HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir -NÛ BÛ

HPG'ê ragihand ku gerîla Emrah Yildizer (Dewran Gilîdax) 4'ê Nîsanê di bombardûmanê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"4'ê Nîsana 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombardûmanê de hevrêyê me Dewran Gilîdax şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Dewran Gilîdax
Nav paşnav: Emrah Yildizer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zeynep-Basrî
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Nîsana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Dewran li nava malbateke welatparêz a Bazîdî ji dayik bû. Bi hezkirina ji welêt û hestên welatparêziyê yên kûr ên xelkê me yê Serhedê yê berxwedêr mezin bû. Her ku mezin bû rastiya gel û welatê xwe nas kir, êşa gelê Kurd di dilê xwe de hîs kir û vê yekê ji aliyê hestewarî ve bandor li hevrêyê me Dewran kir. Li ser vê bingehê kete nava lêgerînan û biryar da ku di karê şoreşgerî de bêhtir çalak bibe û beşdarî nava tevgera ciwanan bû. Şeş salan bênavber karê ciwanan kir, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet têkoşiya û bi erka pêşengiyê rabû. Dewleta Tirk a qirker xwest meşa azadiyê ya hevrêyê me Dewran asteng bike, lewma ew girt û sal û nîvekê di zindanê de hişt. Lê belê hevrêyê me Dewran li zindanê xwe perwerde kir, biryardarî û îdîaya xwe mezin kir. Çawa ku xeyala her ciwanekî Kurd ê bi rûmet e, wî jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê.

Hevrêyê me Dewran bi daxwazeke mezin tevlî karê gerîla bû, zû bi pêş ket, bû xwedî tecrûbeyên pratîkî û bi rengekî serketî tevlî gelek çalakiyan bû. Dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êrişî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê kir û xwest qir bike, derbasî qada Şengalê bû, li dijî çetetiya faşîst têkoşîne xurt meşand, tevî ku gelek caran birîndar bû xwe ji şer venegirt. Piştî ku hêzên me yên HPG'ê sala 2018'an biryar da ku xwe ji Şengalê vekişîne, hevrêyê me Dewran derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo tecrûbeyên xwe yên pratîkî parve bike, ji bo bi perspektîfa gerîlayên serdema nû xwe perwerde bike û ji pratîka xurttir re amade bike, demekê li akademiya leşkerî perwerde dît. Piştî perwerdeyê her wezîfeya xwe bi daxwazeke mezin û dilnizmî bi cih anî, bi xurtî tevlî kar bû. 4'ê Nîsana 2021'ê dema ku bi erka xwe radibû di bombardûmanê de şehîd bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi armancên şehîdan re dubare dikin."