HPG’ê têkildarî tevgera dagirkerî ya artêşa Tirk daxuyaniya pêşî da

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî tevgera dagirkerî ya ku artêşa Tirk dixwaze ji xeta Çelê pêk bîne daxuyanî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de got di şer de, ku hê jî berdewam e, heta niha 21 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Navenda Ragihandiyê ya HPG’ê ve hatiye dayin, ev agahî hatine dayin:

 ‘’Artêşa TC’ê ya dagirker 16’ê Hezîranê bi derengiya şevê bi balafirên şer, obûs û hawanan li qadên Şehîd Munzur û Ciloya Biçûk a herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê xistiye û piştre jî hewl daye ku ji bejahiyê ve bi pêş ve biçe. Li qadên navborî, li mintiqeya gundê Gijnê û Qela Bêdewê hêzên me bersiv dane êrîşên artêşa TC’ê ya dagirker û heta niha tespîtbûyî 21 leşker hatine kuştin.

Helîkoptêreke bi tîpa skorsky xwestiye ku têkeve qadê lê hêzên me ew ji xwe re kirine hedef û bi serketî derb lê xistine. Helîkoptêrê piştî ku derb xwariye derbasî bakurê sînor bûye û ji qadê dûr ketiye.

Li gel bombekirinên zêde yên bi balafirên şer dijmin dixwaze bi pêş ve biçe û di navbera hêzên me û yekîneyên dijmin de şer bi hemû giraniya xwe niha berdewam dike. Têkildarî tevgera dagirkirinê û encamên wê piştre bi berfirehî wê raya giştî were agahdarkirin.’’