HPG: Em hevrêya xwe Çirav Avesta bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê gerîla Betul Yildiz (Çirav Avesta) bi bîr anî ku sala 2016'an li Amedê şehîd bû û got, "Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me ya şehîd bû, em sersaxiyê ji xelkê Êrsê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Hevrêya me Çirav Avesta dema ku li eyaleta Amedê bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye wiha ne:

 

Nasnav: Çirav Avesta
Nav paşnav: Betul Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Heybet-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Hezîrana 2016 / Amed

Hevrêya me Betul, li cihê ku fîşeka destpêkê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker qirker lê hate teqandin û têkoşîna me ya çekdarî dest pê kir, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Hevrêya me Betul ku ji gundê Êrs ê welatparêz ê li çiyayê Çiravê, ji malbata fermandarê me yê mezin hevrê Şehîd Reşît Serdar e, bi çîroka şewitandin û hilweşandina gundê xwe, bi zilma dijmin a li malbatê, bi çîrokên şehadetan û gerîlayên Apoyî mezin bû.

Mîna her jineke Kurd a berxwedêr a Botanî, di temenekî ciwan de kete nava lêgerîna azadiyê, bi hestên welatparêziyê yên di dilê xwe de biryar da ku têbikoşe. Li dijî qedexeya ku sîstewma dewleta Tirk a asîmîlasyonker û qirker li ser ziman û nasnameya Kurd ferz dike, hem bi zimanê xwe hîn bû û xwe bi pêş ve bir, hem jî weke jineke bi rûmet, li ber sîstemê rabû. Hevrêya me Betul ku zanî bû sîstema mêtinger tenê bi têkoşînê dikare bê guhertin, tevlî karên ciwanan bû. Dema ku di nava karên ciwanan de bû, salên 2015-2016'an li bajarên Kurdistanê di berxwedanên xwerêveberiyê de lehengiya ku hate nîşandan, zilm û komkujiyên dijmin ji nêz ve dît. Fêhm kir ku ji bilî teslîmiyet û mirinê dewleta Tirk a mêtinger rêyeke din ji Kurdan re nahêle, ji bo hilanîna tola şehîdên berxwedana xwerêveberiyê û gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bû.

Li eyaleta Amedê ya Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û navê fermandarên xwe yên destpêkê Çirav û Avesta li xwe kir. Hevrêya me Çirav ku ji malbateke esîl, ji kevneşopiya xelkê bexwedêr û ji nava derdoreke welatparêz hat, bi dilxwaziya xwe ya azadiyê û hêrsa xwe ya li dijî dijmin zû hînî çiyê bû û bi pêş ket. Weke jineke Kurd ku hişmendiya xwe ya şoreşê û azadiyê pêşketî bû, hewl da di îdeolojiya Apoyî de xwe kûr bike, bixe meriyetê û derbê li dijmin bixe. Di demeke gelekî kurt de bi pêwîstiyên gelê me û tevgera me hesiya û baweriya xwe bi wê anî ku di xeta fedayî ya têkoşîna Apoyî de bimeşe. Li ser vê bingehê hîn di mehên destpêkê de pêşniyara çalakiya fedayî kir û xwest bibe şopdara Zîlanan. Bi dînamîzma ciwantiyê dilxwaziya azadiyê, dilsoziya bi Rêber Apo re ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin.

Hevrêya me Çirav ku milîtaneke fedayî, ciwan û paşeroja wê ronî bû, her wiha li ber fermandarbûyîneke mezin bû, 27'ê Hezîrana 2016'an li eyaleta me ya Amedê dema ku bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me ya şehîd bû, em sersaxiyê ji xelkê Êrsê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."