HPG: Em şehîdên xwe yên fedayî bi rêz bi bîr tînin

HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên fedayî bi ruhê Newrozê bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkidarî gerîlayên ku sala 2019'an şehîd bûn, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"20'ê Adara 2019'an li herêma Heftanînê hevrêyên me Savaş Maraş, Mûnzûr Zerya, Savaş Têkoşîn û Tîrêj Nûjîn dema ku bi erka xwe radibûn, di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

SAVAŞ MARAŞ

Hevrêyê me Savaş sala 1977'an li navçeya Erbistanê ya Mereşê ji dayilk bû û li nava çanda berxwedêr a gelê me yê Elewî mezin bû. Hêzên faşîzan ên dewleta Tirk a mêtinger, qirker û mezhebperesti ji bo Mereşê ji Kurdan xalî bike, ji koka wan qut bikin û gelê me yê Elewî înkar bike, ji bo planên xwe yên qirkirina çandî û asîmîlasyonê ya li ser Mereşê bi ser bixîne, Komkujiya Mereşê kirin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji bo asîmîlekirina gelê li herêma Mereşê ya mirin ya jî penaberî lê ferz dikir, li ser gelê Mereşê bi taybetî jî gelê me yê Elewî polîtîkaya zext û zilmê ya rêk û pêk a demdirêj meşand. Lê belê malbata hêja ya hevrêyê me Savaş israr kir ku li xaka xwe bimîne, bi çanda xwe bijî û bi vî rengî helwesteke welatparêzî ya berxwedêr nîşan da. Hevrêyê me Savaş ku berxwedana civakî kir bingeha kesayetiya xwe, zû bi îdeolojiya sosyalîst û tevgerên çep hesiya, bala wî çû ser wan, kete nava lêgerîneke kûr, gelekî lêkolîn kir û biryar da ku bibe şoreşger. Lêgerîn û hewldanên hevrêyê me Savaş weke şoreşgerekî, qet kêm nebû. Di encama lêgerînên xwe de dît ku tevgera ku bi îdeolojî, gotin û pratîka xwe yek e, Rêber Apo ye. Sîstema dewleta Tirk ji aliyê îdeoojîk ve analîz kir, eşkere kir ku ti pêwendiya vê sîstemê bi rastiyê nîne û li ser vê bingehê sala 1997'an tevlî nava refên tevgera PKK'ê bû ku derfetên jiyana azad pêşkêş dikir. Li Bakurê KUrdistanê di nava şert û mercên herî giran û bêderfetiyan de bû gerîlayekî şareza ku xwedî îradeyeke ji pola bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve rêbaza jiyana Apoyî ji xwe re kir esas, bi têgihiştina 'xirqeyek, pariyek' a felsefeya Apoyî mîna derwîşekî tevlî bû. Di nava her şert û mercî de mîna derwêşan tevgeriya, ji uslûba Apoyî, sekna leşkerî û dîsîplîna bilind a kar ti carî tawîz neda. Bi qasî bêemaniya li dijî dijmin, li dijî her helwest û nêzîkatiya li dijî xeta Apoyî ya li nava rêxistinê bêeman tevgeriya û bû milîtanê xeta rêxistinî ya bêteredût. Li nava PKK'ê bi navê jiyana azad li her cihî berxwedan birêxistin kir, pêşengÎ jê re kir û hîn sax bû di nava PKK'ê de bû sembol, bû fermandarekî me yê mînak. Hevrêyê me Savaş bi îdîaya fedayîtiya Apoyî tevlî saziya fedayiyan bû, cihê xwe di nava gelek karên rêxistinbûna me ya Hêzên Taybet de girt, di her karî de bû xwedî ked, lêgerîn û sebreke mezin, di asteke girîng de gelek gavên nû avêt. Bi fermandariya xwe ya hilberîner, hem dijmin têk bir, di hilberandina gelek teknîkên ku derbê li dijmin dixe bi berpirsyarî rabû, hem jî mohra xwe danî binê gelek gavên taktîkî yên ku şerê me û gerîlatiya serdema nû bi pêş ve bir. Di heman demê de hevrêyên xwe li ser vê bingehê perwerde kir. Gelek serketin û bingeha gelek pêşketinên li nava gerîla bi saya ked û daxwaza bêhempa ya hevrêyê me Savaş pêk hatin. Hevrêyê me Savaş Maraş bi dilnizmî û fedakariya xwe mînak bû, bi dîsîplîna xwe ya kar, nêzîkatiya hevrêtî û rêbaza Apoyî her tim hevrêyên xwe perwerde dikir, bi tunekirina ezeztiya ku sîstemê di kesayetiyan de ava dikir bû sosyalîstekî rasteqîn ê Apoyî, li ser vê bingehê bi salan pêşengî û fermandarî ji civaka fedayiyan a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re kir. Heta ku em tola hevrêyê xwe Savaş Maraş hilînin, em ê nesekinin. Hilanîna tola wî û biserxistina armancên wî ji bo me şopdarên wî hem wezîfeya me ya herî mezin e û deynê hevrêtiyê ye, hem jî soza me ya Apoyî ye.

MÛNZÛR ZERYA

Hevrêyê me Mûnzûr li nava malbateke koçer ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a eşîra Didêrî bi çanda berxwedêrî ya gelê Botanê mezin bû. Sala 1992'an tevlî nava refên partiyê bû, bi bîranîna xwişka xwe ya qet nedîtibû hevrêya ma Bêrîvan Garzan mezin bû ku sala 1996'an şehîd bûbû. Hîn di temenê zarokatiyê de rastiya dijmin a ji bo qirkirina gelê Kurd dît, hîs kir û şahidî jê re kir. Ji ber ku ji nava malbat û derdora wî gelek gerîla û şehîd çêbûbû, hevrêyê me Mûnzûr bû xwedî wê têgihiştinê ku Kurbûneke azad û bi rûmet bêberdêl nabe, ji bo bibe Kurdekî azad û bi rûmet hîn di ciwantiyê de bû xwedî dilekî ji pola. Bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî gerîla bû zû hînî çiyê bû, zû hînî jiyana PKK'ê bû û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî li kesayetiya xwe ya serhildêr a Botanê zêde kir. Hevrêyê me Mûnzûr asta tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê her tim bilind kir, tevlî nava civaka fedayiyan bû, bi rol û mîsyona pêşengiyê rabû. Bi sekna xwe ya îdeolojîk, hevrêtî û tevlîbûna xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de mîna Çemê Mûnzûrê bû xwedî hezkirinê. Bi sade û kûrbûna xwe ya rexnedayinê, bandor li her cihî kir. Tevlîbûneke ji rêzê ti carî li xwe neanî, bû şopdarekî dilsoz ê fermandara me ya fedayî Zîlan. Li ser bingeha gotina 'Em ê ne mîna berê bijîn, ne jî mîna berê şer bikin' a Rêber Apo tevgeriya, bi moral, tevlîbûn û sekna xwe kelecana şoreşgerî di her kêliya jiyanê de nîşan da.

SAVAŞ TÊKOŞÎN

Hevrêyê me Savaş Têkoşîn li nav malbateke koçber û welatparêz tê dinê, ku ji eşîra Dîdêrî ye. Di atmosfera têkoşînê ya PKK'ê de, li nav serhildanên Botanê mezin bûye. Rastiya mêtingeriya dijminê mêtinger zû nas kiriye, bi xeyala ku bibe gerîla tim lê geriyaye ku tolê ji dijmin hilîne. Tim bi wê xeyalê bûye ku were çiyayên Kurdistanê yên bêhempa û bibe gerîlayê azadiyê, dema ku dibe ciwan jî tevlî nav refên partiyê dibe. Dema ku tê nav gerîla jî bêyî ku zor lê bibe di cih de hînî jiyana gerîla bûye û bi îdeolojiya Apoyî xwe perwerde kiriye. Hevrêyê me Savaş rihê şer ê fermandarê me Egîd ê nemir ku mohra xwe li Botanê daye û helwesta wî ya leşkerî ji xwe re mînak dîtiye, her demê xwestiye biçe Gabarê ku tim bêrî lê dikir û dilê wî bi ser ve bû. Bi bêrîkirin, azweriyeke zêde, bi îdîa û biryardariya mezin bi armanca ku tevlêbûna xwe ya li nav têkoşînê geş bike tevlî nav fedayiyên Kurdistanê bûye. Bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, bi tevlêbûna bê hesab, fedakarî û dirûstî bûye milîtanekî mînak ê Apoyî. Heta kêliya ku şehîd bûyî jî mîsyona fedaîtiyê bi rengekî herî zîrek temsîl kiriye.

TÎRÊJ NÛJÎN

Hevrêya me Tîrêj Nûjîn jî li navçeya herî welatparêz a paytexta Kurdistanê Amedê li Farqînê jidayik bûye. Lê ji ber zextên dijmin malbata wê bêgav maye ku koçî metropolan bike. Li dûrî welatê xwe, rastiya dewleta Tirk û modernîteya kapîtalîst dibîne û dikeve nav lêgerînan. Piştî lêgerîna li welêt, gel û têkoşînê li kokên xwe vedigere, tê çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla dibe. Her dem bi fedekarî jiyaye, bi wêrekî şer kiriye, bi eşq tevlî xebatan bûye û tim serkeftin daye ber xwe. Ji Heftanînê heta bi deşta Şengalê, ji Şengalê heta bi Zapê û herî dawî li Heftanînê li gelek qadan pratîkeke serkeftî daye. Bi bîreweriya ku li Kurdistanê cihê dagirkeran nîne kîna xwe ya li bara dijmin tim zindî hiştiye û bi misyona fedaîtiyê rabûye. Hevrê Çiyager, fermandarê efsanewî yê Berxwedana Sûrê ji xwe re mînak dîtiye, ji bo ku serfiraziya bêhempa a şoreşa Kurdistanê biafirîne hevrêya me Tîrêj, ji bo ku bibe gerîlaya serfiraziyê ya profesyonel ked, hewldaneke mezin daye û pir lê hûr bûye. Di her şertî de çareserî daye ber xwe, ti carî qebûl nekiriye ku bêgav be û ne xwedi çareserî be, her demê li serkeftinê asê bûye û bi şêwazeke encamgir têkoşiyaye. Hevrêya me Tîrêj fedaîtiya Apoyî heta hilma xwe dawî temsîl kiriye û şehîd bûye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên fedayî bi rihê Newrozê serfiraz bikin."