HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir -HATE NÛKIRIN

HPG'ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kir û got, "Bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan û rastiya PKK'ê ya ku têk naçe bi şênberî nîşan dan."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên di 15'ê Hezîranê de şehîd bûn, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Hezîrana 2023'an de me ragihandibûn, ku li Girê Şehîd Şahîn ê Xakurkê komek ji dagirkeran hatin kontrolkirin, hêzên me kemîn danîn pêşiya dagirkeran, ji nêz ve lê dan û di encamê de 18 dagirker hatin cezakirin.

Di şer de û bombardûmana dijmin a piştî şer, hevrêyên me Asya (Amara), Azad û Koçer (Seyît) ên bi ruhê fedaî yê Apoyî pêşengî ji vê çalakiyê re kirin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Keça leheng a xelkê Karadenîzê Asya, ewladê sosyalîst ê hêja yê gelê Elman Azad, ku bi hestên enternasyonalîst a mezin û baweriya mezin a ji îdeolojiya sosyalîst demokratîk tevlî nava refên PKK'ê bûn, di demekê de ku neteweperestî gelan bi hev dide qirkirin bersiva herî bi wate dan û nûnerê ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurd hevrêyê me Koçer ê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi vê çalakiyê bûn nûnerên heqîqeta bilind a PKK'ê. Bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan û bi rengekî şênber rastiya PKK'ê nîşan dan ku têk naçe. Ruhê fedaî, hişmendiya neteweya demokratîk, fikrê sosyalîzmê yê bilind ên van hevrêyên me yên leheng temsîl kirin, di nava felsefeya Apoyî de gihîştin hev û bûn navê havêna doza me ya azadiyê. Ji bo jiyaneke sosyalîst, demokratîk û azad a mirovahiyê ku van hevrêyên me di oxira wê de berdêl dan û armanca wan a herî mezin bû, em ê bêrawestan têbikoşin. Em ê bîranînên hevrêyên xwe yên fedaî li bexçeyê azadiyê yê gelan bi bîr bînin û sozê didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Asya, Azad û Koçer em sersaxiyê ji gelên Tirk, Elman û Kurd ên welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ye:

Nasnav: Asya Kanîreş
Nav paşnav: Kadriye Tetîk
Cihê jidayikbûnê: Ordû
Dayik-Bav: Nazîfe-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Hezîrana 2023 / Xakurkê

Nasnav: Azad Şerger
Nav paşnav: Thomas Johann Spîess
Cihê jidayikbûnê: Maînbûrg-Elmanya
Dayik-Bav: Chrîsta-Anton
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Hezîrana 2023 / Xakurkê

Nasnav: Koçer Medya
Nav paşnav: Diyako Saîdî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Tamîna-Sidîq
Dem û cihê şehadetê. 15'ê Hezîrana 2023 / Xakurkê

ASYA KANÎREŞ

Hevrêya me Asya Kanîreş li gundê Kaynartaş ê navçeya Unye ya Ordûyê ji dayik bû. Hevrêya me Asya ku biçûka pênc xwişk û bira bû, bi hezkirineke mezin a malbatê mezin bû. Hestên mirovî û cewhera civakî ya xelkê Derya Reş di dilê xwe de hewand. Hevrêya me Asya ku xwedî lêgerîn bû, baldar bû û lêdipirsî, ji aliyekî ve diçû dibinstanê, li aliyê din jî weke ciwaneke Tirk a rewşenbîr xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me ku bi berpirsyariya li nava malbatê li pêş bû, li ser lingên xwe sekinî, ji komkirina findeqan heta bi gelek karên cuda bi keda xwe nirx afirand. Hevrê Asya hem mirovahiya bindest, hem ked hem jî çîna karker ji nêz ve nas kir. Hevrêya me fêhm kir ku ziman, nijad, zayenda mirov çi dibe bila bibe, modernîteya kapîtalîst a hov wan talan dike, ev sîstem sîstemeke li dijî mirovahiyê ye. Piştî ku sîstema kapîtalîst nas kir, kir ku bikeve nava lêgerîneke alternatîf, fikrê çep û îdeolojiya sosyalîst nas kir. Dît ku sosyalîzm ji bo azadiya gelan û demokrasiyê rêya yekane ye. Beşa mamostetiyê qezenç kir û çû Zanîngeha Samsûnê. Li zanîngehê lêgerîn û xwendina xwe xurtir kir, îdeolojiya sosyalîst hîn bi kûrahî nas kir. tevlî nava ciwanên Tirkiyeyê yên sosyalîst bû, cihê xwe di nava karên ciwanan ên şoreşger de girt, ber bi jiyaneke şoreşger, rewşenbîr û sosyalîst gavên destpêkê avêt.

Di nava tevgera çep a Tirkiyeyê de îdeolojiya Apoyî û PKK nas kir, bi baldarî û meraqeke mezin xwend, hewl da hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêya me Asya ji ber ku li nava derdoreke ji fikrê çep û sosyalîst mezin bû, fikrê faşîzan û nexweşiya neteweperestiyê sînor dananîn ber mejiyê wê, bi fikrê azad û hestên mirovî li paşerojê nihêrî. Dema ku dûrî pêşhukmî lêkolîn li ser PKK'ê kir, şoreşgerên enternasyonal ên mezin ên gelê Tirk, ewladên leheng ên xelkê Derya Reş, pêşengên nemir ên partiya me PKK'ê hevrê Hakî Karer ê ji Ordûyê û Kemal Pîr ê ji Gumuşhaneyê nas kir. Piştî ku hevrê Hakî û Kemal nas kir ku wan bi rêbertî û kesayetiya xwe ya şoreşger a mezin PKK kirin PKK, di dilê wê de kêfxweşiyeke mezin rû da. Hevrê Asya dît ku PKK ne tenê tevgera Kurdan e, tevgera azadiyê ya tevahiya mirovahiyê ye. Hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji gelên Tirkiyeyê dûr bixîne, li nava gelê Tirkiyeyê dijberiya li Rêber Apo û PKK'ê biafirîne, tecrîdkirina fikrên Rêberê me li pêşiya hevrê Asya nebû asteng kuk Rêber Apo nas bike. Hevrêya me Asya, komkujiyên ku dewleta Tirk kir, zilma li gelan dît, bi hişmendiya sosyalîst demokratîk biryar da ku li ber van rabe. Dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê dest dan hev, di sala 2015'an de li Pirsûsê bi rengekî hovane komkujî kir, di encamê de jî ciwanên şoreşger qetil kir ku piştevaniya gelên kurd û Tirk mezin dikirin û bûbûn pira biratiyê ya navbera gelan. Şehadeta hevrêyên şoreşger ên herî hêja li Pirsûsê, kir ku hevrêya me Asya biryarê bide û di sala 2015'an de tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû.

Bi eşq, daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, bi xwe dît ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo çawa ketiye meriyetê. Dît ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî, mirovên ji her ol û baweriyê bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de dijîn. Paradîgmaya Rêber Apo ji ber ku ji bo gelên bindest û jinan veguherî şoreşekê û li Rojava kete meriyetê, ev yek bû kabûsa hêzên netewe-dewlet ên faşîzan û êrîşên hovane lê hate kirin. Hevrêya me Asya dît ku li her derê zilm li gelê Kurd tê kirin, êrîşên faşîzan têne kirin û weke şoreşgereke Tirk a sosyalîst demokratîk êşa gelan di dilê xwe de hîs kir. Bi rengekî bêteredût tevlî têkoşînê bû, du salan li nava Hêên Azadiyê yên Rojava bi rengekî bêeman têkoşiya. Bi wêrekiya xwe ya bilind û kesayetiya xwe ya dilxwaz cihê xwe di gelek çalakiyan de girt, di taktîka sûîqestê de tevlî perwerdeyê bû û bû pispor.

Hevrêya me Asya ku digot 'Têkoşîn bi tena serê xwe têrê nake, divê mirov di asta herî bilind de têbikoşe' tempo û rêbaza xwe ya têkoşînê di ber çavan re derbas kir û biryareke mezin da. Li ser bingeha vê biryarê berê xwe da çiyê, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, cihê xwe di nava Hêzên Taybet de girt. Hevrêya me Asya xwest meşa xwe ya şoreşê li ser xeta fedaîtiyê dewam bike, di asta herî bilind de û bi tempoya herî bilind têbikoşe. Weke ewladeke gelê Tirk di şexsê xwe de ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve xwest rexnedayina xwe bide. Rexnedayin jî ne tenê weke gotinê û nîqaşên ne şênber nirxand, di kesayetiya xwe de fedaîtî afirand, bi rengê herî xurt têkoşiya û tevlîbûna li nava Hêzên Taybet ji xwe re kir pêvajoyeke rexnedayinê. Hevrê Asya bi dilê xwe yê kûr, bi fikrê xwe yê bê dawî, bi hişmendiya xwe ya xurt a şoreşgerî, bi kesayetiya xwe ya jin a azad û sosyalîst bi rengekî awarte tevlî nava Hêzên Taybet bû. Li qadên ku lê ma bi sade, dilnizmî û kêfxweşiya xwe ya mezin, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê, ku kêfa wê gelekî ji pêşketina hevrêyên xwe dihat. Feraseta neteweya serdest di kesayetiya xwe de parçe kir, sekna jinê ya azad û kesayetiya sosyalîst a demokratîk li ser bingeha tevlîbûna fedaîtiyê pêk anî. Hevrê Asya bi dilxwaziya xwe ya mezin, bi tevlîbûna xwe ya bêfikar a bi pakbûna xwe ya milyaketî, bi sekna xwe ya xwedawendî, rêbaz, tempo, hunera xwe ya mirovî, biryardariya li ser pîvanên milîtanî û serketinê, bû xwedî meşek bi rengê Zîlan.

Hevrê Asya da ser şopa Hakî û Kemalan, bi vî rengî bû şoreşger û weke şopdara Zîlanan bû fedaî û têkoşiya. Li qadên cuda yên wezîfeyê, her wezîfe bi eşqeke mezin û pîvana serketinê nirxand. Li herêma Xakurkê ku ji bo wezîfeyekê lê bû, tevlî çalakiyê bû, li refên herî pêş beşdarî vê çalakiyê bû, derbên herî xurt li dijmin xist û bi rengekî bêtirs bi ser dijmin ve meşiya. Li vê derê di şerê dijî dijmin de heta nefeda xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Hevrê Asya, ewlada leheng a xelkê Derya Reş, şopdara Kemal û Hakî ya li çiyayên Kurdistanê, keça gelê Tirk a bi rengê Zîlan têkoşiya, fedaiya ku sekna jin a azad di kesayetiya xwe de pêk anî, weke şoreşgera sosyalîst û enternasyonal a têkoşîna me navê xwe li dîrokê neqişand. Têkoşîna ku Hakî û Kemalan beriya nîv sed salê dan destpêkirin çawa ku îro di şexsê Asyayan de bênavber dewam dike, têkoşîna bi rengê fedaî ya Asyayan jî heta afirandina cîhaneke bi biratî, demokratîk û azad wê bênavber dewam bike.

AZAD ŞERGER

Partiya me PKK ku bi pêşengiya Rêber Apo ava bû, gelekî ku dîrok, ziman, çanda xwe tune dihate hesibandin, derfetên xwe yên jiyana azad ji holê hatibûn rakirin û li ber tunebûnê bû, di pêvajoyeke welê de ku nîşaneyeke hêviyê nema bû, ji xweliyên xwe ji nû ve afirand û veguherand gelekî welê ku şer bike. Tovên berxwedanê yên têkoşîna azadiyê ku gav bi gav bi pêş ket li Zindana Amedê hatin çandin, bi Pêngava 15'ê Tebaxê re vejîna gelekîp êk hat û meşa azadiyê ya bênavber destpê kir. Partiya me PKK kuk bi mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bi pêş ket û di her kêliyê de dîrokeke berxwedanê ya efsanewî afirand, ji sînorên Kurdistanê derbas bû û ji bo gelan hemûyan veguherî hêviya paşerojeke azad. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku ji dema destpêkê ya damezrandinê ve xeta enternasyonalîst a ku bingeha xwe ye her tim parast, bi dilsoziyeke mezin bi bîranîna Şehîd Hakî Karer re ma ku Rêber Apo ji bo wî digot 'Mîna ruhê min ê veşartî ye', mîrateya têkoşînê ya Kemal Pîran a li Zindana Amedê bi berxwedanê dagirker têk birin, her roj bi gaveke din bi pêş ve bir. Sîstema kapîtalîst ku dixwaze Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bûye hêzeke mezin tune bikin, bi dehan dewlet seferber kir û Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê pêk anî. Rêber Apo bi Modernîteya Demokratîk bersiv da komployê, hêviya paşeroja azad a gelan jinûve afirand. Felsefeya Rêbertî ku ji Kurdistanê belavî Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bû, ji aliyê gelên bindest, jin û ciwanan ve xwedî lê hate derketin, ala têkoşînê ya enternasyonal li nava refên PKK'ê ji nû ve hate bilindkirin. Li gel êrîşên şovenîst û propagandayên reşkirinê yên netewe dewletan jî bi hezaran şoreşgerên lêgerînerên azadiyê beşdarî nava refên têkoşînê yên PKK'ê bûn û biratiya gelan bi pratîka xwe şênber kirin.

Hevrêyê me Azad ku li bajarê Maînbûrg ê Elmanyayê ji dayik bû, li nava derdoreke welê mezin bû ku kapîtalîzm ji bo tunekirina civakê ezeztiyê bi rengekî bê sînor serwer dike, her kesî dike hevrikê hev û li ber hev radike. Tevî ku li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû jî ew rastî dît ku cîhaneke cuda ya azad û wekhev dikare bê afirandin, li ser vê yekê xwend, lêkolîn kir û fêhm kir. Hevrêyê me Azad dema ku diçû zanîngehê lêgerînên xwe kûrtir kir, nêrîna gelek rêxistinên çep ji nêz ve şopand. Di vê pêvajoyê de Kurd nas kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst neçar man ji xaka Kurdistanê ya qedîm koç bikin. Her ku çand û gelê Kurd nas kir, eleqeya xwe ya ji bo PKK'ê zêde bû, parêznameyên Rêber Apo xwend û kete bin bandora felsefeya Rêber Apo ku azadiya mirovan ji xwe re dike esas. Hevrêyê me Azad ku dixwest têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, tevlî nava karên ciwanan bû, ji xwe re kir esas ku di pratîkê de hîn bibe û did emeke kurt de bi ruhê enternasyonalîst ê PKK'ê re bû yek. Hevrêyê me Azad derfetên qaşo jiyanê yên sîstema kapîtalîst red kir û biryar da ku bibe milîtanê meşa azadiyê ya Rêber Apo. Di sala 2016'an de beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû ku bi eleqe û baldariyeke mezin dişopand. Li çiyayên Kurdistanê yên bi heybet gerîlayên azadiyê nas kir û ala têkoşînê bi rûmeteke mezin dewr wergirt.

Hevrêyê me li herêma Qendîlê perwedeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketineke mezin qedand, bi îradeya şoreşgerî ay xurt û têkiliya hevrêtiyê ya pîroz a PKK'ê bi baldarî û kelecan tevlî nava jiyanê bû. Hevrêyê me Azad ji Hakî Karer heta Kemal Pîr, Amara (Ekîn Ceren Dogrûak), Ronahî (Andrea Wolf), Nûdem (Ûta Schneîderbanger), Şiyar (Jacob Rîemer), Sara (Sarah Handelmann) û Bager (Mîchael Panser) ala berxwedanê hilda û di xeta Apoyî de paşeroja azad a hemû gelan dît, bêrawestan têkoşiya. Ji bo afirandina jiyana azad, ji bo rizgariya ji neyînî û nexweşiyên sîstemê di felsefeya Apoyî de xwe ji nû ve afirand, li çiyayên Kurdistanê mîna navê xwe azad bû. Hevrêyê me Azad ku her kêliya xwe da têkoşînê, bi têkiliyên hevrêtiyê yên xurt jiyana pîroz a PKK'ê bilind kir, bi felsefeya Rêber Apo û cewhera berxwedanê ya PKK'ê re bû yek. Weke milîrtanekî leheng ê têkoşîna me li refên herî pêş cih girt, li dijî mêtingeriyê bi hêrseke mezin şer kir. Bi perwerdeyê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir. Bi kesayetiya xwe ya bi dîsîplîn her kar bi ser xist, bi coş û kelecana xwe her tim bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Li her qada ku lê ma, ji bo wezîfeyên xwe yên şoreşê bi ser bixîne bi biryardarî û îradeyeke mezin kar kir, li gelek qadên cuda bû pispor. Hevrêyê me Azad ku tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind dikir û bi hevrêyên xwe re dibû yek û ruhê têkoşîna hevpar bi dest xist, bû xwedî jiyan û tevlîbûneke bi milîtanî. Hevrêyê me Azad ku bi perwerdeyê bû gerîlayekî şareza, piştî pratîka serketî ya li Qendîlê derbasî herêma Xakurkê bû û li dijî artêşa Tirk a mêtinger têkoşîneke bi bandor meşand. Di çalakiya 15'ê Hezîranê de ya li qada Şehîd Şahan ku bi rêbaza gerîla ya dema nû hate kirin, li refên herî pêşcih girt, bi rengekî fedaî bi ser dagirkrean ve meşiya. Hevrêyê me Azad ku tevî hevrêyên xwe bi ruhê fedaî derbên giran li mêtingeran xist, ruhê êrîşê yê bilind ê milîtaniya Apoyî di çalakiyan de nîşan da.

Hevrêyê me Azad li nava refên PKK'ê bi felsefeya Rêber Apo di demeke kurt de veguherî milîtanekî şareza, li ser xeta fedaiyan meşiya û ala têkoşînê ya şehîdên nemir bi rengekî hêja bilind kir. Mîrateya berxwedanê ya ku hevrêyê me Azsad li pey xwe hişt wê her tim rêya me ronî bike.

KOÇER MEDYA

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi hezaran sal in li xaka Kurdistanê ye her tim bûye lêgerînerê jiyana azad. Timî li dijî hêzên ku dixwestin wan ji azadiyê bêpar bihêlin, serî hildan. Gelê me tevlî her têkoşînê bû ku bi vê armancê hate kirin. Gelê me ji bo azadiya xwe bi her awayî fedakarî kir û berdêl da. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bi van têkoşînan her tim hêviya xwe ya azadiyê zindî hiştiye. Gelê me yê Rojhilat ê welatparêz ku tevlî têkoşînên azadiyê yên li qadên Kurdistanê bûye, ji bo pêşketina zanebûna neteweyî bûye xwedî mîsyon. Ji salên 90'î û vir ve, tevlîbûnên xwe yên partiya me PKK’ê pêk anîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêş dikeve. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ku sala 1999’an de li dijî Rêbertiya me hate kirin, rabû serhildanan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da. Dîsa li Rojava û Başûrê Kurdistanê di êrîşên DAÎŞ’ê de yên li hemberî gelê me, xelkê me yê Rojhilat ref bi ref tevlî refên têkoşînê bû. Şervanên azadiyê yên Rojhilatî ji Rojava heta Şengalê û gelek qadên Başûrê Kurdistanê, ji wir jî heta lûtkeyên çiyayên Kurdistanê têkoşiyan û li Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî pêşengî kir.

Hevrêyê me Koçer li bajarê Sineyê ku ev kevneşopiya berxwedanê pir zêde lê heye, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û bêguman bi vê çandê mezin bû. Hevrêyê me Koçer li gorî ziman, çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Ti carî li hemberî êrîş, zext û polîtîkayên bişaftinê yên dijmin serî netewand. Malbata hevrêyê me Koçer bi hezkirinê girêdayî nirxên xwe yên Kurdbûnê bûn, vê yekê bandoreke xurt li wî kir. Ji bo vê yekê bi têkoşînê azadiyê ya Kurdistanê re eleqeder bû û dest bi lêkolînê kir. Têkoşîna ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, li Bakurê Kurdistanê li dijî sîstema qirker a dewleta Tirk hate kirin, bala hevrêyê me Koçer kişand. Bi taybetî têkoşîna Rêbertiya me ya di bin şert û mercên dîlgirtî de, bû çavkaniya sûdwergirtinê ya hevrêyê me Koçer. Nêzîkatiyên PKK’ê yên ji yekîtiya neteweyî re, gelekî bandor li hevrêyê me Koçer kir, ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Di pêvajoyekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn, hevrêyê me Koçer biryar da ku tevlî refên têkoşînê bibe. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Koçer li qada Qendîlê tevlî perwerdeyên destpêkê bû û PKK ji bo xwe weke destpêka jiyaneke nû dît. Ji bo di nava jiyanê de bi rola pêşengiyê rabe, bi fedakarî têkoşiya. Bi perwerdeyên îdeolojîk rastiya gelê Kurd û pirsgirêka azadiyê ya gelê me, hîn baştir fêm kir. Rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Hevrêyê me Koçer di aliyê leşkerî de gihişt tecrûbeyekê û pêvajoya xwe ya perwerdeyê ya destpêkê bi serketî qedand. Hevrêyê me piştî perwerdeyê, dîsa li qada Qendîlê tevlî kar bû. Bi taybetî di çêkirina tunelên şer de bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar û xebatkar û tevlîbûna xwe derket pêş. Di vê wateyê de ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê û pê ve bû mîlîtanek ku gav bi gav armanca xwe pêk anî. Hevrêyê me nêzî du salan di karên pratîkê de cih girt û xwest ji êrîşên dijmin re bibe bersiv. Ji bo vê yekê di wateya taktîka leşkerî de xwe têrker nedît. Hevrêyê me xwe di branşê sûîqestê de bi pêş xist ji ber eleqederiya xwe ya bi perwerdeyê bû sekvanekî profesyonel. Hevrêyê me piştre berê xwe da qadên ku şer lê zêde û li qada Xakurkê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me li vir jî tevlîbûna xwe ya bi çalak domand û her tim ji xwe re kiriye armanc ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Koçer ne tenê bi teorîk, di heman demê de ji aliyê pratîkê jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me li qada Xakurkê pêşengî ji gelek çalakiyên li dijî hêzên dagirker re kir û bû sedem ku di van çalakiyan de derbeyên giran li dijmin werin xistin. Hevrêyê me Koçer bi wêrekî û xwînsariya xwe bû mîlîtanekî mînak û yek ji fermandarên me yên ciwan.

15’ê Hezîrana 2023’an li qada Xakurkê çalakiyek hat lidarxistin û 18 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Koçer hem di plankirina vê çalakiyê û hem jî pêkanîna wê de bi mîsyonek pêşeng û berpirsyarî tevgeriya. Bûye mînaka tarzê lêxistina fedayî û xwedî encam. Hevrêyê me Koçer ji bo li dijî dagirkeran encam bigire û tola şehîdên me bistîne bi israr şer kiriye û li gel enternasyonalîstên mezin hevrêyên me Asya û Azad heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em xeyalê Kurdistana azad a hevrêyê xwe Koçer pêk bînin û bîranîna wî di siberojên azad de bidin jiyîn."