HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, "Li ser şopa şehîdan, em soza xwe dubare dikin ku armanc û xeyalên wan teqez pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hevrêyên me Bawer Erûh û Ronî Dêrik 24'ê Hezîrana 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombardûmanê de şehîd bûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bawer Erûh
Nav paşnav: Mehmet Emîn Ekîncî
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatim-Methî
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2021'ê / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ronî Dêrik
Nav paşnav: Mûhammed Şefîk Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Buşra-Şefîk
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2021'ê / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Bawer Erûh, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû, ku bi welatparêziya xwe ya xurt û cihê fîşeka destpêkê li dijî mêtingeriyê lê hate teqandin, tê naskirin. Roja 15'ê Tebaxa 1984'an ku weke mîladekê li dîroka Kurd bi cih bû, ji dayik bû. Hevrêyê me Bawer ku zarokê 15'ê Tebaxê ye, bi karakterê roja ji dayik bû mezin bû, çanda welatparêziyê ya malbata wî bû havêna kesayetiya wî. Hîn di zarokatiya xwe de zilm û zordariya rejîma dewleta Tirk a qirker dît, ji dil ve baweriya xwe bi pêwîstiya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re anî. Bi vê hestê destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû, ji ber vî karî jî bû hedefa rejîma dewleta Tirk a faşîst û hate girtin. Di temenê ciwantiya xwe de gelek caran hate destgîrkirin, tevî ku demeke kurt girtî ma jî dest ji karên xwe yê şoreşgerî berneda. Lê belê sala 2004'an bi demdirêjî hate girtin, sala 2008'an hate berdan. Qada zindanê weke cihekî ji bo xurtkirina hişmendiya xwe, bilindkirina têkoşîna xwe bi kar anî, bi rengekî hîn xurtir ji nû ve tevlî kar bû. Lê belê ji ber ku sala 2011'an derfet nema karên li qada civakî bimeşîne tevlî nava refên gerîla bû ku timî xewn û xeyala wî bû.

Li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir, bi rengekî çalak tevlî operasyonên şoreşgerî yên gerîla bû ku bi peşengiya ji fermandarên me yên nemir Şehîd Reşît Serdar mohra xwe li salên 2011 û 2012'an xist. Hevrêyê me bawer di van çalakî û operasyonan de bû xwedî tecrûbeyên mezin û zû bû fermandarek. Welatparêziya civakî û çanda partiyê di kesayetiya xwe de bi têrkerî gihand hev, ev yek bi tecrûbeyên leşkerî xurt kir, li her cihî bi rola xwe ya pêşengiyê rabû. Piştî pratîka fermandariyê ya bi keda fedakariyê ya li Zagrosan, ji bo perwerde û kûrbûnê tevlî perwedeya li akademiyên partiyê bû. Li dû pêvajoya perwerdeyê her carê di karên girîng û stratejîk ên rêxistina me de wezîfe da ser milê xwe. Her kar û wezîfe bi fedakarî û cidiyeteke mezin bi cih anî. Heta kêliya ku şehîd bibe, ji sekna xwe ya milîtaniya Apoyî, ji wezîfeya fermandariyê û şervaniya xeta rêxistinî ti carî tawîz neda.

Hevrêyê me Ronî Dêrik li Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Ronî ku ferdekî malbata welatparêz a ji fermandarên me yên nemir ê pratîka gerîla ya tevgera Apoyî hevrê Xebat Dêrik bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me Ronî ku bi rastiya gel ê şervan ê Rêber Apo û li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû, zû bû xwedî kesayetekî têgihiştî. Hevrêyê me Ronî ji welatê xwe hez dikir, bi gelê xwe re dilsoz bû û baweriya xwe bi wê yekê anî ku Kurdistan tenê bi têkoşînê dikare azad bibe. Hîn di temenê ciwantiye de hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê nas kir. Gihîşt wê baweriyê ku çavkaniya bingehîn a zîhniyeta faşîst û çetetiya DAÎŞ'ê rejîma dewleta Tirk a mêtinger û zîhniyeta wê ya faşîst e, lewma biryar da ku divê li dijî vê rejîmê şerekî bêeman bê meşandin. Bi vê têgihiştinê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi tevlîbûna xwe ya bi coş, bawerî û bi moral, bi kesayetiya xwe ya kedkar û têgihiştî zû tûj bû. Her wezîfeya jê re hate dayin hewl da bi ruhê fedayî bi cih bîne. Di pîvanên jiyanê yên partiyê û dîsîplîna leşkerî de tawîz neda û wezîfeyên herî giran bi cih anî. Kesayetiya wî ya bi ruhê serketinê kir ku li her qadê bê hezkirin, bibe cihê baweriyê û hevrêyekî mînak. Heta roja ku şehîd bibe hewl da wezîfeyê şoreşgerî teqez bi ser bixîne.

LI OMERYANÊ BI LEHENGÎ ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛ

Hevrêyê me Cîlo Reşo 5'ê Tebaxa 2021'ê li qada Omeryan a Mêrdînê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Cîlo Reşo
Nav paşnav: Suleyman Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Meryem-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tebaxa 2021 / Mêrdîn

Bi pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re yek ji qadên destpêkê rabû serhildanê, Nisêbîn bû. Bi sekna xwe ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger, bi taybetmeniya xwe ya berxwedêr cihê xwe her tim di hiş û bîra gelê Kurdistanê de girt. Heta roja îro jî vê sekn û taybetmendiya xwe dewam dike. Bêguman sedema herî girîng a vê welatparêziyê jî tevlîbûn keç û xortên hêja yên xelkê Nisêbînê ya li nava refên gerîla û şehadeta wan e. Bi vî rengî li vê herêma hêja ya welatê me Kurdistanê çand û kevneşopiyeke berxwedanê afirî, vê rewşê di nava dijmin de hêrseke mezin çêkir. Ji ber vê yekê li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê ya bi însiyatîfa gelê me dest pê kir, yek ji êrişên herî giran ê dîrokê hate kirin. Lê belê van êrişên dijminê qirker nekarî îradeya xelkê me yê Nisêbînê yê welatparêz bişikîne û nekarî çokê li xelkê me bide tewandin.

Hevrêyê me Cîlo ku li nava çandeke wiha şoreşger ji dayik bû, bi van nirxên welatparêziyê mezin bû û kesayetiya xwe bi vî rengî da rûniştandin. Lewma partiya me PKK ji nêz ve nas kir, nirxên azadiyê yên ku partiya me temsîla wan dike bi hêsanî pejirand. Zext û zilma ku dewleta Tirk a mêtinger rojane li gelê me dike, şahidî jê re kir. Ev êrişên dijmin analîz kir û di mijara helwesta dijî van êrişan de kete nava kûrbûneke girîng. Berxwedana lehengî û meşa wêrekî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk nîşan dide bandoreke mezin li hevrêyê me Cîlo kir. Di encama pêvajoya kûrbûnê de mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tercîha xwe li aliyê têkoşîna hebûn û azadiyê danî û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cîlo ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya sade û cewherî bal kişand û di demeke kurt de bû hevrêyekî me yê hêja ku ji aliyê hevalên xwe ve hate hezkirin. Ji ber ku ne xerîbê jiyana çiyê bû zû hînî jiyana gerîla bû. Coş û kelecana roja destpêkê ya tevlîbûna nava refên gerîla di tevahiya gerîlatiya xwe de dewam kir û sekneke bi vî rengî nîşan da. Hevrêyê me Cîlo her tim hewl da ku azadiya Rêber Apo misoger bike û gelê me ji bin zext û zora qirkirinê rizgar bike. Li ser vê bingehê girîngî da perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî, di encama van perwedeyan de di kesayetiya xwe de şoreş afirand û bû fermandarekî pêşeng.

Ji bo hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk a qirker li gelê Kurdistanê bi taybetî xelkê me yê Nisêbînê dike bipirse, xwest ku gerîlatiyê li Bakurê Kurdistanê dewam bike. Li ser vê bingehê weke fermandarekî gerîla yê pêşeng li eyaleta Mêrdînê vegeriya ku zarokatî û salên destpêkê yên ciwantiya wî lê derbas bû. Bû afirînerekî têkoşîna bênavber. Li herêma Mêrdînê di asta amadekarî û bicihanînê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker bû û di van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Cîlo bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û ji dil ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin; bi taybetmendiyên şoreşgerî û mirovî yên herî bedew, bandoreke mezin li hevrêyan hemûyan kir û li ezmanên Kurdistanê bû stêrkek ku ronahiyê dide me hemûyan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne yên leheng, em sersaxiyê ji xelkê navendên welatparêziyê yên Kurdistanê Dihê, Dêrik û Nisêbînê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Li ser şopa şehîdan, em soza xwe dubare dikin ku armanc û xeyalên wan teqez pêk bînin."