HPG: Em şehîdên Amed û Sêrtê bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got ku “Em sozê didin ku em ê alaya têkoşînê ya ku rêhevalên me ji me re hiştine, bigihînin serfiraziyê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên şehîd daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Şerê li dijî hêzên dagirker a gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji serdemeke dîrokî derbas dibe. Ji bo ku vê pêvajoya şer bi awayê herî rast û di demeke kurt de were ragihandin, hemû yekîneyên gerîlayan seferber dibin. Lê ji ber şertên şer û xwezayê jin agahî bi derengî tên ragihandin. Bi taybetî bûyerên di zivistanê de yên li Bakurê Kurdistanê pêk tên, di biharê de tên zelalkirin. Li ser vî esasî, gelek bûyerên ku di payîz û zivistanê de pêk hatine, ji aliyê me vê lêkolîn li ser wê tê kirin û piştî ku bûyer bên zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.

AMED

Di 17’ê Kanûna 2018’an de li Licêya Amedê hêzên me wesayîtek xistine bi kontrola xwe ya ku sîxur tê de bûn. Hêzên me di heman rojê de li vê wesayîtê daye. Ev wesayît hatiye îmhakirin, 3 sîxur hatine kuştin û sîxurek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Yekîneyên me di vê operasyonê de jî derbên giran li dijmin xistine. Di şerê 4 rojan de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin û rêhevalên me Botan (Velî Taşkiran) û Harûn (Ayhan Kuçukçelebî) piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.

SÊRT

Di 2’ê Cotmeha 2018’an de artêşa Tirk dagirker li gundê Erenler ê Sêrtê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şerek çêbûye. Hêzên dijmin di van şeran de nekariye bi pêş were û qada operasyonê bi balefirên şer bomberdûman kiriye. Di van bomberdûmanan de rêhevalên me Rûbar (Ramazan Hergul) û Sîser (Ridvan Korkmaz) şehîd bûne.

EM Ê ALAYA ŞEHÎDAN A TÊKOŞÎNÊ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ

Rêhevalê me Botan Farqîn li Farqîna Amedê ji dayîk bûye û li hemberî polîtîkayên dijmin ên înkar û îmhayê di sala 2008’an de tevlî nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Rêhevalê me Botan ji roja ku tevlî têkoşînê bûye armanca wî ev bûye ku li ser felsefeya Rêber Apo be. Rêheval Botan di nava demeke kurt de bûye gerîlayekî pratîk û hemû peywirên xwe bi cih aniye. Rêheval Botan di gelek çalakiyan de rolên girîng stendiye û derbên giran li dijmin daye. Rêheval Botan bi awayekî birîndar 4 rojan li hemberî dijmin li ber xwe daye û piştre şehîd bûye.

Rêhevalê me Harûn Kop li Kopa Mûşê ji dayik bûye û di zaroktî de rastiye dijmin fêm kiriye. Rêheval Harûn di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bi berpirsyariyeke mezin nêzî peywirên xwe bûye. Rêheval Harûn heta kêlîka dawîn li hemberî dijmin şer kiriye û di şertên herî dijwar de dev ji fedakariya xwe bernedaye.

Hevrêyê me Rûbar Rojhat li navçeya Xîzan a Bedlîse li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di emrê xwe yê biçûk de ji ber dijî polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê yên dijmin tevî malbata xwe neçar ma li metropolan bi cih bibe. Hevrê Rûbar ku di wî emrî de li dijî dijmin xwedî hêrseke mezin bû, li dijî her şêwe êrîşên qirêj ên dijmin sala 2011'an tevlî nava refên azadiyê bû. Bi sekna xwe ya fedakar a li çiyayên Kurdistanê, tevî emrê xwe yê ciwan jî wezîfeyên zehmet hemû bi ser xist. Li Eyaleta Garzanê li gelek qadan bi wezîfeyên girîng tevgeriya û heta şehîd bibe, bi biryardariyeke mezin wezîfeyên xwe yên têkoşînê bi cih dianî.

Hevrêyê me Sîser Tatwan sala 1989'an li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji dayik bû. Sala 2015'an tevlî nava refên têkoşînê bû ku wê demê têkoşîna me ya azadiyê berxwedana li dijî hovîtiya qirker û êrîşên dagirkeriyê têkoşîn mezin kiribû. Hevrê Sîser ku bi ruhê seferberiyê tevlî nava refên têkoşînê bû, bi biryardariyeke mezin bû milîtanekî serketî yê têkoşîna azadiyê. Hevrê Sîser bi perwerdeya xwe di gerîlatiya profesyonel de şareza bû û li eyaleta Garzanê karekî çalak meşand. Hevrê Sîser bi sekna xwe ya bi biryar û rêbaza xwe ya têkoşînê di demeke kurt de cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de wergirt.

Ji ber van şehadetên giran, bila serê malbatên hevrêyên me yên şehîd bûne û gelê Kurdistanê sax be. Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêyên xwe bi ser bixînin."

NASNAMEYÊN GERÎLAYAN

Nasnameya gerîlayên şehîd wisa ye:

Nasnav: Botan Farqîn

Nav û paşnav: Velî Taşkiran

Cihê jidayîkbûnê: Amed

Navê dê û bav: Fesîhe – Mehmet Zekî

Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Kanûna 2018’an/Amed

 

Nasnav: Harûn Kop

Nav û paşnav: Ayhan Kuçukçelebî

Cihê jidayîkbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Aysel - Selahattîn

Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Kanûna 2018’an/Amed

 

Nasnav: Rûbar Rojhat

Nav û paşnav: Ramazan Hergul

Cihê jidayîkbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav:Cemîle - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2018’an/Sêrt

 

Nasnav: Sîser Tetwan

Nav û paşnav: Ridvan Korkmaz

Cihê jidayîkbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav: Meryem - Yilmaz

Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2018’an/Sêrt”