HPG: Fermandar Azad Çelê şehîd bû

HPG'ê ragihand ku Fermandar Siddik Bûdakbeyoglû (Azad Çelê) ji ber nexweşiyê şehîd bûye û got, "Serketinên girîng afirand, fermandarî û milîtaniya fedayî ya Apoyî bi rengê herî şareza temsîl kir û navê xwe li dîroka lehengiyê ya Kurdistanê nivîsand."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Lehengê Çelê ku yek ji navendên qedîm ên gel û welatparêziya Kurdistanê ye, fermandarê me Azad Çelê ji ber nexweşiyê 2'ê Îlona 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Azad Çelê wiha ne:

Nasnav: Azad Çelê
Nav paşnav: Siddik Bûdakbeyoglû
Cihê jidayikbûnê: Çelê
Dayik-Bav: Hediye-Fazlettîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Îlona 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me Azad Çelê, xelkê Çelê ku warê şoreşgerên leheng e û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Çelê ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye, hem ji ber cihê xwe hem jî ji ber ku li navenda çiyayên Zagrosê ye, ji berê ve navenda serhildanan e. Xelkê me yê Çelê ku hem li Bakur hem jî li Başûr bi hev re dijî û sînorên çêkirî nas nake, têkiliya xwe ya bi Kurdîtiya welatparêz ti carî qut nekiriye. Bi destpêkirina tevgera PKK'ê re xelkê me yê Çelê ev partiya herî welatparêz û şoreşger a Kurdistanê hembêz kir û bû şopdarekî bêeman ê vê dozê. Herêma Çelê ku yek ji qadên destpêkê yên têkoşîna me ya gerîla ya 40 salî ye, di nava dehan salan de ewladên xwe yên herî bijarte, leheng û dilê xwe ji bo welatê azad lê dide tevlî nava refên gerîla kir. Artêşa me ya gerîla jî bi van tevlîbûnan mezin bû, têkoşîneke hîn bi xurtî meşand, di bin fermandariya artêşa şehîdan de mîrateyeke gerîla ya bi dehan salan a serketinê li pey xwe hişt. Di afirandina vê rabirdûya bi şeref de, li gel keda Rêber Apo, şehîdan û xelkê tevahiya Kurdistanê, keda xelkê me yê Çelê ne cihê nîqaşê ye.

Hevrêyê me Azad Çelê sala 1972'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku xelkê me yê Çelê xwedî bîreke dîrokî ya raperînên Kurdan û kevneşopiya eşîrî ye, her wiha ji ber ku malbata wî bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve dilsoz bû, hevrêyê me Azad jî bi hestên welatparêziyê mezin bû. Têkoşîna Apoyî ji nêz ve nas kir, bû şahidê jiyana gerîla. Heta lîseyê xwend, lêkolîn kir, kesayetekî têgihiştî bû. Bi hestên xwe yên germ û hişmendiya xwe baweriya xw epê anî ku divê ji bo Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Li ser vê bingehê sala 1990'î destpêkê weke milîtanekî ERNK'ê li gund, bajar û bejahiyê bi erk û wezîfeya xwe rabû. Piştî 4 salan li ser vê bingehê têkoşîna û sala 1993'an tevlî nava refên ARGK'ê bû, bû gerîla. Di demên herî zehmet ên têkoşîna me de li Zagrosan gerîlatî kir, bi wêrekiyeke mezin li refên herî pêş ên çalakiyan cih girt, dinya li leşkerên Tirk ên mêtinger teng kir û bû fermandarekî Apoyî yê xwedî tecrûbe û şareza. Ji Zagrosan heta Behdînanê, ji Behdînanê heta Qendîlê bi erk û berpirsyariyên şoreşgerî rabû û ji bo serketinê hewl da. Di gelek çalakiyan de serketin bi dest xist û gelek caran hêjayî xelatê hate dîtin. Ji bo tecrûbeyên xwe yên pratîkî li ser bingeha îdeolojiya Apoyî veguherîne fermandariya serketinê derbasî Qada Rêbertî bû û tevlî perwerdeya Rêber Apo bû. Jiyana Rêber Apo bi xwe dît, rêbaza Rêbertî ji nêz ve şopand, dersên girîng jê derxist û weke milîtanekî bi baweriyeke mezin a partiyê cihê xwe di nava ewlekariya Rêber Apo de girt. Pêvajoya ku bi Rêber Apo re ma ji bo wî bû dema diyarker a jiyanê û tiştên ji Rêbertî hîn bû kir hîmê bingehîn ê jiyana xwe.

Weke şagirtekî baş ê Rêber Apo, milîtanekî şareza û hevrêyekî ji dil ve girêdayî li ser bingeha îdeolojiya Apoyî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li çiyayê Zagrosan heta sala 2011'an il ser vê bingehê têkoşiya, bi taybetî di pêvajoya sala 2011'an de pêşengî ji operasyonên şoreşgerî yên gerîla re kir.

Dema ku paşverûtiya DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê bû belayê serê gelan bi taybetî jî gelê Kurd, hevrêyê me Azad bi tecrûbeya xwe ya bi salan rahişt çeka xwe û hêza têkoşîna gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li dijî faşîzma DAÎŞ'ê weke milîtanekî Apoyî li refên herî pêş têkoşiya û cihê xwe di nava têkoşîna bi rûmet a rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê de girt. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşîna hebûn û azadiyê dewam kir.

Hevrêyê me Azad ku di dema şer de lingekî xwe winda kir, gazî bû û tenê bi protez dikarîbû bimeşiya, ev yek li pêşiya xwe ti carî weke astengî nedît û meşa xwe ya şoreşê bênavber dewam kir. Her wiha li pêşberî rastiya Rêbertî û şehîdan tevlîbûna xwe her tim kêm dît, ji partiya me PKK'ê re rapora çalakiya fedayî nivîsand û pêşniyar kir ku çalakiya fedayî bike, ji bo vê jî israr kir. Ruhê fedayî yê hevrê Azad, dilsoziya wî ya bêteredût a bi xeta Apoyî re, milîtaniya wî ya xurt û enerjiya xwe ya bêdawî, ji milîtaniya ERNK'ê heta şervaniya ARGK û fermandariya HPG'ê û gerîlatiya modernîteya demokratîk di nava 32 salên şoreşgerî de serketinên mezin afirand. Li her qada ku lê ma dweke endamê Konseya Fermandariyê di asta herî bilind de wezîfe kir û fermandariya eyaletê kir.

Hevrêyê me Azad bi kesayetiya xwe ya bi coş û kelecana roja destpêkê ya tevlî bû, gelek tişt hebû ku ji bo gel û welatê Kurdistanê bike, lê bi nexweşiya kanserê ket. Bi moralê şoreşgerî û baweriya Apoyî li hemberî vê nexweşiya têkoşiya, tedawî bû û ev nexweşî têk bir. Lê belê dema dawî ev nexweşî careke din lê der bû û bû sedema şehadeta wî. Hevrêyê me Azad di nefesa dawî de jî dilê wî ji bo Rêbertî, şehîdan û gel lê dida. Serketinên girîng di jiyana xw eya têkoşînê de bi dest xist û fermandarî û milîtaniya fedayî ya Apoyî bi rengê herî şareza temsîl kir û navê xwe li dîroka lehengiyê ya Kurdistanê nivîsand.

Gelê me yê Çelê yê welatparêz û gelê Kurdistanê bi temamî wê heta dawiyê bi fermandarê me Azad Çelê serbilind be, wê ji bo ciwanên Kurdistanê bibe mînak û çeka wî li erdê neyê hiştin. Em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Azad Çelê pêk bînin û di têkoşînê de xwedî li bîranînên wî derkevin.

Li ser vê bingehê em careke din ji malbata hêja ya welatparêz a hevrê xwe, ji xelkê Çelê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."