HPG: Em şehîdên Bazên Zagrosê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên Bawer, Agir, Atakan û Welat, gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin û xeyalên qirkerî û dagirkeriyê yên dijmin careke din hate têkbirin. Li herêma Zapê, hevrêyên me Baweri, Agir, Atakan û Welat ku bi berxwedana xwe destanên lehengiyê nivîsandin û erka xwe ya pêşengiyê bi cih anîn, di vê pêvajoya berxwedanê de li refên herî pêş cih girtin û bi fedakariyeke mezin şer kirin, di demên cuda de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bawer Botan
Nav paşnav: Hasan Ozmen
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hatîce-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Gulana 2021 / Zap

 

Nasnav: Agir Tolhildan
Nav paşnav: Nûzad Mûhammed Reşat
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Gulnaz-Mûhammed Reşat
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Gulana 2021 / Zap

 

Nasnav: Atakan Konya
Nav paşnav: Haci Aydin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Cemîle-Husamettîn
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2021 / Zap

 

Nasnav: Welat Rizgar
Nav paşnav: Vedat Yokûş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Sabîha-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Zap

BAWER BOTAN

Hevrêyê me Bawer Botan li bajarê me Sêrtê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji dayik bû. Hevrêyê me Bawer li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di salên 1990'î de dema ku dewleta Tirk a qirker ji bo Kurdistanê bê Kurd bihêle û welatparêziya gel tasfiye bike dest bi şewitandin û valakirina bi hezaran gundên Kurdistanê kir, neçar man koç bikin. Di encama zextên faşîzan ên dewleta Tirk de yek ji malbatên me yên ku neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike malbata hevrêyê me Bawer bû. Lê belê ti carî li hemberî rastiya dijminê qirker serî netewand, reng da her devera ku diçû û veguherand navendeke welatparêziyê. Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê ku bi serhildanên gel û ciwanên xwe yên serhildêr naskirî ye, bû yek ji ciwanên serî hilda.

Hevrêyê me Bawer karakterê asîmîlasyon û qirker a dewleta Tirk ji nêz ve dît, rastiya dijmin nas kir û tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Di nava tevgera ciwanên şoreşger de weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet hewl da bi rola pêşengiyê rabe û gelek kar kir. Roj bi roj bêhtir têgihiştî bû, aktîvîsteyên xwe zêde kir û ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hate destgîrkirin, 2 caran jî hate girtin. Lê belê zextên dijmin nekarîn li pêşiya hevrêyê me Bawer bibe asteng û daxwaz û baweriya xwe ya bi têkoşînê timî dewam kir. Di nava tevgera ciwanan de bi salan pêşengî kir û sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrê Bawer ku li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li vê derê alfabeya jiyana gerîla hîn bû, bû şervanekî şareza û roj bi roj bêhtir bû xwedî tecrûbe. Li çiyayên Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şahidî ji gelek lehengiyan re kirine, gerîlatî kir û hîn bi xurtî bi vê derê ve hate girêdan. Weke ciwanekî Kurd ê sivîl hate qada Zapê, lê bi salan re bi keda xwe bû fermandarekî Apoyî. Hevrêyê me Bawer ku mîna Zapê xwedî karakterekî xurt û serhildêr bû di nava pêvajoya şer a 6 salên dawî bi roleke çalak rabû û bi her awayî xwe tevlî pêvajoyê kir. Hevrê Bawer bû xwedî meşeke bênavber û piştî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hate ragihandin ji bo serxistina vê pêngavê li qada Zapê bû yek ji fermandarên Apoyî ku bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me Bawer bû navê lêdana derbê li dijminê mêtinger û bû yek ji fermandarên fedayî yê Apoyî yê li Zapê. Di 6-7'ê Gulanê de li qada Tîpa T'ê, di şer û bombardûmanê de tevî hevrêyê me Agir bi lehengî şer kir û şehîd bû.

AGIR TOLHILDAN

Hevrêyê me Agir li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava derdoreke welê mezin bû ku rastiya gelê welatparêz veguherî sîstemeke civakî û Şoreşa Azadiyê ya Rojava lê pêk hatiye. Di dilê hevrêyê me Agir de hestên welatparêziyê şîn bû. Şahidî ji êrişên dewletên mêtinger, hêzên hegemon û nokerên wan ên herêmî re kir. Di heman demê de li nava civakê weke karkerekî kar kir, ked nas kir û ked ji xwe re kir esas. Piştî ku karakterê demokratîk sosyalîst ê PKK'ê, rastiya neteweparêziya demokratîk û doza azadiyê ya gelê Kurd nas kir, weke ciwanekî Kurd biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Agir dît ku rêya têkoşîna encamgir û azadkirinê gerîla ye û sala 2018'an hate çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Agir ku welatparêziya gelê me yê Rojava di kesayetiya xwe de şîn kir, zû hînî jiyana gerîla bû. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve xwe perwerde kir û gihand wê asta gerîla ku li ber zexta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd tê kirin raweste. Destpêkê li Behdînanê, piştre jî li Zapê kar kir. Li qada Zapê pîvanên gerîlatiyê hîn bû, ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk bixe meriyetê gelekî hewl da. Bi kesayetiya xwe ya çalak û kelecan zû bi pêş ket û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di gelek çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi roleke çalak rabû. Dİ 6-7'ê Gulanê de di şer û bombardûmanê de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

ATAKAN KONYA

Hevrêyê me Atkan Konya li navçeya Silopya Şirnexê ku di dîrokê berxwedaniya dîrokî kirî, çêbûye. Li nav mablateke welatparêz mezin bûye û kesayata berxwedêr a gelê Botanê bi xwe re çêkiriye. Hay ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin, xasma ên li ser gelê Botanê çêbûye, hevalên wî yên derdorê ku tevlî nav refan bûne kariger bûye, PKK ji nêz ve nask iriye û sala 2013'an tevlî nav refên gerîla bûye. Piştî ku 2 salan li qada Botanê pratîkê dike dema komkujiya DAÎŞ'ê ya li ser gelê Şengalê ji bo ku gelê Şengalê ji qirkirinê xilas bike berê xwe daye Şengalê. Hevrêyê me Atakan ku bi rengekî aktîf li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê şer kirî, piştî xebata 2 salan a li vê derê berê xwe daye Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk a li Qadên Parastinê yên MedyaYê xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Atakan li her devera ku çûyê hezkirin û dilsoziya li Rêber Apo û gelê xwe bi pratîka serkeftî nîşan daye. Di pêvajoya dawî de piştî ku dijmin operasyon aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me Aktan tevlî nav pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bûye. Di vê pêvajoya pêngavê e tarz û taktîka ya gerîlayê serdema nû bi hostayî bi cih aniye. Di gelek çalakiyan de ku tevlê bûyî derbên giran li dijmin hatine xistin û di şikandina êrîşên dagirker de yên li ser qada Zapê bi roleke girîng rabûye. Hevrêyê me Atakan bi tûjbûna îdeolojîk heta bi qada leşkerî bi disîplîna xwe li nav hevrêyên xwe bûye mînak, bûye yek ji milîtanê pêşeng ê Pêngava Bazên Zagrosê.

WELAT RIZGAR

Hevrêyê me Welat li Êlihê li nav malbateke welatparêz çêbûye û mezin bûye. Ji zaroktî ve bûye şahidê qirkirina fizîkî û çandî ya dewleta Tirk a faş3ist a li ser gelê Kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê yên giran ên dewleta Tirk ditiye. Xasma ji ber ku li Êlihê, ku yek ji navenda kuştinên nediyar ên JÎTEM û Hîzbûl-Kontra bû, çêbûye û mezin bûye, ew bixwe bûye şahidê rûdanên û vê kiriye ku hevrêyê me Welat bibe xwedî bîr û baweriyeke welatparêz. Hevrêyê me Welat li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk lêgeriyaye  ku hin rê û rêbazan deyne ber xwe, gihaştiye wê bîr û baweriyê ku têkoşîna herî encamgir li çiyayê Kurdistanê diare were dayin û tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Welat ku sala 2013'an tevlî nav refên gerîal dibe, bi azwerî, fedakarî û dilgerimiya xwe bilez hînî jiyana gerîla bûye. Ji roja pêşî ku tevlî nav gerîla bûyî li hemû qadên Zagrosê xebitiye, li qadên herî zor dema ku pratîk kirî, perwerde di ser guhê xwe re neavêtî ye, xasma hewl daye serwextî felsefeya Rêbertî bibe. Bi xebatkarî û zekaya xwe li xwe zêde kiriye û li dijî operasyona dewleta Tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bûye pêşengê çalakiyan. Hevrêyê me Welat hewl daye ku bi serfirazî ji bin peywirên xwe derkeve, bi hîsa berpirsyariyê kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin. Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Bawer, Agir, Atakan û Welat, ku bi azweriya xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bi roleke kilîd di serfiraziya Pêngava Bazên Zagrosê de rabûne, serê tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.''