HPG'ê şehîdên Avaşîn û Heftanînê bi bîr anî

HPG'ê gerîlayên li Avaşînê û Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û sozê didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe biginînin serketinê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîlayên li Avaşîn û Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di 26'ê Îlonê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li dijî herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Koçer, Xebat û Zinarîn şehîd bûn. Hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Koçer Colemêrg

Nav paşnav: Ferhat Ertûş

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulîstan-Mesût

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2019'an / Avaşîn

Nasnav: Xebat Colemerg
Nav paşnav: Devlet Dayan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sekna-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2019'an / Avaşîn

Nasnav: Zinarîn Avzem

Nav paşnav: Îpek Nîşo

Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sîse-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2019'an / Avaşîn

Di 25'ê Îlonê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li dijî herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Andok û Têkoşer şehîd bûn. Hevrêyên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Andok Amed
Nav paşnav: Mûhammed Çîçek
Cihê jidaykibûnê: Amed
Dayik-Bav: Saygul-Metîn
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Têkoşer Tolhildan
Nav paşnav: Mehmet Şerîf Taşdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Naciye – Mehmet Eşref 
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

Li dijî şerê tinekirinê û qirkirinê ku dewleta TC a faşîst a dagirker dixwaze li Kurdistanê bimeşîne, hevrêyên me Koçer, Xebate, Zinarîn, Andok û Têkoşer di demên cuda de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn û ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşîneke çalak kirin. Ji roja ku tevlî refên têkoşînê bûn û pê ve bi kedeke mezin tevgeriyan û li her qada lê bûn mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengekî serketî pêk anîn. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bûn, li refên herî pêş têkoşiyan. Bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê hemû wezîfeyên xwe û berpirsyariyên xwe bi rengekî herî serketî pêk anîn. Hevlaên me di rastiya Rêbertî û xeta şehîdan a PKK'ê de bûn mînakên lehengiyê. Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û sozê didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe biginînin serketinê."