HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk ên li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk ên li herêma Bradostê agahiyên berfireh hatin dayin.

Daxuyanî wiha ye:

"11'ê Adarê artêşa TC a dagirker ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi qadên Sîro û Gumbet ên herêma Bradostê ya li nava Başûrê Kurdistanê ye dest bi operasyona dagirkeriyê kir. 14'ê Adarê artêşa TC a dagirker hin ji hêzên xwe ji herêmê vekişand. Heman rojê saet navbera 19:30 û 20:30 bi obus û hawanan li quntarê Girê Sîro û herêma Geliyê Reş bomberdûman kir. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker jî bombe li quntarê Girê Sînor, herêma Geliyê Reş û quntarên Evilkovî barandin. Saet 22:00 hêzên dagirker bi desteka helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra leşkerên xwe li Girê Sîro, Girê Masîro û Girê Partîzan danî. Çarçoveya operasyona li vê derê berfireh kir.

15'ê Sibatê saet 11:30 leşkerên dagirkeran xwestin xwe bigihînin Girê Partîzan û Newala Masîro. Di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şer derket. Balafirên şer jî di heman demê de bombe li herêmê barandin."