HPG: Em hevrêyê xwe Ozgur bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê gerîla Ozgur Karakoçan (Kemal Akyol) bi rêzdarî bi bîr anî ku 4'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşa bi balafiran şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

4'ê Îlona 2017'an ji ber êrîşa bi balafirên şer a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Ozgur Karakoçan (Kemal Akyol) tevlî karwanê şehîdan bû.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Ozgur Karakoçan
Nav paşnav: Kemal Akyol
Cihê jidayikbûnê: Fransa
Dayik-Bav: Gulperî-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Malbata Akyol a ji Dersimê ku ji ber komkujî, zext û zordariya faşîzma TC a li ser gelê Kurd neçar ma koçî Ewropayê bike, nirxên xwe li Ewropayê jî parast, demeke dirêj cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih girt û xwedî li nirxên welatparêziyê derket. Hevalê me Ozgur jî li nava malbateke wiha mezin bû û ji zarokatiya xwe ve bi nirxên Kurdistanê mezin bû. Tevî ku li nava sîstema Ewropayê mezin bû jî hevalê me Ozgur da dû nirxên xwe û di dema ciwantiyê de bi rengekî çalak cihê xwe di nava Tevgera Azadiyê de girt. Hevalê me Ozgur ku nekarî li sirgûnê xwe li hesreta welêt rabigire, di ciwantiya xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevalê me Ozgur dema ku xwe gihand nava refên gerîla, bi ruhê xwe yê ciwantî û jîrbûna xwe bala hevalên xwe kişand û li her cihê lê ma bû mirovekî jê dihate hezkirin. Bi daxwazeke mezin dest bi gerîlatiyê kir û zû bi pêş ket. Tevî ku li Ewropayê mezin bû jî, hezkirina Kurdistanê ya di dilê wî de û hêrsa wî ya li dijî dijmin kir ku di demeke kin de hînî jiyana li çiyê bibe. Bi sekna xwe ya bi moral û daxwaz, demeke kin bû gerîlayekî bi bandor û li her deverê bû xwedî cihekî diyar. Bi taybetmendiyên xwe yên xweser tevlî refên têkoşînê bû û heta nefesa xwe ya dawî bi dilê xwe yê pak, bi dilsoziya bi Rêber Apo re tevlî bû.

Ji ber şehadeta hevalê me Ozgur, em ji malbata xwe ya hêja malbata Akyol û tevahiya gelê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Û di şexsê hevalê Ozgur de em careke din soz didin ku heta Kurdistana azad û xwegihandina Rêberê azad em ê têkoşîna xwe bidomînin."