HPG: Êrîşa li dijî koma Îranî ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşa 4'ê Kanûnê ya li ser sînorê Tirkiye-Îranê li dijî komeke Îranî hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê got, leşkerên Tirk êrîş birine ser koma Îranî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku roja 4'ê Kanûnê, li ser sînor ê nêzî navçeya Bazîdê leşkerên Tirk êrîş birine ser komeke Îranî ya ji 7 kesan pêk dihat.

HPG'ê da xuyakirin ku piştî êrîşê wan dest bi lêkolîn û lêpirsîneke berfireh kirine û destnîşa kir ku îdîaya "PKK'ê êrîş kiriye" ya aliyê Tirk nerast e.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser bûyerê ev agahî hatin dayin:

"Di çapemeniyê de hat weşandin ku roja 4'ê Kanûna 2017'an saet di 16:00 de, li dijî komeke Îranî ya ji 7 kesan ku 4 jê leşker û 3 jî sivîl bûn û li ser sînorê Tirkiye-Îranê dixebitî, êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de leşkerekî Îranî jiyana xwe ji dest dabû, leşkerek û 2 endezyar jî birîndar bûbûn. Nûçeya li ser vê bûyerê ji aliyê medya AKP'ê ve bi bayê bezê bi sernavê 'PKK'ê kir' hate weşandin. Piştî van nûçeyan me dest bi lêpirsînê kir û di encama vê lêpirsînê de derket holê ku yekîneya me ya gerîla heman rojê li dijî leşkerên TC çalakiyek kirine û leşkerên TC jî ji bo bersivê bidin, êrîşî koma Îranî kirine. Nûçeyên ku dibêjin 'êrîşa li dijî koma Îranî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin' bi temamî derew e. Leşkerên TC êrîş birine ser koma Îranî. Li gorî lêpirsîna me ya berfireh, bûyer bi vî rengî qewimî:

LEŞKERÊN TIRK ÊRÎŞ KIRIN

Di daxuyaniya xwe ya 5'ê Kanûna 2017'an de me ragihandibû, ku roja 4'ê Kanûnê saet di 15:30 de, li dijî artêşa TC a dagirker ku ewlekariya dersiyê sînor ê li nêzî qereqola Tujik a navçeya Bazîd a Agiriyê dikirin, gerîlayên me çalakiyek pêk anîn û derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa panzer û leşkerên ji wesayitê peya bûn hate xistin. Me diyar kiribû ku di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di encama lêkolîn û lêpirsîna me de de derket holê ku piştî vê çalakiya hêzên me yên gerîla, artêşa TC ji bo bersivê bide, xwest li ser sînor êrîşekê bike. Saet di 16:00 ku mij hebû, leşkerên TC li koma Îranî ya ji 7 kesan xistin ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê bûn. Di encama vê êrîşa leşkerên Tirk de leşkerekî Îranî mir, 2 endezyar û leşkerek jî birîndar bûn.

Heman piştî êrîşê, rayedarên dewleta Tirk ji bo êrîşa leşkerên xwe binixumîne got, 'Gule ji aliyê Îranê ve hate reşandin' û bi vî awayî xwest êrîşê bixe stuyê Tevgera Azadiyê ya Kurd. Rayedarên dewleta Tirk ên xwestin şaşitiya xwe binixumînin, birîndarên Îranî birin nexweşxaneyên xwe, tedawî kirin û bi tirs û fikar hewl dan nîşan bidin ku eleqeya wan bi bûyerê re nîne. Nûçeyên ku bi lez û bez di çapemeniyê de hatin weşandin jî, propandaya reşkirinê ya dewleta Tirk a faşîst e.

DIVÊ KES JI MEDYA AKP'Ê BAWER NEKE

Ji vê bûyerê jî careke din fêhm bûye, ku divê raya giştî ji medya AKP'ê bawer neke. Li Kurdistanê şerekî bê eman diqewime û di vî şerê giran de agahiyên herî rast ên li ser bûyeran ji aliyê tevgera me ve tên ragihandin."