HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Xeregolê şehîd bû eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî li herêma Xeregolê di 21'ê Cotmeha 2017'an de şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîla Zekaî Gultekîn bi nasnav Devran Şoreş roja 21'ê Cotmehê li Xeregolê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

Di operasyona artêşa Tirk a meha Cotmehê de ku li herêma Xeregolê hate meşandin, bi hefteyan şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de hevalê me Devran, roja 21'ê Cotmehê heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û gihîşt şehadetê. Tevî ku artêşa TC a dagirker teknîkeke giran bi kar anî jî, hevalê me Devran heta fîşeka xwe ya dawî çepera xwe parast û nîşanî dijmin da ku wê nikaribe bi hêsanî bikeve nava axa Kurdistanê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye:

Nasnav: Devran Şoreş
Nav paşnav: Zekaî Gultekîn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Safiye-Mehmet Nedîm
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Cotmeha 2017 / Colemêrg

Heval Devran, tevî ku ciwan bû li yek ji herêmên herî dijwar ên Kurdistanê li Zagrosê ma û timî da pêş. Bû milîtanê fedakarî, durustî û jiyanê. Ji roja destpêkê heta roja şehadetê, di dema operasyona Xeregolê de gelek caran tevlî şer bû. Di dema şerê giran de bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve çû û gihîşt şehadetê.

Di serî de malbata Gultekîn bila serê tevahiya Kurdistanê sax be. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîn û hesreta şehîdên xwe bi cih bînin."