HPG’ê şehîdên Garê bibîr anî

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên sala 2016’an li Garê şehîd bûbûn bibîr anî û got: “Soz didin ku hedefên serketinê yên şehîdên me dewrî me kirîn, teqez em ê bigihînin serketinê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên sala 2016’an li Garê şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bo gelê me tine bike, êrîşeke ku di ti demê dîrokê de nehatî kirin li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê da kirin. Di vê êrîşa sala 2016’an de li Garê hate kirin de, hevrêyê me yê bi nirx Fermandar Dilêr û ewladên leheng ên gel me Çîçek, Ekîn, Destan, Şervan û Zerdeş şehîd bûne. Van hevrêyên xwe yên di tevahî têkoşîna xwe de di serketinê de kilîd bûn, bi sekin û tevlîbûna xwe vê piştrastkirin, di salvegera şehîdbûna wan de bibîr tînin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Dilêr Andok
Nav û Paşnav: Cebraîl Rustemî
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê Dayikê-Bav: Selma – Welid
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 5’ê Tebaxa 2016’an

***

Nasnav: Çîçek Gabar
Nav û Paşnav: Axîn Bahar Çagirga
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Terfiya – Bejdar
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 5’ê Tebaxa 2016’an

***

Nasnav: Ekîn Dilocan
Nav û Paşnav: Asîme Daniş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Reşîde – Emîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 5’ê Tebaxa 2016’an

***

Nasnav: Destan Amed
Nav û Paşnav: Mizgîn Şener
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Dilşa – Davut
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 5’ê Tebaxa 2016’an

***

Nasnav: Şervan Cudî
Nav û Paşnav: Selahattîn Çagirga
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Bahar – Îlyas
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 5’ê Tebaxa 2016’an

***

Nasnav: Zerdeşt Keveruk
Nav û Paşnav: Ferhat Temel
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayikê-Bav: Suphiye – Abdullah
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 5’ê Tebaxa 2016’an

 

DILÊR ANDOK

Hevrêyê me dilêr li Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe hatiye dinê. Rojhilatê Kurdistanê tim dîroka xwe cihekî girêdayî çanda û kevneşopiya xwe bûye. Her tim li dijî dewletên dagirker di nava berxwedanê de bûye, çanda berxwedanê ji nifşan derbasî nifşên nû kiriye û bi vê sekna xwe ya şoreşger tê nasîn. Ji Qazî Muhammed bigire heta Abdurrahman Qasimlo, kawayê hemdem Simko, Dilgêş, Hewraman, Şîrîn Elemholî û bi sedan lehengên pêşeng ji nava xwe derxistiye. Ji bo bûyanî layîqî vê çanda lehengî û berxwedanê, ji bo bicihanîna çanda xwe hemû gelê me yê welatparêz ê li Rojhiloatê Kurdistanê, bi serbilindî li ser rêya lehengên xwe meşiyane. Her demê li pêşberî pllanên qirêj ên li ser gelê Kurd tê sepandin, bûye xwedî helwest, li ser vî bingehî li dijî komploya navneteweyî bûye xwedî helwestekî herî xurt, helwesta xwedîderketina li Rêber Apo, pir bi cesaret raber kiriye.

Hevrêyê me Dilêr jî bi bîreweriya netewî ku hê ciwan e têdigihije, bawerî bi têkoşînê aniye. Bi vê bîrewerî û baweriyê, bi hîsên welatparêz ku ji malbatê girtî, 2004'an tevlî nav revên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Bi hêrsa li dewletên dagirker, li rejîmên mêtinger ku zilmê li ser Kurdan dikin hê zû bi çiyayên Kurdistanê re dibe yek. Bawerî pê aniye ku tenê bi gerîlatiyê Kurdistan dikare azad bibe û her wiha bawerî bi xeta şerê şoreşgerî yê gel aniye û jidil tevlê bûye. Hevrêyê me Dilêr her tim hewl daye ku tevlêbûna xwe û şerê xwe geş bike, tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet dibe û li ser xeta fedayî dimeşe. Bi biryardarî, pêbawer û zekaya pratîk li nav tevgera me di nav peywirên stratejîk de cih girtiye. Sala 2009'an çûye Bakurê Kurdistanê, li qada Gabarê birîndar bûye. Lê ev li ber xwe weke asteng nedîtiye, derbasî qada Mêrdînê bûye û gerîlatî kiriye. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Rojavayê Kurdistanê de anîne, ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê derbasî vê qadê bûye, bi wêrekiya xwe ya zêde û xasetên xwe yên çalakger derbên giran li çeteyan daye. Ji gelek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê re bûye mînak, kiriye ku tevlî nav refên şoreşê bibin. Li hemû qadan, bi kesayata xwe ya coşdar, dilnimz û kedkar hevrêyên xwe perwerde kiriye. Dema ku hewl dida ku hevrêyên xwe ji hêla gerîlatiya profesyonel ve bi pêş bixe di bombebaranê de şehîd bû. Hevrêyê me Dilêr ji Rojhilatê Kurdistanê bi rê ketiye, li Başûr, Bakur û Rojava li ser xeta fedaîtiya Apoyî bi rengekî herî zîrek pratîk kiriye,   hatiye asta kesayatiya sembol a netewî û şoreşger ku ciwanên Kurdistanê ji bo xwe mînak bibînin.

ÇÎÇEK GABAR

Hevrêya me Çîçek li Cizîrê, ku yek ji navenda girîng a berxwedanê ya Botanê ye, jidayid dibe, li nav malbateke welatparêz mezin dibe. Li derdoreke ku li nav tevgera azadiyê berdêl daye, bi çanda têkoşînê ya PKK'ê mezin bûye.  Gelê Botanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî ji çand û ji têkoşîna rûmetê bi paş ve gav neavêtye, li ber dewleta Tirk a faşîst a Tirk serê xwe netewandiye. Her demê li dijî pergala dagirker û mêtingeriyê têkoşiyaye. Hevrêya me Çîçek jî bi vê çanda têkoşînê mezin bûye, hê bi zaroktî li çîrokên berxwedanê yên şehîden me yên leheng guhdar kiriye. Çanda ku pê mezin bûyî û daxwaza wê ya têkoşinê bandor lê kiriye ku tevlî nav jiyana PKK'ê û hevrêtiya PKK'ê bibe. Bi vê bawerî û hîsan tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûye. Bi coşiya xwe li her devera ku gav lê avêtî moraleke mezin çêkiriye. Hevrêya me li nav hevrêyên xwe enerjîk û bi devlikenî dihate zanîn û bi dilsoziya bi hevrêtiyê her demê li pêş bûye. Di têkoşîna gerîla de bi gelek peywirên cudarabûye, hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî bi cih aniye.

EKÎN DILOCAN

Hevrêya me Ekîn li Şirnexê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Bi rêza berxwedanê ya gelê Botanê mezin bûye. Li gel ku li dibistanên dewleta Tirk a qirker, ku navendên asîmlîlasyonê ne, xwendiye jî ji çanda civakî û ji rêzaa qedîm ya Botanê qut nebûye û li dijî dagirkeran têkoşiyaye. Felsefeya Rêbertî û çanda berxwedanê ya Botanê tevî hev kiriye û bûye xwe vîneke polatî. Li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo hûr bûye, hewl daye ku bigihije asta kesayata miltaniya fedayî ya Bêrîtan û Zîlanan. Li dijî dagirkerî û qirkirnê, li dijî çanda tecawizê ku li ser jinê tê ferzkirin, di têkoşîna azadiyê de bûye miltana pêşeng û bi helwesta xwe ya fedayî ji hemû êrîşan re bûye bersiv. Hevrêya me Ekîn bi daxwaz û sebrê daye ber xwe ku bigihije milîtaniya PAJK'ê.  Jiyana azad û wekhev li çiyayên Kurdistanê ta bi ta honaye û bûye yek ji şervana hêja ya şerê heqîqetê.

DESTAN AMED

Hevrêya ma Destan li dil û keleha Kurdistanê li Amedê li nav malbateke welatparêz çêdibe, bi çanda serhildanê ya Amedê mezin dibe, hê bi ciwanî îdeolojiya Rêbertî nas dike û ji bo azadiya gelê Kurd ê mezlûm her tim xwe deyndar dibîne, sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê, dijminê mirovahiyê êrîş anîne ser Kobanê biryar li ser dide ku tevlî gerîla bibe û sala 2015'an tevlî nav refên berxwedanê dibe.  Bi kesayata xwe bi moral a bicoş reng daye jiyana gerîla.  Hevrêya me Desta bi azweriya têkoşînê û bi daxwaza ku tim xwe perwerde bike, tim xeyal kiriye ku li ser xaka ku çêbûyî gerîlatiyê bike. Dilsoziya xwe ya li şehîdan û Rêber Apo bi milîtaniyeke karîger û bi helwesta fedayî ya Apoyî nîşan daye. Pir hez ji jiyan û hevrêtiya gerîla kiriye, li jiyan û pratîkê qet ji vê helwesta xwe nehatiye xwarê.

ŞERVAN CÛDÎ

Hevrêyê me Şervan li Cizîra Botan li nav malbateke welatparêz çêbûye. Çanda gel a welatparêz ku lê jiyayî û rêza serhildanê bûne xasetên wî yên sereke . Bi van xasetên xwe hê zû lê digere ku têbikoşe. Rastiya dewleta Tirk a qirker ku bi xwînxwarî êrîşê tîne ser hemû nirxên gelê me û sondxwarî ye ku gelê Kurd ji holê rake, bi çavê serê xwe dîtiye. Di berxwedana xwerêveberiyê de bûye şahidê hovane yê dewleta Tirk a faşîst. Ji bo tola Yadê Taybet, Cemîleya biçûk, heta bi Mehmet Tûnc û hemû şehîdên leheng ên ku di jêrzeminên Cizîrê de bi hovîtî hatin qetilkirin hilîne, bêyî dudilyekê berê xwe daye çiyayên azad. Li dijî dijmin bi hêrseke mezin û enerjiya xwe ya xilas nabe rahiştiye çekê, di hemû pêvajoyên perwerdehiyê de li encamstandinê asê bûye û ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel kêferateke mezin kiriye. Bi rengekî bêsebr li hêviyê maye ku tolê bistîne, li ser vê bingehê her roj xwe gihandiye. Hevrêyê me Şervan bi helwesta fedayî ya Apoyî û bi azweriya têkoşînê her demê wê bi rengê milîtanê Apoyî were bibîranîn.

ZERDEŞT KEVERUK

Hevrêyê me Zerdeşt ku bi eslê xwe ji Sêrtê ye, li nav malbateke welatpêz li Edenê çêbûye. Ji ber polîtîkaya qkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger ku gelê me ji gerîla qut bike û sirgûnî metropolên Tirkiyê bike li Edene mezin bûye. Hevrêyê me Zerdeşt li gel van hemû polîtîkayên gemarî jî Kurdbûna xwe parastiye. Li ser malbata xwe talokeya qirkirinê ya ku gelê me jiyayî ji nêz ve dîtiye, êrîşên dijmin ên di her gava jiyanê de dîtiye. Ji ber vê weke her ciwanê Kurd ê berpirs li bara êşên gelê Kurd tevgeriyaye û bi ciwanî tevlî nav têkoşînê bûye. Li gelek qadan piştî ku xebatên şoreşgerî dike ji bo ku ji êrîşên dewleta Tirk a qirker re ku ji bo çok bi gelê me bide şikandin tîne, tevlî nav refên gerîla bûye. Dema ku tevlê bûyî nexasim rastiya şehîdbûnê pir bandor li ser kiriye û her demê hewl daye ku bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Her wiha nirxekî mezin daye têkiliyên hevrêtiyê yên li nav PKK'ê, ji bo ku ji hevrêyên xwe re bibe hevrêyek baş tim hewl daye.Ji dil bawerî pê aniye ku şoreşa azadiyê ya gelê me encex li ser xeta şerê şoreşgeriya gel dikare pêk were. Bi vê baweriyê tim xwe perwerde kiriye. Hewl daye ku li rêgezên gerîlatiya profesyonel hûr bibe û ji bo ku gerîlatiya serdema nû bi cih bîne, bibe pispor. Hevrêyê me Zerdeşt ku bi lêhûrbûna xwe û bi helwesta xwe ya jiyanê biryarar bû ruhê ciwanan a Partiya me PKK'ê temsîl bike, bi layiqî li nav lehengên têkoşîna me ya ku nayê jibîrkirin, cih girtiye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dilêr, Çîçek, Ekîn, Destan, Şervan û Zerdeşt ku bi têkoşîna xwe û bi şehîdbûna xwe jî afirandêrên nirên mezin ên gelê Kurdistanê ne, serê hemû gelê me yên Kurdistanê sax be, em son dixwin ku aramnca serfiraziyê ku şehîdên me dewrî me kirin bibin serî.”