HPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên meha Tebaxê li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir.
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên meha Tebaxê li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û li ser gerîlayên 7 û 17'ê Tebaxê li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn agahî da.
Daxuyanî wiha ye:
Şerê navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me yên gerîla roj bi roj mezin dibe. Hêzên dagirker ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê nikarin tiştekî bikin, bi rêya teknîkê hewl dide encamekê bi dest bixin. Hêzên me yên gerîla ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî xemilandine, di vî şerê dijwar de derbên giran li dijmin dixin û hesab û planên dijmin ji hev dixin. Di vê berxwedana dîrokî ya Kurdistanê de car carna şehîdên me jî çêdibin. 7'ê Tebaxê li Çiyayê Gabarê û 17'ê Tebaxê li herêma Bajêrgeh a Colemêrgê di şer û êrîşên hewayî de hin şehadetên me çêbûn. Her hevalên me yên bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, bûn mînakeke mezin a wêrekiyê û di meş azadiyê de weke fedayiyên gelê me cihê xwe di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girtin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan:
![]() |
Nasnav: Canşer Botan |
![]() |
Nasnav: Firat Semsûr |
![]() |
Nasnav: Rêdûr Koçer |
![]() |
Nasnav: Serkeft Sîîrt |
![]() |
Nasnav: Mazlûm Kobanî |
![]() |
Nasnav: Xemgîn Roj |
Di serî de malbatên hêja yên hevalê me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin û careke din soz didin ku em ê ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê bê navber têbikoşin ku ev yek xewn û xeyala şehîdên me bû."