HPG'ê şehîdên Çewligê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 5 gerîlayên 19 û 21'ê Kanûna 2017'an li Çewligê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyon û şerê dijwar ê 19 û 21'ê Kanûna 2017'an li Çewligê qewimîn daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"19'ê Kanûna 2017'an, artêşa TC a dagirker bi 10 hezar leşkerên xwe li herêma Akdagê ya Çewligê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kir. Di vê operasyona dagirkeriyê de hêzên me yên gerîla çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran li dijmin xistin. Di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şerekî ku bi saetan dewam kir qewimî. Di vî şerî de 2 leşkerên dijmin mirin, 6 leşkerên dijmin ku 4 jê cerdevan in birîndar bûn. Di şer de hevalê me Alîşer Xelîkan û sê hevalên me yên bi fermandariya wî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Roja duyemîn a operasyonê, li nêzî gundê Evnikê yê navçeya Dara Hênê ya Çewligê şer qewimî û 4 lşekerên dijmin lê birîndar bûn. Di vî şerî de hevalê me Rûbar Licê heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û piştî ku fîşekên wî qediya, bi bombeya xwe helwesteke fedayî nîşan da û gihîşt şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Alîşer Xelîkan
Nav paşnav: Mehmet Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Konya
Dayik-Bav: Fatma-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 / Çewlig

 

Nasnav: Demhat Darahênê
Nav paşnav: Bayram Zoroglan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Amber-Hîdayet
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 / Çewlig

 

Nasnav: Hakî Çermîk
Nav paşnav: Yûsûf Dalkiliç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne-Haci
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 / Çewlig

 

Nasnav: Rûbar Licê
Nav paşnav: Sînan Yuksel
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Gulîstan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Kanûna 2017 / Çewlig

 

Nasnav: Simko Çewlik
Nav paşnav: Ahmet Firat Dogan
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Faîka-Alî Zulkuf
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 / Çewlig

Hevalê me Alîşer Xelîkan ji Kurdên Anatoliya Navîn bû û li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker, nasname û nirxên xwe parast, ti carî tawîz ji hestên welatparêziyê neda û bi hesreta welat mezin bû. Hevalê me Alîşer ji roja ku têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir û pê ve bi rengekî çalak tevlî kar bû. Sala 1996'an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û li her cihê lê ma bi ked, dilpakî, durustî û sekna xwe ya fedakarî hate naskirin. Hevalê me Alîşer ku li nava refên partiyê bi navê Alîşer Konya tê naskirin, salên destpêkê yên têkoşînê li cem Rêber Apo perwerded ît û weke milîtanekî dilsozê Rêbertî xwe di têkoşîna îdeolojîk de bi pêş ve bir. Bi hesasiyet û fedakariyeke mezin nêzî her wezîfeya jê re hate dayin bû û bi vî rengî kar kir. Hevalê me Alîşer ku bi taybetmendiya xwe ya gelêrî jî dihate naskirin, di karê civakî de bû xwedî kedeke mezin û ev xebat bi pêş ve bir. Her wezîfe û berpirsyariya pê radibû, bi ser dixist. Li qada leşkerî jî bi rengekî canbexşane ku zimanê serdemê ye tevlî bû û bû fermandarekî xwedî sekneke bi vî rengî. Herî dawî weke endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê li qada navîn wezîfe kir. Bû yek ji hevalên me ku li dijî hemû êrîşên dijmin bi rengekî bê eman li ber xwe dan. Yek ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ye.

Hevalên me Demhat Darahênê, Simko Çewlik, Hakî Çermîk û Rûbar Licê, demên ku faşîzma dewleta Tirk bi xwînxwarî êrîşî gelê me dikir, tevlî nava refên gerîla bûn. Her yek ji hevalên me, bi gerîlatiya xwe ya li çiyayê Kurdistanê, bi kedkarî û fedakariya xwe hatin naskirin. Hevalên me li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li her cihî bi awayekî bê eman li ber xwe dan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî tevgeriyan û hemû planên dijmin pûç kirin.

Berxwedana canbexşane ya hevalên me yên bi pêşengiya hevalê me Alîşer Konya şehîd bûn, ruhê têkoşîna serdemê ya têkoşîna me ya azadiyê careke din raxistin pêş çavan û nîşanî dost û dijminan her kesî dan bê berxwedana li Kurdistanê bi çi rengî ye.

Bila serê malbatên me yên welatparêz û tevahiya gelê me sax be. Em careke din soz didin ku heta xewn û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin, em ê têkoşîna xwe ya bê eman bidomînin."