HPG’ê li yekîneyên veşartî, midûryeta gumrik û qereqola polîsan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Sêrtê li yekîneyên veşartî, koordîneya operasyonê, li Îdirê jî li tankeke ya sotemenî, li miduryeta gumrik û qereqola polîsan xistine.

HPG a daxuyaniyek nivîskî da, li ser çalkaiyên gerîla yên di dîroka 13-16’ê Gulanê û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker agahî parve kir.

Li gorî daxuyaniyê li Sêrtê herî kêm 3 leşker hatine kuştin, li Îdirê jî ji ber derbên giran ên gerîla polîsên li deriyê sînor ên Îdirê neçar ma ku birevin aliyê Azerbeycanê.

LI SÊRTÊ YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ Û KOORDÎNEYA OPERASYONÊ HATE HEDEFKIRIN

HPG’ê li ser çalakiya li Sêrtê ev agahî da: “13’ê Gulanê Artêşa Tirk li devera Qelanis a girêdayî navçeya Hawêl a Sêrtê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me du rojan ev yekîneyên veşatî xistin bi kontrola xwe, piştre 15’ê Gulanê saet 18:40’î girê ku koordîneya operasyonê jî li nav bû kirin hedef. Di çalakiya ji 3 baskan û ji nêz ve hate lêdan de, yek jê endamê koordîneya operasyonê 3 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê a piştî çalakiyê bi helîkopter û hewanan qad bombe kir, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Piştre jî yekîneyên veşartî yên operasyonê jî ji deverê vekişiyane. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegerayîne navendên xwe.

LI DIJÎ TANKERA SOTEMENIYÊ ÇALAKÎ

HPG’ê li ser çalakiya lêdana tankera sotemenî, miduryeta gumrik û qereqola polîsan jî ev agahî da: “ Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de, 16’ê Gulanê saet 12:00’an li dijî tankereke ya sotemenî ya Tirk a li Deriyê Sînor ê Dîlûcû ya Îdirê çalakiyeke ya sabotajê pêk aniye.

LI DIJÎ MIDURYETA GUMIRK Û QEREQOLA POLÎSAN ÇALAKÎ

Hem wext hêzên me bi xurtî li miduryeta gumrik û qereqola polîsan xistiye. Di encama vê çalakiyê de tankera sotemenî û hemû konteynirên li derdorî şewitîne û tine bûne, polîsên li deriyê sînor jî neçar mane birevin aliyê Azerbeycanê.

Piştî demekê wesayîta zirxî ya bi hewara wan hatin jî bûn hedefa hêzên me û bi xurtî lê hate xistin. Di vê çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin de, gelek ambûlans û wesayîtên zircî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

HPG’ê li ser êrîşên balafirên TC’ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî parve kir û ev got: “Di van êrîşan de ti windahiyên hêzên me pêk nehatine.

15’ê Gulanê saet 15:20’î balafirên şer ên Tirk devera Şehîd Şahîn a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.

16’ê Gulanê balafirên şer saet 13:30’î devera Saca ya Herêma Zapê, saet 17:30’î jî devera Şekîf a Herêma Xaxûrkê û devera Geliyê Avaşîn a Herêma Avaşîn bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.”