HPG: Em şehîdên Zapê yên fedayî bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin; armanca wan ku Rêberê azad û Kurdistana azad e, bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Tîrmeha 2017'an li herêma Zapê di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Sîpan, Savûşka û Mûnzûr şehîd bûn ku her kêliya têkoşînê bi ruhê fedayî yê Berxwedana Zindanan a Mezin a 14'ê Tîrmehê derbas dikir. Em hevrêyên xwe yên fedayî di salvegera şehadetê de bi rêz û minet bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sîpan Mûş
Nav paşnav: Selahattîn Efe
Cihê jidayikbûnê: Mûş/Kop
Dayik-Bav: Vesîle-Nîzamettîn
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017 / Zap

Nasnav: Savûşka Devrîm
Nav paşnav: Yasemîn Yanar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Cevahîr-Şukru
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017 / Zap

Nasnav: Mûnzûr Çiyager
Nav paşnav: Abdûrrahman Balicak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Keser-Omer
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017 / Zap

SÎPAN MÛŞ

Hevrêyê me Sîpan li bajarê Mûşê yê Serhedê li nava malbateke welatparêz û dilsoziyê çanda Kurdîtiyê ji dayik bû û li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Ji ber polîtîkayên xizankirinê ku dewleta Tirk a mêtinger ji bo qirkirina gelê me bi zanebûn dimeşîne, neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Lê belê ti carî ji hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê û nasnameya welatparêziyê qut nebû. Berevajî, polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk ên li dijî gelê me baştir fêhm kir û têgihişt. Hevrêyê me Sîpan gihîşt wê baweriyê ku divê vê têgihiştina xwe bixe pratîkê, bi vî rengî hêjayî têkoşîna azadiyê ya sedan salî ya gelê me bibe û guh da dengê dilê xwe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Sîpan ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû, bi enerjî û dînamîzma ciwantiyê di nava têkoşînê de qet ranewestiya. Bi vê taybetmendiya xwe timî xwe nû kir û di dema herî kurt de bû xwedî tecrûbeya têkoşînê ya bi salan û veguherî gerîlayekî şareza. Pisporiya xwe ya di hunera leşkerî de li qada şer bi tercûbeyê re kir yek û bi vî rengî bû fermandarekî xwedî berpirsyariyên dîrokî. Di asta fermandariyê de li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir. Di dema gerîlatiyê de pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ên ku derbên girîng li mêtingeriya Tirk xist. Hevrêyê me Sîpan bi qasî hunera leşkerî di karên rêxistinî de jî gihîşt asteke girîng û bi berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi coş û moraleke mezin tevlî her karî bû, ji bilî serketinê pîvaneke din ti carî qebûl nekir. Di vê çarçoveyê de bi hezkirina hevrêtiyê ku di dilê wî de ti carî kê nebû xwe û hevrêyên xwe li ser xeta fedayîtiyê perwerde kir û ew kir milîtanên Apoyî. Di vî karî de bû parêzvanekî xurt ê pîvan û feraseta jiyana komunal a partiya me PKK'ê û her hevalekî ku ji aliyê wî ve hate perwerdekirin bû tirsa dilê dewleta Tirk. Bi sekna xwe ya dilnizm û kenê xwe yê ji dil ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve dihate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Sîpan yek ji fermandarên fedayî yên nayê jibîrkirin ên rêxistiniya me ya Hêzên Taybet bû.

SAVÛŞKA DEVRÎM

Hevrêya me Savûşka li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de nirx afirand. Zarokatiya wê di nava êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê derbas bû. Ji ber vê yekê rastiya şer û dijmin zû fêhm kir û têgihişt. Bi vê têgihiştinê di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî karê şoreşê bû û hewl da pêşî li metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me bigire. Hevrêya me Savûşka di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger êrişeke giran dibir ser gelê me û polîtîkayên zext û tecrîdê yên li ser Rêberê me bi rêk û pêk dikir, gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî faşîzma Tirk tevlîbûna li nava refên gerîla ye û tevlî nava gerîla bû.

Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, bi sekna xwe ya têgihiştî bal kişand ser xwe. Ev taybetmendiya xwe bi kûrbûna li nava gerîlatiyê xurtir kir. Hevrêya me Savûşka hincetên tevlîbûna xwe ya li nava partiya me PKK'ê di her kêliya jiyanê de ji kûrahî ve hîs kir, ji bo bibe bersiv ji vê yekê re kete nava lêgerînê. Li ser vê bingehê girîngiyeke mezin da perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk, xwe ji her alî ve ji şerekî giran re amade kir. Baweriya xwe bi wê anî ku serketina li dijî dijmin tenê bi fermandariya serketinê ya fedakar dibe; ev yek jî tenê bi rêxistiniyeke xurt, sekneke fedayî ya kadro dikare pêk were. Bi vê armancê bala xwe da ser Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêberê me, analîzên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê bi baldarî xwend. Analîzên Rêbertî bû sedem ku hevrêya me Savûşka xwe ji nû ve nas bike û bandora sîstemê yek bi yek ji ser xwe biavêje. Bi analîzên Rêbertî yên li ser rastiya Kurd û Kurdistanê, hişmendiya Kurdbûnê li gel xwe xurtir kir û bi gotina xwe 'jinûve vejiya'. Hevrêya me Savûşka gihîşt wê baweriyê ku ev asta îdeolojîk û leşkerî tenê bi tevlîbûna li xeta fedayîtiyê dikare bersiv jê re bê dayin û tevlî rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi têgihiştina ku fedayîtî sekneke jiyanê ye, bi her kêliya xwe, bi mîrateya xwe ya têkoşînê û sekna xwe ya milîtan ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû mînak.

MÛNZÛR ÇIYAGER

Hevrêyê me Mûnzûr li bajarê Şirnexê yê Botanê ku yek ji navendên girîng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora lê mezin bû welatparêz bûn, her wiha ji ber ku şerê li Kurdistanê bi xwe dît, hîn di temenê zarokatiyê de li nava têkoşînê mezin bû. Ji ber vê yekê jî firsend dît ku rastiya dijmin jî ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Mûnzûr ku li nava bingeheke wiha welatparêz mezin bû, dema ku li Şengalê û Kobanê êrişên giran li dijî gelê me dihate kirin û ji heft heta heftê salî xelkê me rabû serhildanê, bi banga seferberiyê ya Rêber Apo biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Bi nasnameya xwe ya welatparêziyê, bi sekna xwe ya têgihiştî û bi kûrbûna xwe ya li qada leşkerî, li nava refên gerîla di demeke kurt de xwe da pêş û bû milîtanekî pêşeng. Bi qasî têgihiştina kûr a dîrokê her wiha bûyerên siyasî yên rojane bi rengekî objektîf şîrove dikir û ders ji van derdixist. Her wiha ji bo afirandina helwesta rêxistinî û leşkerî ya bersivê bide bûyeran, gihîşt asteke girîng. Bi taybetî stratejiya dewleta Tirk a mêtinger a ji bo qirkirina gelê me, baş fêhm kir û gihîşt wê astê ku ev stratejiya dijmin tenê bi têkoşîna di asta fedayîtiyê de dikare bê têkbirin. Yanî kûrbûna hevrêyê me Mûnzûr ne tenê ji aliyê fikrî û teorîk bû, di heman demê de ji bo bixe meriyetê gelekî hewl da. Her carê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me wê bêbersiv nemînin û bi baweriya ku ev yek jî bi kesayetiyeke milîtan a rêxistinbûyî ya li ser bingeha sekna îdeolojîk û leşkerî dikare pêk were, li her qada jiyanê xwe perwerde kir. Di têkiliyên hevrêtiyê de tevî nêzîkatiyên dilnizm û ji dil, bi sekna xwe ya parastina jiyana rêxistinê bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Mûnzûr bû yek ji nûnerên ruhê fedayî yê rêxistiniya me ya Hêzên Taybet.

Hevrêyê me yên fedayî Sîpan, Savûşka û Mûnzûr bi qasî sekna xwe ya li jiyanê bi şehadeta xwe jî şopên kûr ji me hevrêyên xwe re hişt û dibin sedem ku em hîn bêhtir têbikoşin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan, Savûşka û Mûnzûr em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku armanca wan a Rêberê Azad û Kurdistana azad bi ser bixînin."