HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

HPG’ê gerîlayên ku şehîd ketine bi bîr anî û got “Hevrêyên me Derwêş, Azad, Ozgur, Sîdar û Xelîl di berxwedana sala 2017’an de pêşengî kirin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Gelê Kurd bi zarokên xwe yên herî bi nirx û bi rûmet ên ku ji bo azadiyê bi her awayî têdikoşin hê jî hebûna xwe diparêze. Gelê Kurd bi meşa lehengî û berxwedana fedaî ya van zarokên xwe gav bi gav azadiya xwe bi dest dixe. Ji bo parastina hebûna gelê me yê di destê qirkirinê de ye, êrîşên dijmin ji holê rabike û gelê me bi têkoşîneke pir dijwar mimkûn e. Di vê doza pîroz a azadiyê de zarokên herî bedew, bi rûmet û leheng ên gelê me bê teredut têdikoşin û ber bi şehadetê ve dimeşin. Her lehengê me yên qehreman têkoşîna me mezin dike, baweriya me zêde dike û me nêzî serkeftinê dike. Di sala 2017’an de, ku yek ji salên dijwar ên dîroka têkoşîna me bû, lehengên me yên ku êrîşên bênavber ên dijmin pûç kirin, hêviya azadiya gelê me zindî kirin û bi fedakarî li ber xwe dan, têkoşîna me heta roja îro anîn. Hevrêyên me Derwêş, Azad, Ozgur, Sîdar û Xelîl di sala 2017’an de weke cangoriyên xweparastinê yên Apoyî yên ku pêşengiya berxwedanê kirin, bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Em van hevalên hêja yên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe ya li hember bîranîn û armanca wan dubare dikin û sersaxiyê ji malbatên wan ên welatparêz û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd bûne wisa ye:

  Nasnav: Derwêş Tetoyî

  Nav û paşnav: Dogûkan Bozdemîr

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Hanîfe - Mûhlîs

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Azad Gever

  Nav û paşnav: Azîz Tatli

  Cihê jidayikbûnê: Riha

  Navê dê û bav: Sidika - Îzzet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Ozgur Cîlo

  Nav û paşnav: Îlhan Akdogan

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Zeynep - Halît

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Sîdar Botan

  Nav û paşnav: Recep Esîn

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Herdemcan - Selman

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Xelîl Dag

  Nav û paşnav: Mehmet Emîn Dakman

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Besra - Esat

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

DERWÊŞ TETOYÎ

Hevrêyê me Derwêş ku li Wan Payîzavayê ji dayik bû û di malbateke welatparêz de mezin bû ku ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ku gelê Kurd feqîr dikir, malbat neçar maye koçî Stenbolê bike.  Hevrê Derwêş li metrepolên Tirkiyeyê rûyê rastî yê dagirkeran zû nas kir. Di hemû qadên jiyanê de bû şahidê cihêkariyê; hevrêyê me Derwêş ê ji ber ku bi zimanê dayikê diaxivî rastî êrîşên faşîstan hat lê wî tu carî dev ji berxwedana xwe berneda. Hevrêyê me Derwêş ê ku ji bo xwedîlêderketina ziman, çand û nasnameya xwe di nava lêgerîna têkoşînê de ye, biryar da ku partiya me PKK'ê nas bike. Hevrêyê me yê ku ji dil û can bawer dike ku navenda têkoşînê ya rastîn bi naskirina felsefeya Rêber Apo û têkoşîna dîrokî ya PKK’ê ye, lêgerîna xwe bi dawî kiriye û dest bi têkoşîna xwe ya aktîf kiriye. Hevrêyê me yê ku di sala 2009’an de beşdarî xebatên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd ji polîtîkayên qirêj ên dagirkeran biparêze, kedeke mezin da. Ji ber vê gelek caran dagirkeran ew destgîr kirin. Hevrêyê me yê ku di sala 2011’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat girtin, sê sal û nîvan di zindanên dagirkeran de ma. Hevrêyê me Derwêş ê ku dev ji berxwedana xwe ya li zindanan berneda û bi biryardariyeke mezin berdewam kir, sirgûnî gelek zindanan hate kirin. Hevrêyê me Derwêş ku bi hevalên xwe re her cihê xwe vediguherand qada berxwedanê, weke berxwedêrekî zindanê bersiva pêwîst da dagirkeran û li ser esasê mezinkirina têkoşîna xwe bû. Hevrêyê me Derwêş ku di sala 2015’an de ji zindanên dagirkeran derket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku asta hişmendiya xwe bi kûrkirina felsefeya Rêber Apo bilind kir û fêm kir ku bi têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ew dikarin serfiraziyê bi dest bixin. Hevrêyê me yê ku her dem xeyal dikir ku wê roja ku di zindanan de tevlî nava refên gerîla bibe, bi lez hînî jiyan û şert û mercên gerîla bû û di demeke kin de bû xwedî tevlîbûneke xurt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya ku dît di qada bîrdozî de kûr bû, di demeke kin de di taktîkên gerîla de jî jêhatî bû. Hevrêyê me Derwêş ê ku derbasî herêma Xakurkê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker di eniya herî pêş a têkoşîna bi bandor de cih girt, bû fermandar. Hevrêyê me yê ku ji bo pêşerojeke azad a gelê me ku heqê wê ye, bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî heta serketinê bênavber têkoşiya, hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran neda sekinandin û ev hêrs jî bûye bingeha tevlêbûna wî ya fedaî. Hevrêyê me Dêrwêş ê ku bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî û têkiliyên PKK’ê yên pîroz ên hevrêtiyê di her hawîrdorê de serdest kir, bi kesayeta xwe ya kedkar û xwerû, hemû hevalên wî jê hez kiriye. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Derwêş hiştiye, yek ji milîtanên me yên fedekar ku her tim bi ruhê serketinê jiyaye, wê her tim rêya me hevrêyên me ronî bike.

 AZAD GEVER

Sêwrega Rihayê li Kurdistanê bûye cihê pêşîn ê ku tovên têkoşîn û berxwedanê lê hatine çandin û bûye yek ji navendên ku têkoşîna azadiya Kurdistanê cara yekem lê belav bû û berxwedana li dijî dagirkeran lê hat avakirin. Gelê Rihayê yê welatparêz her tim şopa çanda berxwedanê ya qedîm di bîranîna xwe de zindî hiştin û dema partiya me PKK ava bû wan jî cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Hevrêyê me Azad ku li gorî kevneşopiya berxwedanê ya Kurdistanê mezin bûye, mîna her Kurdekî ku dixwaze li Kurdistanê bi ziman, çand, dîrok û rûmeta xwe bijî, ji biçûkatiya xwe ve bi zilma dewleta Tirk a mêtinger re rû bi rû maye. Hevrêyê me yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve dişopand, dema ku li Mêrdînê li zanîngeha xwe dixwend, felsefeya Rêber Apo baştir nas kir. Hevrêyê me ku lêgerînên xwe kûr kir, sozên bi navê azadî û siberoja ronî ya ku pergala kapîtalîst red kir û bû şopdarê felsefeya Rêber Apo.

Hevrêyê me Azad li dijî dagirkeran di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bû. Hevrê Azad bi coş û moralekî mezin tevlî nav refên gerîlayên azadiyê bû û têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê bandoreke mezin li wî kiriye.

Hevrêyê me Azad li herêma Zapê dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîla kir. Hevrêyê me yê ku di taktîkên gerîla de jêhatîbûneke mezin bi dest xist, piştre li herêma Xakurkê têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me Azad ku di felsefeya jiyanê ya Rêber Apo de kûr dibe, li dijî dagirkerên ku dixwazin hêviya siberoja azad a gelê me tine bikin, têkoşînek bêhempa daye meşandin. Hevrêyê me yê ku bi îradeyeke mezin ji bo erkên xwe yên şoreşgerî bi serketineke mezin pêk bîne, di demeke kurt de derket pêş û rêhevalên xwe bi rê ve bir. Hevrêyê me yê ku di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de mîrateya têkoşîna şehîdên me yên nemir heta serkeftinê bi dest xistiye, her kêliya jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya gelê me kiriye. Hevrê Azad ku milîtanê xeta serketinê ya partiya me PKK’ê ye û di her qadê de ji bo hevrêyên xwe bûye hêzek, bi kesayeta xwe ya kedkar û nefsbiçûk, hemû hevalên wî jê hez kirine. Hevrê Azad asta xwe ya kûrbûnê her dem geş kiriye û bi pratîka xwe diyar kiriye ku ew milîtanekî layiqî partiya me PKK’ê ye.

Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Azad li pey xwe hiştiye, wê her tim di têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.

OZGUR CÎLO

Ziman, çand û dîroka wê tê paşguhkirin; Gelê me yê welatparêz ku di pençê qirkirina dewletên mêtînger de hatin girtin, bi avabûna partiya me PKK’ê re bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî refên têkoşînê kir. Bajarê me Colemêrg yek ji qadên destpêkê bû ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bûyîna gel xwe gihand girseyên mezin. Gelê me yê Colemêrgê yê welatparêz ku hestên wan ên welatparêziyê yên xurt her tim zindî bûne û xeta xwe ya berxwedanê ya dîrokî parastiye, ti carî serî li ber dewleta Tirk a dagirker netewand. Hevrêyê me Ozgur ku di derdoreke civakî ku nirxên Kurdistanê lê xurt bû û bi kevneşopiya berxwedanê ya ku Partiya me afirandî ji dayik bû û mezin bû, bû yek ji hevrêyên me ku di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Ji ber ji malbatê tevlîbûn hebû, meraq û eleqeya hevrêyê me Ozgur li hemberî jiyana gerîla gelek mezin bû. Hevrêyê me şahidiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û polîtîkaya wê ya îmhayê kiriye û rastiya dijmin ji nêz ve nas kiriye. Hevrêyê me Ozgur ku di sala 2015’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tasfiyekirina gerîlayên azadiya Kurdistanê ku nûnertiya şênber a hêz û vîna parastina rewa ya gelê me ye dît, bê teredud tevlî nava refên gerîla bû û refên berxwedanê xurtir kir.

Hevrêyê me ku li qada Zapê perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serkeftî qedand, bi taybetmendiyên xwe zû hînê jiyana gerîlatiyê bû û têkiliyên hevrêtiyê yên xurt ava kiriye. Bi perwerdeya pisporiyê ya ku dît, di xeta gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir û tiştên ku hîn bû bi awayekî xurt xist pratîkê. Hevrêyê me Ozgur di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi kesayeta xwe ya bi rêgez û dilnizim bû milîtanekî mînak. Ji bo ku Rêber Apo baştir fêm bike, her tim di nava lêhurbûnek kûr de bû û rastiyên ku hîn dibû hewl dida bi jiyanî bike. Ji bo hîn bêhtir beşdarî xeta berxwedan û têkoşîna şehîdên me bibe û armancên wan bigihêje serkeftinê bi cidîbûn û berpirsyariyeke mezin nêzî hemû erkên şoreşê bû. Hevrêyê me Ozgur ku bi kesayeta xwe ya sade, dirust û kedkar hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kiriye, bi serketina xwe bûye nûnerê xurt a nasnameya PKK’ê. Bûye milîtanekî rasteqîn ku zû xwe ji taybetmendiyên neyînî yên ku pergal di kesayetiya wî de afirandiye, rizgar bibe û bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Hevrêyê me bi xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me, ji bo hîn bêhtir xizmetê ji gelê me re bike, tempoya tevlîbûnê û xeta têkoşînê xurttir kiriye. Di êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Zapê de hevrêyê me Ozgur tevî hevrêyên xwe nehiştin dagirker derbas bibin û di eniya pêş de cih girt û bi fedaî şer kir. Hevrêyê me yê ku bi îradeya xwe ya xurt taktîkên gerîlatiyê bi hostayî xistiye pratîkê, hem di jiyanê de hem jî di şer de ji hevrêyên xwe re pêşengî kiriye. Hevrêyê me Ozgur, milîtanekî mînak ê ku ji aliyê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve hatiye afirandin, wê her tim di têkoşîna me de bijî.

SÎDAR BOTAN

Partiya me PKK’ê ku bi vejandina hêviyên azadiyê yên gelê me yê bindest derbeke giran li polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger xist, ji roja destpêkê ve ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi coşeke mezin hatiye hembêzkirin. Bajarê me yê Wanê ku ji kevneşopiyeke xurt a berxwedanê tê, di heman demê de bûye yek ji navendên berxwedanê yên ku têkoşîna me hembêz dike û bi serhildanan silav dike. Têkoşîna gelê me yê qedîm ê ku dihate xwestin bi qirkirinê re were tinekirin, bi felsefeya Rêber Apo re têkoşîna siberojeke azad hate dayîn, di encama keda şehîdên me yên bi fedaî li ber xwe dan û bi vê armancê têkoşiyan, îro bûye hêviya hemû bindestan, jin û ciwanan. Hevrêyê me Sîdar ku di nava kevneşopiya xurt a ji aliyê partiya me PKK'ê ve hatiye afirandin de mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve êrîşên hovane yên dewleta Tirk a mêtinger a li dijî têkoşîna me û gelê me pêk tîne, dît. Hevrêyê me ku gelek ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hez dikir, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet bi xeyala roja ku mezin bibe û tevlî nava refên gerîla bibe mezin bû. Hevrêyê me di êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker de ku di sala 2015’an de li ser esasê tinekirina îradeya gelê me destpêkiribûn biryara tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê da. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe bersiva pêwîst da dagirkeran û pêşengî ji ciwanên Kurd re kir û xeta berxwedanê nîşan da.

Hevrêyê me Sîdar ê ku li xaka ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye tevlî nava refên gerîla bû, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û bi perwerdehiya ku dîtî Rêber Apo, Partiya me PKK’ê û têkoşîna efsanewî ya şehîdên me yên nemir nas kir.  Hevrêyê me yê ku bi kûrkirina lêhurbûna xwe zanîn û ezmûna xwe xurt kir, perwerdeya bingehîn a gerîla jî bi serkeftî qedand. Hevrêyê me yê ku bi avabûna xwe ya bi hêz û têgihiştina xwe ya leşkerî di demeke kin de di gelek taktîkên gerîla de bû pispor, li ser esasê pêkanîna tiştên ku hîn bû hewl da. Hevrêyê me Sîdar ku bi zanebûna ku bi dest xistiye derbasî herêma Zapê bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Ertûşê de li eniya herî pêş cih girt û şerekî bi bandor da meşandin. Hevrêyê me yê ku di pratîka şer de bi tevlîbûna di gelek çalakiyan de pijiyayî û bû xwedî îradeyek bi hêz, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de cihê xwe girt. Hevrêyê me yê ku her tim hewl dida bibe milîtanekî xeta şehîdan, her tim bi lêkolînê xwe pêş xistiye û bi parvekirina zanyariyên xwe bi hevrêyên xwe re mezin bûye. Hevrêyê me Sîdar ku bi kesayetiya xwe ya fedekar û kedkar hewl dide wezîfeyên şoreşgerî bêyî bêhnvedanê bi cih bîne, her kêliya jiyana xwe ji bo têkoşîna şoreşê û siberoja azad a gelê me veqetandiye. Hevrêya me Sîdar bi girêdana hevrêtiya pîroz a PKK'ê re bûye hevrêya hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku bi cidiyeta pêkanîna hemû erkên di têkoşînê de bi serketineke bilind nêzîk bû, hem di şerê li dijî dagirkeran û hem jî di jiyanê de bû mîlîtaneke PKK’ê yê mînak. Hevrêyê me Sîdar ê ku mîraseke xurt a têkoşînê ji me re hiştiye û tevlî kerwana nemiran bûye, wê di xeta serkeftinê de têkoşîna me her tim ronî bike.

XELÎL DAG

Bajarê me Amed malovanî ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re kiriye û li Kurdistanê bûye afirênerê kevneşopiya serhildanê. Tevî ku rastî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger hatiye, xelkê me yê Amedê ti carî dest ji xeta berxwedanê neberdaye û bê navber têkoşîna xwe geş kiriye. Bajarê me Amed ê welatparêz her tim girêdayî xeta Rêber Apo maye û zarokên xwe yên bi wêrek şandiye refên berxwedanê û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê nivîsandiye. Hevrêyê me Xelîl di nava kevneşopiya Kurdistanî û welatparêziyê ya xurt a Amedê û di nava malbatek bi nirx ku tevlîbûnên wê yê refên têkoşînê hene de, hatiye dinê û di nava vê kevneşopiya xurt de mezin bûye. Hevrêyê me her tim hestên wî yên welatparêziyê yên xurt li pêş bûn û şahidî ji lîstokên dewleta Tirk a mêtinger a dûrxistina ciwanan a ji têkoşînê re kiriye. Li dijî vê yekê bêdeng nemaye û dest bi têkoşînê kiriye. Hevrêyê me di nava xebatên ciwanan de cihê xwe girt û li dijî polîtîkayên qirêj ên mêtingeran ciwanên Kurd parastiye û di nava demek kurt de bûye pêşeng. Di têkoşîna li bajarê me Amedê dihat meşandin de, kedek mezin daniye holê. Hevrêyê me di dema meşandina xebatan de Rêbertî û partiya me PKK ji nêz ve hîn baştir nas kir û têkoşîna xwe ti carî têrker nedîtiye. Her tim li rê û rêbazên hîn zêdetir têkoşînkirinê, geriyaye. Hevrêyê me Xelîl li dijî êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku îradeya azad a gelê me ye, sala 2015’an dayî destpêkirin bi tevlîbûna nava refên gerîla bûye bersiv û bersiva pêwîst daye dagirkeran.

Hevrêyê me li ser xaka Amedê ya qedîm ku lê jidayik bû û mezin bû, tevlî nava refên gerîla bû. Li Bakurê Kurdistanê piştî ku demekê têkoşîn meşand, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Hevrêyê me Xelîl ji bo di xeta gerîlatiya profesyonel de xurtir bibe, perwerdeyên xwe yên esas û pisporiyê temam kir. Ji fermandarên me navê Şehîd Xelîl Dag ku bûye efsane, girt û di şexsê Şehîd Xelîl de xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me hemûyan derketiye. Hevrêyê me Xelîl di heman demê de eleqederî nîşanî hunerê dida. Li her qada jiyanê ji xwe re kiriye armanca esas ku xizmetê ji Şoreşa Azadiya Kurdistanê re bike. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku stangiye, bûye gerîlayek bi tecrube. Derbasî qada Zapê bûye û li dijî artêşa Tirk a dagirker bi hevrêyên xwe re têkoşînek bi bandor meşandiye. Hevrêyê me Xelîl ji bo ku di qada leşkerî û îdeolojîk de bibe pispor, bê navber hewl daye û xwe bi tevlîbûnê re jî sînordar nehiştiye. Timî xwe nû kiriye û ji bo pratîkirina armancên Partiya me, bûye yek ji hevrêyên me ku timî ketiye nava hewldanan. Hevrêyê me bi hezkirina kûrahiya hevrêtiyê û tevlîbûna xwe ya esasgirtina xeta partiyê, derdiket pêş û weke mîlîtanek mînak, fedakarî kiriye û di xebatan hemûyan de li herî pêş cihê xwe girtiye. Hevrêyê me Xelîl di demek kurt de fêrî ernîgariya zehmet a Zagrosan bûye û bûye yek ji fermandarên me yên ciwan ku ruhê serkeftinê yê dema nû dihilgirt. Hêrsa hevrêyê me ya li hemberî dagirkeran ti carî xilas nebûye û ji bo Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bike û gelê me bibe xwedî pêşerojek azad, her kêliya jiyanê têkoşiyaye. Hevrêyê me Xelîl bi sekna xwe ya mînak û şerê bi fedayiyane ya di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, bûye mîlîtanek layiqê partiya me PKK’ê û mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, wê her timî pêşiya me ronî bike.”