HPG: Em şehîdên Herekolê bi hurmet bi bîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên ku li Herekolê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: "Em ê jiyana bi rûmet a ku şehîdên me dewrî me kirine veguherînin wan rojan ku bigihin Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên ku par jiyana xwe li Herekolê ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hat gotin, "Gelê Kurdistanê ku şahid e li Kurdistanê azadî û jiyana bi rûmet bi berdêlên mezin derkeve holê, ji her carê zêdetir bi fedekariyê li dîroka bi rûmet xwedî derketiye. Li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk berxwedana hilbijartiye, di şerê tolhildana mezin a zaroyên xwe de ji helwesta xwe ya ku dijmin dihejîne bi paş ve gav navêtiye, mîmarên berxwedanê kiriye abîde. Ev giyanê mezin ê berxwedêr ku gelê me lê xwedî derketiye, milîtanên leheng ên di şerê 2016’an de bûne fedaî, careke dî nîşanî dost, dijmin her kesî daye ku li dijî êrîşên dijmin ê xwedî her cure teknîkê jî çawa li ber xwe daye û êrîş têk birine."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Botan, keleha vî şer û vê berxwedana Kurdistanê, bûye mekanê şervanên dilê ku navê xwe lê li dîrokê neqş kirine. Hevalên me Agît (Veysî Tûnç), Agît ( Zahir Îlhan ), Şerzan (Mustafa Şen), Azad (Kadîr Demîr) û Çiya (Rehber Oz ) Tebaxa par di operasyona artêşa Tirk de şehîd bûne ku operasyon bi tevlêbûna bi hezaran leşker û teknîka pêşketî de pêk hatibû. Em bîranîna van hevalên xwe a bi rengê helwesta wan a dilêr ku nîşan dane weke peywirekê dibînin.

Em ê jiyana bi rûmet ku şehîdên me dewrî me kirine, veguherînan wan rojan ku em bigihin Kurdistana azad, Rêbertiya azad. Em ê bi vê azweriya mezin şerê xwe geş bikin û veguherînin serketinên mezin. Ev sond sonda me ya ji bo şehîdan, meş û şêwaza dilsoziyê ye.

Di şerê 2017’an de ku veguheriye sala têkoşîna mezin, di rêça şehîdan de, bi ruhê fedayî yê Apoyî em ê li nirxên ku gelê me afirandiye xwedî derbikevin, serketinê teqez bikin û em careke din hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr tînin."

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, wiha ne:

Nasnav: Agît Serhildan
Nav paşnav: Veysî Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Dîvan-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: 5-10'ê Tebaxa 2016 / Sêrt

Nasnav: Agît Bagok
Nav paşnav: Zahîr Îlhan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Aysel-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5-10'ê Tebaxa 2016 / Sêrt

Nasnav: Azad Botan
Nav paşnav: Kadîr Demîr
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Raîfe-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 5-10'ê Tebaxa 2016 / Sêrt

Nasnav: Çiya Koçer
Nav paşnav: Rehber Oz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hatîce-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 5-10'ê Tebaxa 2016 / Sêrt

Nasnav: Şerzan Cûdî
Nav paşnav: Mûstafa Şen
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Feyrûze-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5-10'ê Tebaxa 2016 / Sêrt