HPG'ê li 'yekîneyên veşartî' yên artêşa Tirk xist: 13 mirî

Li Amed, Mûş, Bazîd û Sêrtê, di çalakiyên gerîla de bi giştî 16 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, li Mûşê di çalakiya dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk de 13 leşker hatine kuştin.

Navendê diyar kir, li navçeya Pîran a Amedê jî 2 kontra hatine kuştin. Her wiha li Bazîdê leşkerek hate kuştin û li Sêrtê çalakî li dijî qereqolê hate lidarxistin.

LI AMEDÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"1'ê Hezîranê, hêzên me yên YJA Starê li derdora gundê Zengok ê Mûşê, li dijî yekîneyeke ji leşkerên tîmên taybet ên jendermeyan û kontrayan pêk dihat, çalakiyeke berfireh lidar xistin. Hêzên me demeke dirêj dor li çeperên yekîneyên veşartî girtin û piştre saet di 19:45'an de derbên xurt li van çeperan dan. Yekîneyeke din jî, ku ji bo destwerdanê hat qada çalakiyê bû hedefa hêzên me. Hêzên me piştî vê çalakiyê, bi rengekî serketî xwe gihandin baregehên xwe.

10 LEŞKERÊN TÎMÊN TAYBET Û 3 KONTRA HATIN KUŞTIN

Di vê çalakiyê de, bi qasî ku hat tespîkirin 10 leşkerên tîmên taybet ên jendermeyan û 3 kontra hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. 7 çek û 7 çenteyên dijmin ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin. Artêşa TC a dagirker, bi rêya trenê termên leşkerên xwe û leşkerên xwe yên birîndar ji herêmê rakir û li vê derê dest bi operasyonê kir.

LI PÎRANÊ 2 KONTRA HATIN KUŞTIN

3'ê Hezîranê saet di 07:00 de, li herêma Şehîd Brûsk a navçeya Pîran a Amedê, hêzên me li hemberî kontrayên ku înşaeta qereqola nû diparastin, çalakî pêk anîn. Ji cihekî nêz derb lê hate xistin û di encamê de 2 kontra hatin kuştin, yek jî birîndar bû. Her wiha holika ku kontra tê de bûn hate îmhakirin.

LI BAZÎD Û SÊRTÊ ÇALAKÎ

Hêzên me yên YJA Starê roja 3'ê Hezîranê saet di 18:15'an de, li hemberî leşkerên artêşa TC a dagirker, ku li dora girê ewlekariya qereqola Vedat Ozkaya ya li navçeya Bazîd a Agiriyê bi cih bûbûn, çalakiyeke sûîqestê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Roja 3'ê Hezîranê saet di 19:30 de, li navçeya Berwarî ya Sêrtê hêzên me çalakiyek li dijî qereola Hêşetê pêk anîn. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, ji aliyê hêzên me ve nehate zelalkirin."