HPG'ê nasnameya şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên di meha Hezîranê de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên di meha Hezîranê de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 11 gerîlayên bi fermandariya fermandar Aşût û Arjîn şer kirin, şehîd bûn.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Roja 26'ê Hezîrana 2017'an, li nêzî gundê Sesmala yê herêma Akdag a Amedê, bi desteka balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra û balafirên keşfê, artêşa Tirk dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê êrîşê de ku bi teknîkeke giran hate kirin, 11 hevrêyên me yên bi fermandariya fermandar Aşût (Şabahattîn Çolak) bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Hevrêyê me şehîd Aşût hevrêyekî dilnizm bû ku salên dûr û dirêj li Bakurê Kurdistanê wezîfe kir û li ber hemû zor û zehmetiyan rabû. Hevrêyê me Aşût, ku di nava her şert û mercî de bû sembola durustî, fedakarî, dilsozî û samimiyetê, berpirsyariyên ketin ser milê xwe bi cih anî û di nava têkoşîna me ya azadiyê de gelekî hewl da. Fermandar Aşût ku di nava ji jiyanê de her dilnizm û hevrê bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê li her cihî jiyana rêxistinî hûnand. Her tim hewl da ji derdora xwe re qala têkoşînê bike û bide fêhmkirin.
Hevrê Arjîn, di têkoşîna xwe ya demdirêj a nava refên azadiyê de, hevrêyên xwe yên jin hîn kir ku bi şer mirov azad dibin û bû yek ji pêşengên vê jiyanê.
Hevrê Aşût û Arjîn, bi koma xwe ya li dijî teknolojiya giran a artêşa TC a faşîst heta dawiyê şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Ev her 11 hevrêyên me ji rastiya Rêbertî şaş nebûn û timî ber bi serketinê ve meşiyan. Di şexsê hevrê Şehîd Aşût û Arjîn de em her 11 hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan bi cih bînin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Alaaddîn Tîrêj |
Nasnav: Arjîn Amed |
Nasnav: Aşût Star |
Nasnav: Çiyager Peyman |
Nasnav: Erdal Tolhildan |
Nasnav: Fedakar Amed |
Nasnav: Hakî Bîtlîs |
Nasnav: Jînda Adar |
Nasnav: Koçer Peyman |
Nasnav: Şoreşger Amed |
Nasnav: Xecê Şahrûd |