HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 şehîdên herêma Metînayê eşkere kir û got, "Van ewladên leheng ên Kurdistanê li ser xeta fedaîtiyê derbên giran li dagirkeran xistin. Em soz didin ku berxwedana wan bi serketinê tacîdar bikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker di êrîşa xwe ya dagirkeriyê de ya li ser Başûrê Kurdistanê, xitimî ye. Artêşa dagirker ji bo xwe ji vê rewşa xitimî rizgar bike, êrîşa dagirkeriyê ber bi herêma Metînayê befireh kiriye. Hêzên me li dijî artêşa dagirker berxwedana xwe ya dîrokîd ewam dike. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê mîna li herêma Zapê, li herêma Metînayê jî bi îradeya fedaî ya Apoyî helwest hate nîşandan û planên dagirkeran hatin têkbirin. Ji pêşengên vê berxwedana destanî hevrêyên me Rojhat, Alî û Bahoz ku bi çalakiyên xwe rêbaza şerê tîm ê bi tevger bi rengekî serketî bi cih anîn, 5'ê Tîrmeha 2022'an bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van ewladên leheng ên Kurdistanê bi berxwedana li ser xeta fedaîtiyê derb li dagirkeran xistin. Em soz didin ku berxwedana wan bi serketinê tacîdar bikin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja, gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rojhat Kurdistan
Nav paşnav: Ferhat Otgen
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Hamdiye-Nîmet
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tîrmeha 2022 / Metîna

Nasnav: Alî Tolhildan
Nav paşnav: Metîn Karaboga
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Esmer-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tîrmeha 2022 / Metîna

Nasnav: Bahoz Bagok
Nav paşnav: Ferhat Demîrtaş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav. Hanîme-Aslan
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tîrmeha 2022 / Metîna

ROJHAT KURDISTAN

Hevrêyê me Rojhat li nava malbateke welatparêz a ji Mêrdînê li Edeneyê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, dewleta Tirk a faşîst zext lê kir. Li gel zextên dewleta Tirk jî ji ber ku ji rûmeta xwe tawîz nedan, gundê wan hate şewitandin û neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku Kurdan koçberî metropolên Tirk bike, li vê derê asîmîle bike û bênasname bihêle. Mîna bi hezaran malbatên ku ji ber welatparêziyê ji cih û warê xwe bûn, malbata hevrêyê me Rojhat jî li ser xeta welatparêziyê ya ku di oxira wê de berdêl da, israr kir. Hevrêyê me Rojhat bi van nirxan mezin bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû welatparêz bû, hevrêyê me Rojhat jî bû xwedî kesayetiyeke bi vî rengî. Hevrêyê me Rojhat baş dît ku ciwanên xwe bi rêxistin nekiribin ji hebûn û nirxên xwe dûr dikevin, lewma tevlî nava karên ciwanan ên welatparêz bû. Hevrêyê me Rojhat êdî hîn bi rêxistin û zane ye. Di sala 2011'ê de ku bi pêngavên şoreşgerî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dihate xistin, hevrêyê me Rojhat rastiya şer dît, ev bûyer û şer ji nêz ve şopand û bi coşeke hîn mezintir tevlî kar bû. Şehadeta çar hevrêyên me li Amanosê bandoreke mezin lê kir û gihîşt wê baweriyê ku divê tola wan hilîne. Hevrêyê me Rojhat bi kêmasiya meşandina têkoşînê ya li nava sîstemê hesiya û biryar da ku tevlîbûna xwe hîn bi wate û bi bandor bike. Bi salan bi çîrokên xal û apê xwe yê şehîd mezin bû, ji xwe re kir wezîfe ku meşaleya wan a azadiyê ji cihê hiştine dewam bike. Bi komek ji hevalên xwe li welatê xwe vegeriya ku bi zorê, bi zext û êşkenceyê jê hatibû dûrxistin. Li Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rojhat piştî ku demekê li Botanê me, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya bingehîn bû. Ji bo karibe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe, gelekî hewl da. Hevrêyê me Rojhat baş fêhm kir ku ji bo jiyan bi wate û azad bibe divê kedê bide û bi keda xwe cihê xwe di hişê mirovan de girt. Her tim hîn bêhtir ked da û bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û bêhesab, hêz û moral da hevrêyên xwe. Li herêmên ku derfet lê kêm bûn, bi rengekî afirîner tevgeriya û bi karên xwe bi ser xist. Hevrêyê me Rojhat ku xwe fedayî Rêber Apo û şehîdan kir, li gorî vê têgihiştinê têkoşiya. Hevrêyê me Rojhat pê hesiya ku li dijî dijminê dagirker tenê bi hestan şer nikare bê kirin, lewma li akademiyên leşkerî bi perwerdeyê bû gerîlayekî şareza. Ji bo li herêmên cuda şer bike gelek pêşniyar kir, lê li gorî pêwîstiyên tevgerê nêzîk bû. Li gel zor û zehmetiyan, bi salan li derzîxaneyê ji bo hevrêyên xwe kinc dirût. Gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê daxwaza her hevrêyên me ye. Hevrêyê me Rojhat jî ku bi hesta tolhildanê dagirtî bû, li ser bingeha vê daxwazê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bi baweriya ku da hevrêyên xwe, di sala 2014'an de derbasî Bakurê Kurdistanê bû.

Li Botanê di pêvajoyeke zehemet de li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker sekneke bi îrade, bi biryar nîşan da û bû bersiv ji pêvajoyê re. Li Botanê di Berxwedana Xwerêveberiyê de û li gelek karên cuda berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Rojhat ku namzetekî fermandarekî mezin bû, li Botanê tecrûbeyên berfireh bi dest xist. Hevrêyê me Rojhat ku bendewariyên gelekî mezin jê dihate kirin, ji bo xwe ji pêvajoya şoreşê ya demdirêj re jinûve amade bike û barê şoreşê hîn bêhtir hilde ser xwe, careke din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Rojhat ku diyar kir, perwerde ji bo her milîtanekî pêwîstî ye, tevlî akademiya îdeolojîk bû. Hevrêyê me Rojhat ku di pêvajoyeke demdirêj û zehmet re derbas bû, firsend wergirt ku tecrûbeyên xwe binirxîne. Di nava perwerdeyê de kêmasiyên xwe baş nirxand û ji bo pêngaveke xurt biavêje ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi hêz kir. Ji bo careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bibe israr kir, lê belê li ser bingeha pêwîstiyan li herêma Metînayê wezîfe kir. Ji bo pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê bigire, bi rengekî çalak tevlî pêvajoyên amadekariyê û çeperan bû. Her wiha dema ku operasyonên dagirkeriyê destpê kir, li qadê bi xurtî tevlî pêvajoyê bû. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker weke fermandarekî tîm ê bi tevger tevgeriya, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist.

ALÎ TOLHILDAN

Hevrêyê me Alî li nava malbateke ji Sêrtê li Dîlokê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber pirsgirêkên aboriyê yên malbatê hîn di temenê zarokatiyê de alîkarî da malbata xwe û li karê tekstîlê xebitî. Li ser vê bingehê bû xwedî têgihiştina berpirsyariyê. Ji ber ku derdora hevrêyê me Alî welatparêz bû, bala wî çû ser tevgera me. Bi vê baldariyê li ser tevgera me xwend û lêkolîn kir. Hevrêyê me Alî ku kete nava lêgerînan, tevgera ciwanan a welatparêz nas kir. Di nava ciwanên welatparêz de dest bi karê rêxistiniyê kir. Şehadeta hevalên hevrêyê me Alî û sekna bi rûmet a dayika hevalên şehîd gelekî bandor li hevrêyê me Alî kir. Bi dirûşma, wezîfeya bingehîn a ciwanên Kurd 'Ji bo Rêbertî, welat û gelê xwe, bicihanîna berpirsyariyê ye', di 4'ê Nîsana 2014'an de ku ji bo gelê Kurd gelekî bi wate ye, tevlî nava refên gerîla bû.

Di rojeke wiha bi wate de xeta 'Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne' ji xwe re kir esas û ber bi jiyaneke bi wate gav avêt. Di pêvajoyên destpêkê de li gel zehmetiyên fîzîkî jî hevrêyê me Alî bi piştgiriya hevrêyên xwe hînî çiyê bû, zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir û fîzîka xwe xurt kir. Hevrêyê me Alî ku têr û tijî enerjî bû, bi zîrektiya xwe di her karî de zû bi pêş ket. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi coş reng da qada lê ye û ji bo hevrêyên xwe jî bû çavkaniya moralê. Li qadên zehmet kar kir û di nava pratîkê de xwe şareza kir. bi jîrbûna xwe di pratîkê de bi pêş ket û çû akademiyên leşkerî, akademî jî bi rengekî serketî qedand û bû gerîlayekî profesyonel. Piştî perwerdeya wergirtî derbasî herêma Avaşînê bû. Li vir di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû û ji ber ku xwedî potansiyela fermandariyeke mezin bû, bi armanca perwerdekirina hevrêyên xwe li akademiya leşkerî wezîfe wergirt. Hevrêyê me Alî ku di diyalektîka PKK'ê de di pozîsyona milîtanê her tim hîn dibe û hîn dike bû, di vê pêvajoyê de nesekinî û bi daxwazeke mezin alîkarî da hevrêyên xwe. bi têkiliya hevrêtiyê û hînkirina hevrêyên xwe ya tecrûbeyên xwe, xwe kir hosta. Hevrêyê me Alî bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir ji bo bibin gerîlayên profesyonel. Tevî ku di asteke bi vî rengî de bû bi dilnizimiya xwe bû şoreşgerekî mezin. Li gorî mîsyona ku rêxistina me da wî tevgeriya û ji bo karibe di îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de xwe hîn bêhtir şareza bike, tevlî akademiya îdeolojîk bû. Bi kûrbûna li vê derê xwe ji pêvajoyê re amade kir. Ji vê dewreya perwerdeyê jî bi rengekî serketî mezûn bû. Hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve êdî fermandarekî pêşeng e. Piştî perwerdeyê, ji bo tecrûbeyên xwe yên mezin bixe pratrîkê derbasî herêma Metînayê bû û li wê derê dest bi kar kir. Heta kêliya ku şehîd bikeve li Metînayê li gelek qadan bi fedakarî kar kir û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir. Hevrêyê me Alî ku her kêliya jiyana rêxistinê bi têr û tijî jiya û da jiyîn, bawerî da derdora xwe, bi sekna xwe ya bi wêrekî û bi biryar bû fermandarekî mînak.

 

BAHOZ BAGOK

Hevrêyê me Bahoz li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Mêrdîn herêmeke me ya welê ye ku îdeolojiya Rêber Apo zû pejirand, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî tevgera me kir û xwedî li partiya me PKK'ê derket. Tevî ku bi her kiryarên li dijî mirovahiyê dijminê faşîst û dagirker bi ser ve çû, ti carî ji welatparêziyê gav paşve neavêt û timî bi serbilindî li dora tevgera me civiya. Malbat û derdora hevrêyê me Bahoz jî ji ber ku welatparêz bû, bi pîvanên welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Bahoz pê hesiya ku welatê me ne tenê hatiye parçekirin û dagirkirin, di heman demê de qirkirin lê tê ferzkirin. Weke ciwanekî Kurd biryar da ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tevlî nava têkoşîna gelê xwe bibe. Tê zanîn ku dijmin ji bo ciwanên Kurd ji tevgera me dûr bixîne, her cûre qirêjiyê li wan ferz dike û nirxên exlaqî binpê dike. Rejîma faşîst bi rêbazên şerê taybet dixwaze ciwanên me ji hebûna xwe, gel û welatê xwe dûr bixîne, bike biyanî û dûrî berpirsyariyê. Hevrêyê me Bahoz ji ber ku ji nava derdoreke welatparêz bû, haya xwe timî ji van polîtîkayên qirêj ên dijmin hebû. Lewma ji bo têkoşîneke bi zanebûn bimeşîne tevlî nava karên ciwanan bû. Demekê di çarçoveya nirxên azadiyê de hem xwe hem jî ciwanên li derdora xwe bi rêxistin kir. Piştî ku DAÎŞ'ê êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir û hewl da gelê me qir bike, mîna bi hezaran ciwanên Kurd hevrêyê me Bahoz jî ji bo parastina destketiyên gelê Kurd ên li her derê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Ji bo gelê me ji barbariya DAÎŞ'ê bê rizgarkirin tevlî gelek pêngavan bû. Tevî ku gelek caran birîndar bû, ev yek ji bo xwe nekir astek û bi israr ji bo parastina destketiyên gelê xwe kedeke mezin da. Hevrêyê me Bahoz ku her tim li refên herî pêş bû, kedeke bêhempa da. Hevrêyê me Bahoz bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û partiya me bû milîtanekî mînak û her tim hewl da vê dilsoziyê xurt bike. Li gorî pêwîstiyên rêxistin tevgeriya, bi sekna xwe ku her tim ji her wezîfe û karî re amade bû, bû cihê baweriyê. Hevrêyê me Bahoz di dayina kedê de mîna di pêşbirkê de bû, pênaseya fedakariyê di kesayetiya xwe de cuda kiribû. Hevrêyê me Bahoz ku xwe bi temamî fedaî şoreşê kir, li ser vê bingehê xwe perwerde kir. Bi îdeolojiya Rêber Apo bi sekna ji xwe bawer û piştrast, têkoşîneke hevgirtî û xurt meşand. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî bawerî da derdora xwe. Hevrêyê me Bahoz bi jêhatîbûna xwe ya li qada leşkerî tevlî pratîkê bû û bi vê taybetmendiya xwe li pêş bû. Bi taybetî bi hesasiyeta hunermendiyê nêzî Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bû û bi wêrekî xiste meriyetê. Bi qasî taybetmendiya xwe ya şerker, xwedî hemû wesfên fermandariyê bû. Hevrêyê me Bahoz wezîfeyên cuda yên jê re hatibû dayin bi serketî bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya milîtaniya Apoyî ya hevgirtî ji hevrêyên xwe hemûyan re bû cihê moral û hêzê. Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya hevrêyê me Bahoz radestî me kiriye bi ser bixînin û dilsozê bîranîna wî bin."