HPG: Em hevrêya xwe Nûrhak a li Xarpêtê şehîd bû bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, Nûrhak Boran Amanos (Döndü Gök) ku par meha Îlonê li Xarpêtê şehîd bû bi bîr anî.

Daxuyaniya ku li ser malpera navendê hate ragihandin wiha ye:

"22-23'ê Îlona 2017'an artêşa TC a faşîst bi desteka SÎHA li bejahiya navçeya Depê ya Xarpêtê dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de, di navbera hêzên dijmin û yekîneyeke me ya gerîla ya bi pêşengiya heval Dersim de şerekî dijwar qewimî. Vî şerî du rojan dewam kir. Hinek ji hevalên me yên di nava komê de şehîd bûn. Ji ber şert û mercan me nekarîbûn nasnameya hevala xwe Nûrhak Boran Amanos zelal bikin. Hevala me Nûrhak heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Nasnameya hevala me ya şehîd ketiye wiha ye:

Nasnav: Nûrhak Boran Amanos
Nav paşnav: Döndü Gök
Cihê jidayikbûnê: Mereş
Dayik-Bav: Guley-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Îlona 2017 / Xarpêt

Hevala me Nûrhak li herêma başûrê rojava yê Kurdistanê li navçeya Elbîstan a Mereşê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevala me Nûrhak ku bi nirxên xwe yên resen mezin bû, li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên dijmin, di emrekî ciwan de cihê xwe li nava refên têkoşîna azadiyê girt. Demeke dirêj tevlî karê cwianan bû. Piştre li dijî şerê qirkirinê yê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî gelê Kurd ragihand, ji bo hê bi xurtî têbikoşe tevlî nava refên gerîla bû. Hevala me Nûrhak li her cihê lê bû bi ruh û kelecana ciwantî têkoşiya, ji aliyê hevalên xwe ve timî hate hezkirin û weke mînak hate dîtin. Bû yek ji parêzvanên xeta azadiya jinê ya Rêber Apo û bi sekneke milîtanî cihê xwe di nava refên gerîla de girt. Bi daxawza azadiyê têkoşiya û herî dawî derbasî qada Bakur bû. Li vê qada şerê giran, bi sekna xwe ya li dijî dijmin ku qet serî netewand, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Ji ber şehadeta hevala me Nûrhak, di serî de ji malbata Gök re ku gelek şehîdên xwe heye û ji tevahiya gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza 'Bi Rêberê azad re jiyana Kurdistana azad' ku xewn û xeyala şehîdên me ye, dubare dikin."