HPG’ê têkildarî 2 sivîlên ku li Geverê jiyana xwe ji dest dabûn, daxûyanî da

Fermandariya Eyaleta Cîloyê ya HPG’ê têkildarî Sabrî Ozdel û Hazim Şahîn ên ku di  6’ê Îlonê de li Geverê jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyek da.

Fermandariya Eyaleta Cîloyê ya HPG’ê diyar kir ku Sabrî Ozdel û Hazim Şahîn ên ku li ser rêya ku tenê artêşa Tirk bi kar tîne, bi tesadufî jiyana xwe ji dest dane û tu carî sivîl nebûne hedefa wan.

HPG’ê sersaxî ji malbata Ozdel û Şahîn re xwest.

Daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Cîloyê ya HPG’ê wisa ye:

“Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê her roj ji nû ve Kurdistanê dagir dike û her roj bi awayekî hovane êrîşî nirxên gelê me dike. Li hemberî vê faşîzma Komara Tirkiyeyê, tevgera me û hêzên me yên gerîlayan bi çalakiyan diyar kirine ku wê gelê Kurd tu carî teslîm nebe. Artêşa Tirk ligel ku bi hemû derfetên xwe êrîş dike jî li hemberî gerîlayan derbên giran dixwe.

Niha li Kurdistanê şerekî mezin heye. Her roj şer û operasyon heye. Di vê pêvajoyê de ya ku şerekî giran heye, carinan kesên sivîl jî xisarê dibînin. Di 6’ê Îlonê de li ser rêya leşkerî ya di navbera qereqolên Wargenima û Astenga Reş a Geverê ya bi ser Colemêrgê de, dema ku hêzên me li dijî dijmin çalakiyek li dar xistine, hin welatparêzên sivîl jî xisar dîtine. Li ser vê rêyê ya ku leşkerên Tirk bi kar tîne, çûn û hatina sivîlan çênabe. Lê wê rojê du welatparêzên sivîl ên bi navê Sabrî Ozdel û Hazim Şahîn ên di wesayîta sivîl de ji bo avahiya qereqola Wargenima diçûn wê derê, jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer, tesaduf e. Mirovên sivîl ên li wê derê tu carî nebûne hedef. Me di şerê li Kurdistanê de her dem sivîl parastiye û tu carî me ew nekirine hedef. Hêzên leşkerî yên dijmin û kesên ku xisarê didin nirxên gelê me, bûne hedefên me.

Di bûyera dilbiêş a li Wargenima de, tu çalakiyeke plankirî tune. Ji ber vê bûyerê em dibêjin bila serê malbatên Ozdel û Şahîn ên welatparêz sax be.”