HPG'ê nasnameya gerîlayê li Gabarê şehîd bûbû eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayê ku di êrîşa hewayî ya balafirên şer a roja 7'ê Tîrmehê li herêma Deriyê Gabar a herêma Gabar ya Şirnexê şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîla Mehmet Şirîn Aslan (Çekdar) di êrîşa 7'ê Tîrmehê ya li herêma Gabarê ya Şirnexê şehîd bûye.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

"7'ê Tîrmehê artêşa TC'ê ya dagirker li dehma Deriyê Gabaran a qada Gabarê ya Şirnexê bi desteka amûra hewayî ya bêmirov operasyonek daye destpêkirin. Artêşa dagirker a TC'ê heman rojê saet li derdora 13.00'î bi balafirên şer qad bombe kiriye. Di vê êrîşê de hevrêyê me Çekdar (Mehmet Şîrîn Aslan) şehîd bûye. Beriya niha bi raya giştî re hatibû parvekirin ku 2 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûne. Di vê êrîşê de hevalê me Çekdar şehîd bûye hevalê me yê dî sip û saxlem vegeriyaye ser qadên baregehê.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Çekdar Zagros
Nav û Paşnav: Mehmet Şirîn Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Kerîme - Yûsûf
Cih û Demê Şehadetê: Gabar / 7’ê Tîrmeha 2019’an

Çekdar – Mehmet Şirîn Arslan

Hevrêyê me Çekdar 1986'an li Mêrdînê li derdoreke welatparêz hatiye dinyayê. Hê bi ciwanî polîtîkayê qirker ên li ser gelê Kurd dîtiye, li dijî van kirinên dijmin ponijiye. Li dijî vê hişmendiya ku çavnebariyê li hemû tiştên ku têkilî navê Kurd dike, hevrêyê me Çekdar 2005'an tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Hevrê Çekdar ji Zagrosan heta bi Botanê bi çalakî di nav berxwedanê de bûye. Hevrê Çekdar ku demeke dirêj li Zagrosan peywir kiriye, li vê qadê li dijî dijmin di serkeftinan de xwedî ked bûye. Hevrê Çekdar ku 2009'an berê xwe dayî Botanê, piştî têkoşîna 4 salan 2013'an hatiye Qadên Parastinê yên Medyayê. Hevrê Çekdar ku peywirên demê li Qadên Parastinê yên Medyayê demekê domandî, dîsa çûye Botanê, li dijî şerê qirkirinê ku TC'yê li Kurdistanê kirî, di nav berxwedanê de cih girtiye. Hevrê Çekdar ku hemû peywirên xwe bêkêmasî û bi serkeftineke mezin bi cih anî li hemû qadên ku lê maye bûye milîtan û fermandekî pêşeng. Hevrê Çekdar ku bi ked û helwesta xwe di dilê hevrêyê xwe cihekî mezin girtî, herî dawî li qada Gabarê ku lê peywirdar bû, li dijî dijmin bi fedayî şer kiriye."