dîrok û mekan guherîbe jî giyanê milîtanî yê Apoyî qet neguheriye, alaya berxwedanê ji destekî derbasî destekî dî bûye. Hevrêyê me Rustem ku mînaka berbiçav a şêwaza milîtanî ye, bi berxwedan, şer û şehîdbûna xwe li nav Egîdên Kurdistanê cihê xwe girtiye û di dilê hemû gelê me de cih girtiye.  Hevrêyê me Rustem ku mohra xwe li berxwedaniyeke wiha daniye, ku bi sedan salan wê were vegotin, bûye xerîteryek ku pêşiya gerîlayên azadiyê ronî dike. Hevrêyê me ku 2016’an ji Serêkaniyê tevlî nav refên gerîla bûyî di demek kurt de li ser xeta milîtanî kûr bûye bi jiyan û hevrêtiya xwe tim bûye xwedî roleke pêşeng. Hevrê Rûsem bi berxwedanî, bi vîna xwe ya ku heta bi guleya dawî şer kirî û bi şehîdbûna xwe bêguman bûye yek ji mînakê herî xurt ku temsîla giyanê milîtanî dike, ku Tevgera Azadiya Kurd afirandî. Ev giyan û xeta berxwedanê ya ku temsîla ê dike her deme bi her şertî wê bidome.

Artêşa TC’ê ya dagirker li bara hewlesta hevrêyê me Rustem, ku teslimiyet red kirî, rê nedayî îxanetê li Xantûrê têk çûye. Li bara hevrêyên em Bêrîvan û Ararat ên bi fermandariya Esmer li qada Şeşdara têk çûye. Li bara berxwedana hevrêyên me Amara, Memyan, Nucan, Zerya, Egîd, Mazlûm, Çiya, Şahin, Tolhildan, Goran, Viyan û Xabur li Heftanînê şikiyaye û têk çûye. Gerîlayên Kurdistanê wê daxwaza dewlta TC’ê ya dagirker di gewriya wê de bihêle, mîrateya birûmeta a ku şehîdan hiştî bi her şertî lê xwedî derkeve û li dijî dagirkeran û bersiva gele Kkud û gerîlayên wê yên azadiyê bide.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Rustem ê şehîd, em sersaxiyê didinehemû gelê xwe yê welatparêz û sond dixwin ku em ê xeta lehengiyê ya hevrêyê xwe Rustem serfiraz bikin.’’