HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî daxuyanî da

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên Artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya nivîskî wisa ye:

“Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di navbera 14-15’ê Kanûnê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xist. Di vê çarçoveyê de;

Roja 14’ê Kanûnê balafirên şer di navbera seat 21.00 û 22.00’an de herêma Kûnîşka ya girêdayî herêma Zapê bombardûman kir. Di heman rojê de balafirên şer herêma Sinînê ya girêdayî herêma Xinêrê jî bombe barandin.

Roja 15’ê Kanûnê seat derdora 10.30’an de balafirên şer herêma Kalatûka ya girêdayî herêma Qendîlê bombe kir.”